|
BERDAN
SALIH
BOZAN
salihbozan@yahoo.com
Bi
çavên tijî awir ketin oda çaremîn a dadgehê.
Bêdeng herdu li hember dadwer sekinîn, di
hundirê wan de hêrs dikeliyan. Wan biryara xwe girtibûn, çi
di mejiyê wan de, di van neh mehan de kombûye wê gîşkî li
pêş dadwer rokin, û çi dibe bila bibe.
Dadwer serê
xwe sistesist ji ser gurzek rûpelên di nav destên wî de bûn
rakir û li wan nihêrî.., çavên wî di bin pirsan de melûl bûn.
Jin û peyakî pîst û pênc sal derbas ne kirine, ge li hev
dinihêrine û ge li wî.
Piştî ku
dadwer aniya xwe du.. sê caran misda, bi dengekî weke ku tîp
di devî wî de ji hev vereşin, ji wan pirsî: çima win dikin
hevdu berdin? hîn neh meh ser jindariya we re derbasnebûne
..? wine poşmam ne bine?.
Herduyan bi
yek deng jê re gotin: na em poşmam na bin, jiyana me bi
hevre êdina rengekî mirinê ye, em dixwazin zû tu me ji hev
berdî, çimkî va cihana bedew li pêş çavên me reş bû ye.
Dadwer dîsa
çend caran eniya xwe misda, destê xwe yî çepê kire bin çenga
xwe, û bi çavên matmayî li wan nihêrî, ji wan xast yeke yek
biaxivin. Despêkê hele tu biaxive (destê xweyî rastê berve
xort dirêjkir).
Xort
bihneke dirêjekûr kişand, çavên wî di ser serî dadwer re, di
pencera paş wî re ji odê derketin, ji xwe re li avahiyên
bajêr ên kevin nihêrî, li wê taxa xizanan. Li ser baniya
xaniyekî jin peyakî nêzikî çel salî bi hev re dîwarek
lêdikirin. Peya bûbû hoste, û jinê jî blok didan dest. Ji
nişkava bi dubariya pirskirina dadwer re li xwe vegeriya û
dest bi gotinê kir:
- ezbenî..!
berku em bizewicin, me sê salan hevdu nasdikir, me ji hevdu
gellek hezdikirin, sala ber zewacê, me heftê du caran hevdu
didît. Ez ketibûm xewneke rengîn, rojên ber dîtina wê, min
kêlîk kêlîk dijmartin. Ew li cem min bêhemtabû, jinên cihanê
gîşkî ber çavên min ne dixewinîn, ji min be, ku keçên ser
zemîn bi tevahî ewe.( û dengê wî lihevket, poz bi alewiyeke
germ şewitî, û disa gotina xwe berdewamkir).
- ezbenî..
herku ez diçûm hevdîtina wê.., ew dihat…, bi rûken, çend
pêlên fedîbûnê di çavên wê de weke gulên nû vebin, hejeke
nazenîn ji lêvên wê dixuşiya. Gava slav li min dida, te
digot qey hemû şanikên canî min hişyardibûn. Dengê wê çiqas
melûl dihat, çiqas kûr diçû, tîp ji ser zimanî wê teke tek
diweşiyan, her tîpek dibû hesteke serbixwe. Em li kêlekên
hevdû, ser serîneyên baxçê bajêr rûdiştin, wê xwe bi min de
diqemitand, weke ku bi min xwe ji tirsekê diparast. Pir
caran demeke dirêj diçû, û em bê axavtin rûniştî diman, lê
me dengê gupe gupa dilê hevdu zelal dibihîst. Ez ecêmayî
dibûm çawa dil bê ziman ji hevdu famdikin. (dîsa zengiloka
wî bi peyvan xeniqî, hewşekî dengê wî hat birîn, dadwer jî
hîn destê xwe yî çepê kiribû bin çenga xwe, û pirs li ser
lêvên wî vedimirîn).
- ezbenî em
zewicîn.., demê rêçikna xwe yên din hêdî hêdî koland, xwen
firiyan, hemû tişt di van neh mehan de hatin guhartin. Hersê
mehên sifteh xaş derbasbûn. Ez sibê zû diçûm karê xwe, karê
wê çend katjmêran du min bû, ew bi min re êdina sibê
ranedibû, min bi xwe taşta xwe çêdikir û bi lez dixwar ji bo
ez di wextê re xwe bi karê xwe gihînim.
