
Rûyê ku ji ber şîn maye,
yê Xelîl e!
Ehmed Huseynî
Rûyên ji tavsorka
nemanê, li şopên me yên di navbera sor û şîn de, digerin.
Şopên me jî, di kêlîkên dawîn ên talanê de, di babelîka
rengan de û di sorekî tawanbar de, wek xewnên deştê
dişkestin. Aniha jî şopên me, di aramiyê de, di
sergerdaniyê de, li ser devê sînorên tenhatiya me ya
giranbuha dijîn û biryarê didin ku nema wenda bibin.
Rûyek di çeşnê
rûyê diya min de ye, di mirinê de radipere, bîranînên
xwe piço
piço
berhev dike û ji nişkê ve êşê diyarî me dike û sorê xwe
di jena dil de dadiçikîne.
De rengên xwe ji
ber çavên min bide alî!
Rûyên ku gav bi
gav di bangên xwe de zelîltir dibin, demê vedixwin û
çîrokan ji hevûdû vedişêrin, bi zorbaziya rengan
dixemilin û nêzî dengvedana ji hesin a afsaneyê dibin,
nêzî razên şûnewarên şewitî û nêzî sawa sorekî nêzîktir
dibin.
Dastanê têkelî
henasa tozê, helkehelka babelîskê, dûmana kavilan û
çolistana bînçikyayî, dikin.
Rûyên ku sîma û
amajeyên xwe radestî hetavê nakin, germahiyê bêwate
dihêlin û mîrnişîniya rengan bi kêra sorekî sersom
dikujin, aniha nema dixwazin bêriya me û tinaziyên me û
şopên sosretane yên teqîna me bikin.
Rûyên ku çîrokên
xwe nîvçe dibêjin, destên xwe nivçe li ba dikin û
bûneweran di şîniyê de nivçe dihêlin, aniha dudil in,
nalivin, nagirîn, bi tenê ji me re tiştekî dibêjin:
Dastana me
xewneke din e!
Rûyên ku li
derveyî sirûdê dimînin, di tîna sor de re li xwe mikur
tên û berî talanê memikên xwe bilind dikin û kirasên xwe
radestî evînbaziya bagerê dikin.
Rûyên ku di
labîrênta Xelîl de berbi qederên xwe ve bi hêminî diçin,
berî ku bimirin, ji xwe re bi rengan dilîzin û
tembînameyên xwe bi şînekî matmayî û sersom dinivîsînin.
Rûyê ku ji ber
şîn dimîne, rûyê Xelîl bixwe ye, di sor de wenda dibe û
di maka şînekî aziryayî de ji dayik dibe.
Di navbera
efsaneya jinê û jina efsanewî de, rengê kevnar ê êşê
serê xwe hildide û em giş bi Xelîl re li xwe, li çêja
xwe ya wendayî û li rexên spehî yên têkçûnê û li
serencama rengên kuştî yên zaroktiya xwe, digerin.