
Rono 2005
Ehmedê Huseynî
ehmedehuseyni@live.co.uk
Sazbendên te li ber dilê te
rûdiniştin, bi Evdalê Zeynikê sonddixwaein, ji tênahiya çîrokên sawbar ên hespên
şevê û ji gernameya mîrnişîniyên kurdên bêşeref ên Şerefxanî neditirsiyan, li veguherînên
hîva cubeyê te, bi çavekî, tenê bi çavekî; dinêrîn. Û destên xwedawendên xwe
yên qûmistane dikeritandin.
Bîna xwîna xiyanetê ji duayên baranê
dihat,
Bîna diltengiya baranê ji xuşîna darên
bîra te dihat,
Bîna bîrê ji reşebayên zimanê te û ji
sêdarên reşekuj ên bilûra sazbendên te dihat.
Em li pey sirûda te ya ji xwendina
bilbilan, wek birûskên evînê, wek koçerên bê zozan dikulkulîn. Me rûbarên xwe
yên ji bîranînên bêbîr bi destên xwe dikuştin û me ji felekê re digot em ê
hetahetayê bi tenê bin ey felek!
Bendavên veweşyayî yên cubeyê te; dest
bi dawîkirina nimêjên xwe yên ji kevir dikirin û dest ji eşqên xwe yên
beyhûdane û dest ji cezbeyên xwe yên sofiyane
berdidan û dest bi kuştina keskesora çiyayên xwe yên ji lanetan û dest bi
kuştina hişê Deşta Mûşê dikirin, xwîna peyvê; xwîna helbestê, xwîna derbirîna morane ji çavên wan dipijiqî, xwîna min jî li
ser keviya tirsa kulîlkên wan ên bêreng bi tenê di sipiyê gumanê de dima.
De berê xweşmêrên xwe bide rexekî din ji
rexên berfa Torosan, ji rexên mirina xunavê; da tu dilê min li ser devê duryanan
û darên xwîna min di şewata rasteqîniyê
de bibînî!
Qetrana qamîşên Qamişloka bi minareyan
qijinandî, qada bêqidoş a qederên qûnde, Qelenê qirkirina Qasimê Meyrê, qîjeqîja
qumriyan, qulingên bê qublename, Qebqeba, kewên mirî yên qedîfeyên qama te, wek çavbelekên ser bi şar, bi ser
min de, wek
qidûmên min ên ku bi sê dengan bangî
cubeyê te dikin, dirûxiyan.
Birçiyê çirûskên pîrozmend ên kitana
cubeyê te me, birçiyê rojhilata qaşa miricanî ya gustîlka Maşûqê xwe me, birçiyê
nêrgiza şehîdan û birçiyê xwîna kesk a kenê te me, birçiyê kelehên vewestanê û
karwanên bê rojçêbûn yên giriyê te me, birçiyê nîçîra genimê dastana te û birçiyê dorpêçkirina bajarên xewna te me!
Sazbendên te li pêşberî zikê Amûdê
rûdiniştin, teşîrêsên Xeznayê payîzên korane, pêxemberên ji xweliyê, sihirbazên
ji dûmanê dirêsan. Tu dengê xwe ji kalana sûlavan derdixînî, tu bi pênûsên mijê
li ser eniya me duxêzan dinivîsînî:
Tenha ne Kurdistan didin
Şîraz û Yeng û Wan didin
Her yek li ser çehvan didin
Ji Espehan têtin xerac
(Cizîrî)
Min bi cubeyê maşûqan digirt û min
çavên mirina xwe bi matmayînê kil dikirin, min afsaneya sîtavê bi ser birînê de
direşand û min Orfiyosê xwe(Orpheus) ber bi sirûda dirêj ve vedihinart, bi aşiqan re derbasî dojeha narincî ya wateyên
Kurdistanê dibûm, bi Maşûqan re di pirsên Nûristanê de werdibûm.
Tîpên min ên di çeşnê bagerên poşman
de, ji dudiliya te hildiweşiyan, ji gavên te ber bi nenasiyê ve direviyan, min ji
barana destê te şerm dikir, ji yaqûtên zimanê te didexisîm û ji jiyanê ber bi
mirinê ve, gav bi gav, bi rê dikrtim.
Min rûpelên dilê xwe ji te re
vedikirin, min stiranên xwîna xwe ji te re digotin, min şopezanên dîroka xwe bi
pey te dixistin, min tu di zingîna kuştina xwe de wek mizgîniyê radigihandî...
London
03. 02. 2010