Helbestekê ji kenê ser lêvên qelişî
Bihûne …………
Çîroka jiyana xwe bi pênûseke
Biyan hêdî hêdî
Binivisîne……
lîstikên zarotiyê cardî
Dubare bike.
Bihna rokê dîsan vegerîne
Nav tiliyên xwe û şevên
Havînê geş bike .
Ken û girî wekî her
Sal di nav hev de bide.
Sîmfoniya serkeftinê ji nû ve
Lidarxîne.
Dîsan damaran geş bike……
Berê xwe bide bazara
Mêwe û şînkayê û tûrekî
Dagirtî bi xwe re werîne..!!
Deriyê firoşgehê kilît
Bike û zû were malê
Berî ku roka tûj serê
Te yê bê por talan bike………
-
Tîrêja Kurdî, ji alî rêziman û rastnivîsînê ve, di serrastkirina berheman de
azad e.
- Ji bilî nivîsên ku li ser navê Tîrêja Kurdî têne weşandin, her nivîskarek
berpirsê naveroka nivîsa xwe ye.