|
Zemawenda diwem
Yasîn Hisên
Her yekem hêstir ji bo te ye
her ew kelên girî dibûn henek
di sîh û şeş newrozan de
çar yezdanan zemawendên xwe li cihekî dûr li dardixistin….
û name bi dû namê de
destên min diqefilîn….
qêrîn bi dû qêrînê de
ez diwestiyam
ji lavêjên beht
dema lêvên te lava dikirin….
tenê dema ez di yekemîniya te de,
min tu himbêz dikirî
tu bêdeng dimayî,
ker…..lal…..gêj
nalîna yezadanan
û pûştên bihuştê bi te diketin
çiko lêvên te sorahiya xwe ji êgir girtibûn
memikên te
şîrê helbestan bû…
nigên te…ey yezdanê! di riwê xwedê de diqîriyan
Ey Yezadana bêhûde
de bi xwe re min bifirîne
min di bin çengê xwe de biguvêşe
da mîna mindalan
hihitokan di landika min de birêse
u her şev bi dû şevê de
zemawenda siyem di dilê min de
har dibû……..
kurdistan
|