Ez
êvarê westiyaî, birçî, vedigeriyam mal. Min ew didît.., por
hinc, bi cilên gemarî û ne lihev, li ser dîwanê xwe
dirêjkiribû, û ji xwe re li tilvîzerê dinihêrî. Gava min
digot ez birçîme, wê li min vedigerand: xarin di saringê de
ye, ji xwe re germbike û bixwe. Piştî min şîv dixar, xeweke
giran xwe davête ser çavên min, û ji westabûna re ez cida
diketim xew.
- ezbenî,
weke ku ez ketime zindanekê, di jiyaneke gilover de dijîm.
Ew keçika ku cihan pêş cavên min fireh dikir, rondikir, bi
daxwazan mişt dikir, ew keçika winda bû, ez ni zam kuda çû,
lê bê guman ne va ye (çavên xwe bi aliî jinikê de çîşkî
zîvirand), va ya bû ye pêwanê vê zindana min e.
- ezbenî ez
dikim ji vê zindanê derkevim.
Di
vê wextê de perdedarê dadgehê kete hundir ku tiştekî ji
dadwer re bibêje. Dadwer jê re got derkeve derva, derî li
ser me bigre, kîçax min zengilê derî lêxist, we çaxê di
hundir keve.
Xort di vê
kêlikê de ketibû rewşeke cetin, ne karibû li jina xwe
binihêriya, û ne li dadwer. Bêku zanibe hêsir bi çavên wî
ketibûn yan na, desmala xwe ji beriya xwe derxist, çav û
eniya xwe damala.
Dadwer bi
çavên tewanbar li jinikê nihêrî, û jê pirsî: tu çi dibêjî..?
Jinikê rû yê xwe çişkî bada, li dîwarê
rastê yê dadgehê nihêrî, tabloyeke kevine bê perwaz li ser
dêwêr kifikî bûbû, di bin kifikê de odirê terazuyek dixewinî,
li ser herdu lepên terazu mêşan bi salan zîç kiribûn.
Bi dubare
ya dengê dadwer re li xwe vegeriya, bi fedîbûna keçeke çarde
salî dest bi axavtina xwe kir:
- ezbenî..,
ezbenî ez ni zanim çima li me weha bû. Ti xortan xeyne vî
jinitiya min hişyar ne kir( serê xwe çîşkî berve xort de
xarkir ), ew salên ku em hîn desgirtiyên hevdu bûn, ez
nikarim ser wan biaxivim, ew xewnên tewre şêrin bûn di
jiyana min de, ne bes weha bûn, ew xewnên di jiyana mirovan
de kêm tên dîtin. Di wê qonaxê de, herku min ew didît, weke
dergehên çîrokên hezar şev û şevekê pêş min vedibûn. Ez ni
karim hezkirina ku min jê hezdikir ji kesekî re şîrovebikim,
ancax ênku bi derdî evênê ketibin ew karibin min fambikin.
Eceb kes kare bi peyvan gewhera evînê bi kesekî din naskirin
bide?.
Gava ez
diçûm hevdîtina wî, çiqas ez zû diçûm ew li ber min hatibû.
Ji dûr ve min hezar daxwaz di çavên wî de didîtin. Peyv di
devî wî de lihevdiqelibîn, nîvenîv ji devî wî derdiketin,
weke ku bi hev re ketibûn qoşê. Kêfxaşiyekê ez ji kokê de
dihejandim. Ez hest dibûm çendîn ez li vê cihanê hêjame, ku
ez viqas mirovekî bextewer dikim. Min bi xwe re digot: erê..,
hebûna min li vê cihanê ne vala ye, ez wateyekê didime
jiyana mirovekî. Min digot: Xwedêwo.. biria mirina min ber
mirina wî be, ji bo ez ne bînim ew ji vê cihanê biçe û hîn
daxwazên wî ji min ne qediya ne.
