|
Ramana Kolektîva
Ronakbîrên Kurd: V
Dewleta Elman bi roleke bêyûm rabûye!
Li cografyaya Yêkitîya Ewrûpayê [YE] nifûsa herî boş ya
Kurdan li Elmanya ye. Kurdên bi giştî li cografyaya YEyê kêm
zêde, jar lawaz jî be, organîze ne. Belêm organîzebûna herî
xurt li Elmanya ye. Kurdên Elmanyayê ji salên 1960î were ji
alîyê ekonomîk û ji alîyê hêza kar ve potansîyeleke xurt
pêkînane. Ji karkerên berê îro kardêr derketine û hêzê
didine ekonomîya Elmanyayê. Nifûsa Kurda piranî ciwan e û
hejmara xwandayan jî her diçe zêde dibe. Kurd wacibên xwe
yên qanûnî bi cih tînin, baca xwe didin, nifşê nû hewcehî
hebe leşkerîya xwe dikin û di van salên dawîyê da li sehneya
polîtîka Elmanyayê jî Kurd derketine pêş û hem di
parlementên eyaletan, hem jî di encumenên şehridarîyan da
hejmareke ne kêm ya Kurdan heye.
Li alîyê dî, di nav Kurdên Elmanyayê da, ji ber rewş û
statuya kolonyal ya Kurdistanê, bi bîr û hizirên neteweyî
hişyarîyek jî bilind bûye û digel îdareya jîyana xwe ya
Elmanyayê, bi pirsên xwe yên neteweyî ve jî mijûl in û
destekê didine bizava xelkê xwe ya neteweyî. Piranîya Kurdên
Elmanyayê jî ji bakur in, anku ji parçeyê ku di bin dagîrîya
dewleta Tirk da ye hatine. Organîzebûn û li Kurdayetîya xwe
xwudan derketin û destek dana bizava neteweyî ya Kurdên
Elmanyayê, di serî da dewleta Tirk hindî hûn bêjin aciz
dike. Têkilîyên dewleta Tirk û Elmanyayê jî kevn in û ji
dawîya sedsala 19an û bi taybetî jî ji serê sedsala 20an
were di nav bazareke gelek kirêt da ne. Ji dewrê Ittihat
Terakkîyê were, dewleta Tirk li cografyaya Anatolê û parçeyê
bakur yê Kurdistanê çi xirabî, wêranî, qetil û jenosîd li
ser xelkên wê cografyayê kiribin, destê dewleta Elman jî
têda heye. Elmanyayê berî Nazîzmê, di demê Nazîzmê da û vaye
di demê nû da jî ev piştevanîya xwe ya digel dewleta Tirk
neguhorîye û her bi çi rengî be didomîne. Têkilîyên dewleta
Tirk û Elmanyayê ji bo ”terefên sêyê” hergav şer, wêranî,
xirabî, neqencî û bêyûmî înaye. Vêca dewleta Tirk vê
polîtîka xwe ya antî Kurd, di demê nû da jî gelek bi hişyarî
di rê dibe digel Elmanyayê. Helbet Elmanya jî di vî demê xwe
yê nû da kêmî dewleta Tirk namîne û ew jî li ser
berjewendîyên xwe yên ekonomîk û polîtîk têkilîyên xwe digel
dewleta Tirk di nav terazîyekê da bi rê ve dibe. Vê bazara
wan ya kirêt ji serî were di eleyhê Kurdan da encam daye.
Bûyerên ku îro li Elmanyayê di eleyhê Kurdan da rûdidin, ji
polîtîkên berê yên dewleta Tirk û Elmanyayê yên hevpar qut
nînin, di şertên nû da û bi rengên nû berdewama polîtîkên
kevn in. Dewleta Tirk kartên xwe yên ekonomîk û herweha hêza
kar ya karker û kardêrên Tirk yên li Elmanyayê bi timamî di
eleyhê Kurdan da bi kar tîne li Elmanyayê û dewleta Elman jî
ji ber berjewendîyên xwe vê yêkê ji dil dike. Elmanya di
bazara kirêt ya digel dewleta Tirk da hisabên gelek biçûk
dike û xwe hizar car dişkêne. Di Elmanyaya nû da, goya
bihayên demokratîk û humanîter hene!. Ji kiryarên Elmanyayê
yên îro eve dernakeve. Ji pratîka îro xuya dibe ku rêvebirên
Elmanyaya nû, van bihayên mirovî ji bo veşartina rûyê xwe yê
şovenîst û antî demokratîk dikin maske!. Elmanya eve serê
çend salan e ku dijî Kurdan êrişkarîyeke gelek xurt pêktîne.
