2009-09-24

         

kurdi@tirej.net

 
Hozan Badilî

04.07.2007

 
 
 
 

 القسم العربي  

 

 

Mêvana min
Hozan Badilî

Di bin çavan re
tîrên mirinê ji min re
dişîne.

xirecira lêvên min
û wê .. agir
di bêdengiya şevê de
vêdixîne.

destên xwe davêjim
bişkovkên kirasê sor
bi qaçaxî..
û ew helbestên evînî
bi pistepist
ji min re
dixwîne.

Nêrgiz û kulîlk
û darên sêva
di meyxana çavê wê de
zarok û tazî ne.

ji paş sînorê
pêsîran
li cîhanê dinerim
di zindana evînê de
ji hezar salan de
hêsîr im..
û gotinên nabûnê
di serê min de
bawî ne.

çira gazê
li ser dîwarê bê ziman
hêdî hêdî vedimire..
û zivistana xulmaş
tejika xewê
ji ser çavê mêvana min
direvîne.
 

 



 

A  R  S  I  V.

ARŞÎIVA 2006ê.    ARŞÎVA MEHA 1 û 2  SALA 2007ê. ARŞÎVA MEHA 3 SALA 2007ê. ARŞÎVA MEHA 4  SALA 2007. ARŞÎVA MEHA 5ê SALA 2007. Arshîva meha 6ê 2007

Ji bilî nivîsên ku li ser navê Tîrêja Kurdî têne weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye.