2009-09-24

               

kurdi@tirej.net

 

 

 

 

 

 

 

 


 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 
 
 
 
 
 
 

 

 

 

                              القسم العربي

Abadînî
Omer Dilsoz
I

Binoş dilo binoş
Ji jehra jiyanê
Kulên mezin
Li ser destê yarê bila bibin şerava heyatê
Ava abadîniyê

Bidoş dilo bidoş
Ji zuquma cîhanê
Janên sojer
Li ser destê dostê bila bibin meya felatê
Tovê abadîniyê

Av bide tovî
Da ku çîl vede abadînî

II

Aşê dilê min nahêre
Nahêre vî arvanî
Çi ku ew;
Ji kulên gir
Ji êşên dir
Ji gotinên zir
Hatiye pê
Beyhode ye

Nîn e tê de tîna heyatê
Peyv rûçikandine
Zîhn di bin beraşê xeman de bêeman
Xeyal û rastî lêk aliyane
Hêvî beravêtî
Awir ew çend korefam dinêrin
Çirke bi çirke jibîrveçûyî ye
Wekî masiyekî bêbîr
Nenas û biyaniyê xwe ye
Ji bo wê ye
Hinde zuha ne qewlên dilan
Ên evîndarên vî zemanî

Qet nêzî jî nebûye
Peravên abadîniyê
Li welatê heyatê
Tenê bayê ber coxînê ye hezkirin

III

Kenvebirînan dihingêvin stranên te
Zarokek ji kaniya çavên min gêr dibe
Bi rondikeke sûr
Bi bîrhatineke tîr
Bi çarenûseke destgîr

Ma çi niviştar e hinde bêsiud
Hinde berkendal
Hinde sernişîv
Hinde derbider
Hinde bêserober

Aşê heyatê hê jî arvanê abadîniyê dipê
Nûjdar bêçare
Tip gêj û serserî
Ilim tevna faraziyên dorteng
Dîn û îman baskokirî
Hêvî di lepê keftarên çavbirçî de
Namûs kirasê xwîndariyê
Jiyan sêleke sincirî
Rastî di geliyekî teng de bê hewar û bangîn e

Abadîn e
Tîrêjka ji çavên te…

 





 



 

 

 

 

A  R  S  I  V.

ARŞÎIVA  2006ê.    ARŞÎVA MEHA 1 û 2  SALA 2007ê. ARŞÎVA MEHA 3 SALA 2007ê. ARŞÎVA MEHA 4  SALA 2007. ARŞÎVA MEHA 5ê SALA 2007.

- Tîrêja Kurdî, ji alî rêziman û rastnivîsînê ve, di serrastkirina berheman de azad e.
- Ji bilî nivîsên ku li ser navê Tîrêja Kurdî têne weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye.