|
Tayê
sînoran
Wecîha Ebdilrehman
Ji min bawer bike
ku min ji te re got…
bêhna te li milê bayê ye
dêmê te li ser rûçikê heyvê ye…
sirûdên bêdengiya te
min dilerizînin..
di valahiya newalên
berlingê çiyê de
vedişêrim wan keseran…
bi tilîyên matmayî
vedihûnim awirên te
vedihûnim bînçikandina te
vedihûnim bêdengiya te
li ser mijankê şewata xwe…
ji min bawer bike
dema ku, te dibînim
şêlûbêl diherike damarê min..
serxweş dibim
di sîbera himêza te de
ez jibîrdikim
ku tu dûrbûyî…
ji nû ve te dibînim
wek nuh min tu naskirî..
bi ber te ve têm..
tayê sînoran diqetînim.
|