Hêsir bi
çavên jinikê ketin, kilê li ser çavan bi cih cih şehetîn,
peyvên wê bi hundirî wê de vegeriyan, û bi dadwer re got:
ezbenî min zêdetirîn mêşîne, ez ji te tika dikim, me zû ji
hevdu berde, û min mecbûre parçe ya gotina din me ke.
Dadwer
ketibû sîberan. Cara yekem bû ku ew di vî karî xwe yî bîst û
pênc sal derbaskirine li dozeke weha rast tê. Wî xwe ji
bîrkiribû ku ew dadwere:
Bi van
gotnên wê re, ew jî li xwe vegeriya, li ser kursiya xwe
çîşkî livya, û bi destê xwe nîşan dat jinikê ku berdewam
bike.
- ezbenî..,
em zewicîn, her sê mehên siftehîn xaş derbasbûn, lê
bele..bele.. guhartinekê despêkir. Di wan sê mehan de, ez
sibê ber wî radibûm, min taşte ji wî re çêdikir, deng li wî
dikir, me bi hev re taşte dixwar, ew diçû karê xwe, min jî
mala xwe didahev, û pê wî re bi du katjmêran re ez jî diçûm
karê xwe. Ez berî wî dihatim mal, min zû xarin çêdikir,
çiqas ez birçîbûma jî ez lihêviya wî dimam. Me bi hevra
navra xwe dixar, û ge paşê derdiketin, ji xwe re digeriyan,
yan diçûn serdana malbata dostekî, yan diçûn tiyatro, ge jî
li mal diman, pêşeroja xwe ji xwe re dihûnan.
Lê
guhartinek ni zam ji ku da hat. Piştî van sê mehan, herku ji
karê xwe dihat, wê berî hemû tiştî bigota ka xarin, te çima
va xarina çêkirî ye, ez ji vê xarinê heznakim, çima bê xuyê
ye, va çi îsotin te kirikê kê ye. Li min êdina ne dinihêrî,
çelengiya min li pêş çavên wî vemirî, çêkirina ku min ji bo
wî xwe çêdikir, bê wate bû. Ku min jê dixast em çîşkî
derkevin, ji xwe re bigerin, yan herin cem kesekî, digot ez
westiya me, xewa min tê ye. Diçû ser textê xewê, û berku ez
herim xwe di cemkim, xorexora wî dihat. Ez tenê dimam, xew
ji çavên min difirya, min ji xwe pirsdikir: ka şahbûna wî
herku ez didîtim, ka ew peyvên evînî, yên ku min ni zanibû
ji ku derdixistin,, ka hebuna min e ber çavên wî, ew hebûna
daxwaz di çavên wî de lihev şaşdikirin?
Va
pênc..şeş mehên dawiyê, ez şevê pê de bi tenê rûdinim, li vê
rewşa me mijûl dibim. Bi rastî ez bi xwe re jiyan dibime, li
hezkirina wî digeriya, ew hezkirina kuda çû..? ew mirovê ku
min jê hezdikir çawa windabû, ez êdina bi mirovekî biyanî re
dijim, va yî li kêlekê min radikeve, va ne ew e, ez vî
nasnakim, û naxwazim nasbikim.
- ezbenî
navî wî bi min ne gerege, bîçimî wî bi min ne gerege, î di
hundirî wî de bi min gerege, ew jî winda bû, ezê çima bi
mirovekî biyanî re bijîm, mirovekî ne ez jê hezdikim, û ne
ew ji min, berdewama jiyanê bi wî re mirineke hêdî hêdî ye,
ez jî ni karim bi mirineke weha re bijîm.
Dadwer destê xwe bi sistî ji bin çenga
xwe rêzgar kir, avête pênûsa xwe, li ser rûpela li pêş wî
tiştek nivîsand, îmza xwe li bin xist, û bêku li wan
binihêre, bi wan re bi dengekî gellek melûl got: min win
jihevdu berdan.
Jin û mêr
di ciyê xwe de sar bûn, carekê dudiyan bi hawakî ne weke
berê li hev nihêrîn, li dadwer nihêrîn. Dadwer careke din
got: herin.. min win jihev berdan, lê yên di hundirî we de
windabûne, dibeku careke din disa lihevdu rast werin, û weke
berê ji hev hezbikin: Û zengilê derî du..sê..caran lêxist.
|