|
Enstîtuya Kurdî ya
Amedê wêjeya kurdî geş dike
04 Tîrmeh 2007
M. EMÎN YILDIRIM
AMED - Enstîtuya
Kurdî ya Amedê hilberîna xwe ya der barê wêjeya kurdî de bi
awayekî geş didomîne. Kovara W ku di bin banê Enstîtuya
Kurdî ya Amedê derdikeve bi hejmara xwe ya 15’emîn derket
pêşberî xwendevanên xwe. Her wiha di nava Weşanên Enstîtuya
Kurdî ya Amedê de mewlida bi dimilî ku beriya wê mewlidê bi
wî zaravayî tu berhem nehatibû nivîsandin û ya destpêkê tê
qebûlkirin, hate çapkirin.
DOSYA: EREBÊ ŞEMO
Kovara W ya wêjeyî, çandî û hunerî di vê hejmara ya 15’emîn
de dosyayek li ser afirînerekî ku li hemberî heyaman têk
neçûye û her dem ji bo pêşveçûna romana kurdî bûye rêber, bi
bîr tînin. Romanûsê yekem û bêhempa ku wek ‘Bavê Romana
Kurdî’ tê nasîn Erebê Şemo, bûyê mêvanê dosyaya kovarê.
Erêbê Şemo ne tenê bi Romanûsiya xwe bi kesayetiya xwe ya
têkoşer jî balê dikişîne ser xwe. Di dosyayê de hevpeyvînek
ku Bavê Nazê beriya 25 salan bi Erebê Şemo re kiriye tê de
cih girtiye. Her wiha kesên din ên ku li ser Erebê Şemo
nivîsîne wiha ye; Eskerê Boyîk “Hîmdarê edebiyata kurdî yê
ewilîn nivîskarê eyan bavê romana kurdî”, Xelîlê Çaçan
“Miletek di heyra wî de bû”, Têmûrê Xelîl “Erebê Şemo
rûspîtiya gelê kurd”, Zeynel Abidîn Zinar “Nivîskarê kurd,
kedkar û suxrevanê wêjeya kurdî Erebê Şemo”, Edîp Polat “Ji
aliyê teknîka romanê ve ‘Dimdim’ û Erebê Şemo” Cîhan Roj
“Pirên şikestî û îzolasyona gewr”, Ayhan Meretowar
“Kesayetiya edebî ya Erebê Şemo”, Serwet Denîz “Her ew
hesret û ew xwezî” û Abdurahman Baqir “Ji şivantiyê ber bi
zanyariyê ve”.
NIVÎSÊN DIN…
Di kovarê de her wiha du hevpeyvîn tê de cih girtine.
Hevpeyvînek ku Azad Zal û Enîse Şîrîn bi kurê Cegerxwîn,
Keyo Hesen re der barê Cegerxwîn de hevpeyvîneke têr û tijî
ye tê de cih girtiye. Hevpeyvîna din jî Fatma Savci bi
helbestkara kurd Gulîzer re li ser helbestê û pirtûka wê
“Keziyên jinebî” kiriye. Her wiha xebateke ku kovar kiriye
di Gotinên Pêşiyan de ‘Agir’ girtiye dest. Her wiha nivîs,
helbest, werger, krîtîk û çîrokên din ên ku di kovarê de cih
girtine wiha ne: Arjen Arî “Seydayê Cegerxwîn: Xanî”, Evdile
Koçer “Her zimanek însanek e”, Amed Ç. Jiyan “Qedera
derengmayî”, Dilawer Zeraq “Meymanê xwediyê malê”, Sherwood
Anderson “Mêrikê lal”, Şêxmûs Sefer “Pisîkên adarê”, Arjen
Arî “Agos”, Muslum Aslan “Sirgûna çava”, Rûheyv “Veqetîn”,
Gernas Roderîn “Hin rêzikên evîniyê”, Fedwa Gêlanî
“Guldesteyek ji helbestên Fedwa Gêlanî”, Sîpan Xizan “Dilnaz”,
Prz. Mehmet Guzeler “Osman Esad Efendî û Mewlîdê Ciyo Dimilî”
Her wihe kovarê ji bo hejmara 16’emîn dosyaya xwe diyar
kiriye û di wê hejmarê de dosyayekê li ser Seydayê Tîrêj
amade dikin. Kesên ku bixwazin dikarin nêrîn, nirxandin û
lêkolînên xwe yên der barê Seydayê Tîrêj de ji wan re
bişînin.
MEWLIDA DIMILÎ
Osman Esad Efendî di sala 1901’î de meha remezanê Mewlida
xwe ya bi zaravayê dimilî (zazakî) nivîsandiye. Wê demê yekê
bi navê Hecî Ûsib Efendî bi zimanê tirkî mewlid nivîsandibû
lê ji aliyê gelê Suregê (Sêwereg) ve nehatibû ecibandin. Ji
ber vê yekê Osman Esad Eefendî biryar dide ku mewlidê bi
kurdî binivîsîne. Osman Esad Efendî di Mewlidê de wiha
dibêje: “Marîfet çiyo ki çinê bo kes ey firazo, o çîyo ki
her kes zano kerdişê ey huner nîyo”.
Osman Esad Efendî dema ku Mewlida xwe dinivisîne naweşîne û
çap nake. Heta îro jî nehatiye weşandin. Heta niha wekî
destnivîs di merasiman de dihate xwendin. Bi alîkariya Mela
Nezîrî Suregî sala 1933’yan de digihîje Şamê ber destê Mîr
Celaded Bedirxan. Bi navê “Bîyişa Pêxember”, di Hawarê de tê
weşandin.
Li gorî lêkolîn û lêgerînan Mewlida Osman Esad Efendî,
pirtûka yekemîn e ku di Zaravayê Dimilî de ku hatiye
nivisandin. Heta dema ku Osman Esad Efendî wê nivisandiye tu
pirtûk bi zaravayê Dimilî nehatine nivisandin. Ji ber vê jî
ev Mewlid gelek girîng e. Osman Esad Efendî di Mewlida xwe
de dimiliya Sewregê esas girtiye.
www.azadiyawelat.com
|