Elmanya çi ji Kurdan dixwaze? Kurd bi hejmara xwe ya bilind
û relatîven jî be kalîfîye, hezeke xurt in ji bo ekonomîya
wan. Dîsa relatîven jî be, bi gihiştina sosyal, kultur û
polîtîk ve jî jîyana Elmanyayê ya di van waran da zengîn
dikin. Digel vê realîteyê jî dewleta Elmanya xwe ji wan
polîtîkên xwe yên tradisyonel xilas nake û di nav gîrdava
dewleta Tirk da esasen zerarê digihîne paşeroja xelkê Elman
jî. Xuya ye ku Elmanya bi Tirkîyeyê ra li ser zemînê asgarî
muştereka şovenîzmê û helbet hisabên ekonomîk têkilîyên xwe
vedihûne. Bi polîtîkên xwe yên dijî Kurdan avê dikêşe ser
aşê dewleta Tirk û bi vê reftara xwe jî dibe şirîkê sûc û
gunehên wan yên li ser xelkê Kurd li Kurdistanê.
Dewleta Elman vê gavê jî bayê operasyonan daye rakirin û
dîsa ve gelek polîtîkerên Kurd girtine. Di vê operasyonê da
berê dasa xwe gihandîye ronakbîrên Kurd jî. Nivîskar û
ronakbîrê navdar Haydar Işik jî girtine. Dewleta Elman bi
girtina Haydar Işik topizê qentarê êcarî ji dest berdaye û
bêperwa bûye. Dewleta Elman bi vê pratîka xwe adeta
taşeronîya dewleta Tirk dike beramberî Kurdan. Dewleta Tirk,
ji bilî êriş û wêrankarîya xwe ya li bakura Kurdistanê, eve
mideheke behs û hazirîyên operasyona ”paş tixûb” jî dike û
li paş slogana ”Qendîl”, li ser Kurdistana Federal jî
dixwaze cepheyekî şer veke. Belêm bi operasyona Elmanyayê
kivş bû ku dewleta Tirk operasyona xwe ya ”paş tixûb” ji
Elmanyayê da dest pê kirin û dewleta Elman ajote ser Kurdan.
Dewleta Elman bi van polîtîkên xwe dixwaze destekê bide
dewleta Tirk, belêm ji bîr dike ku ev kiryara wan
tehrîbateke mezin digihîne têkilîyên Elman û Kurdan. Elmanya
di vê polîtîka xwe ya alyansdarîya bi dewleta Tirk ra,
Kurdan her diçe ji xwe dûr dike ku eve dê zerareke bêtixûb
pêkbîne di navbeyna Elman û Kurdan da.
Lewma hêj di serê bûyerê da, em bangî dewleta Elman dikin ku
zûtirîn dem ronakbîr û niviskarê navdar yê Kurd Haydar Işik
û herweha girtîyên dî yên Kurd berdin. Heqê Elmanyayê bi çu
awayî nîne ku ronakbîrekî navdar yê Kurd girtî bihêle. Em
bangî ronakbîr û niviskarên Elman jî dikin ku beramberî vê
bêhuqûqî û bêqanûnîtîya dewleta Elman bêdeng nemînin û
fişarê bibine ser hukûmeta Elman ku Haydar Işik û Kurdên dî
berdin.
Dewleta Elman bi van operasyonên xwe, bi van kiryarên xwe
yên antî demokratîk, bihayên demokratîk yên Yêkitîya
Ewrûpayê jî binpê dike û zerareke mezin digihîne bihayên
mirovî û demokratîk yên YEyê. Ji ber vê yêkê, em bangî
mekanîzmayên Yêkitîya Ewrûpayê jî dikin ku vê şiddeta
dewleta Elman ya li ser Kurdan bidine rawestandin.
Dewleta Elman bi operasyonên xwe yên li ser Kurdan, bi navê
dewleta Tirk, bi roleke bêyûm rabûye û em vê polîtîka
dewleta Elman bi xurtî şêrmizar û protesto dikin.
Haydar Işik endamê kolektîva me ye û divêt sanîyeyek neyê
borandin, digel Kurdên dî yên hatine girtin, zûtirîn dem
bête berdan!.
06 Tîrmeh 2007
Bi navê Kolektîva Ronakbîrên Kurd:
ROJAN HAZIM, Niviskar
DERWÊŞ FERHO, Şair, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Brukselê
MÎRHEM EGÎD, Rojnamevan
MEDENÎ FERHO, Nivîskar
|