 |
 |
|
Dr. Yekta |
|
Skandalek
nû ya dermanfirotina Tirkiyê:
Dr. Yekta:
Xetera Helebceyekî nû heye
Gabar Çiyan
Tirkiyê,
bi rêya şîrketên xwe îlacan û xwarinê difroşe Iraqê. Derket
holê ku gelek ji derman û xwarinên tê firotin genî anjî
kevin bûne. Ji ber firotina derman û xwarinên kevin û
xirabûyî, hemwelatiyên Iraqê têne jehrdayîn. Pisporê pirsê
dihênin zimên ku Herêma Kurdistanê jî ji ber derman û
xwarinên kevin û xirabûyî dikare ketibe bin xeterek e mezin.
Pirs ne nû
ye. Ji zû ve îlac û xwarin tên firotin. Lê şikên li hember
sextekariya şîrketên Tirkiyê berî niha eşkere bû û piştî
bûyerê kontrolkirina îlacan û xwarinê ji aliyê dezgehên
bijîjkiya Iraqê û Herêma Kurdistanê ve xurtir bû. Dezgehên
bijîjikiyê li Iraq û Kurdistanê sextekariya şîrketên Tirkiyê
eşkere kir. Wezareta Iraqê li ser pirsê notayek protestoyî
da balyozxaneya Tirkiyê li Baxdayê. Ji Wezareta Derve a
Tirkiyê hate xwestin ku li ser şîrketên dermanfiroş, mercên
xebata febrîkeyên wan, birêvebiriya wan û awayê guhestina
dermanan bo Iraqê, zaniyariyê bide wezareta Tenduristiyê a
Iraqê. Ji Tirkiyê heta xwestin ku, rê bide komek doktorên
Iraqî ku werin Tirkiyê da ku pirsê ji nêz ve bişopînin. Di
nava komê de niwênerên kurda ji Herêma Kurdistanê jî hene.
Kesên dixwazin herin Tirkiyê ev in: Dr. Ihsan Jaafer, Dr.
Huseyin Al Beer, Dr. Ala Shallan û Mûdirê Sihetê yê Duhokê
Luma Hazim.
Wezareta
karê derve a Tirkiyê, bi Mûdirê Tevayî yê Dermanfiroşên
Tirkiyê re kete têkiliyê û ji wan zaniyarî xwest. Piştî
têkiliyên wezareta Tirkiyê bi şîrketên derman û xwarinên re,
Wezareta Karê Derve a Tirkiyê bi ihtîmalek mezin dê bersivek
neyênî bide Iraqê. Çavkaniyên tenduristî yê li Tirkiyê û
Kurdistanê dane zanîn ku pirs mezin e, skandal ji awira
aborî ve pişta xwe dide pereyên mezin. Dema pirs bê kolandin
dikare skandalek berfirehtir derkeve holê. Tirsa herî mezin
ew e ku şîrketên Tirkiyê bi zanabûn, siheta bi hezaran
hemwelatiyên Iraqê û kurda xistibe xeterê.
Em, li ser
xetera dermanên kevin û çareseriya pirsa îlacan li Herêma
Kurdistanê, bi pisporê pirsê Dr. Yekta Uzunoglu re axifîn.
Wî li ser pirsê agehdariyên girind da me. Fermo hevpeyvîna
bi Dr. Uzunoglu re:
- Çima dermanfiroşên Tirkiyê îlacên xirabe,
kevin difroşe Iraqê?
Bersiva vê
suale ev e : Çima Iraqî û dîsa wusa Kurd dermanan ji Turkiye
distînin? Şîrketên tirk li Iraqê wusa jî li Kurdistanê ji
xwe re taşeronan peyda kirine, network a xwe ya mafyayî saz
kirine, saxiya mirovan bo wan, armanca xebata wan nîn e.
Malesef pir kesên ku taşerontî bo şîrketên tirka dikin, di
dema diktatoriya Saddam Husêyn de, dîsa ew bûne ku tîcaretê
kirine - yan jî bawen wan -.Yanî bi wêjeye geleri "caş" bûne
û îro ew "caş" xwudan hikmekî berbiçav in di warê "ticaretê"
de. Lê tiştê ku tê kirin ji exlaqê / Kodex / ticaretê gelekî
dûr e. Ev kes bo qezencên xwe hertiştî "difroşin". Ku karên
ku ew dikin, bi xwe gorî kriterên mirovatiyê ne firotin e,
le qetil e.
Hem
mirovan qetil dikin û hem jî li serda dirav qezenc dikin.
Di her welatekî de ticareta dermanan li bin hukmê qanunan,
li bin kontrola saziyên dewletî de ye. Berspirsiyarê vê
bûyera tirajîk li Kurdistanê berî herkesî, pêşî tacirên tirk
û taşeronên wan in, paşê kesên ku bên rexnekirin karbidestên
herêmê ne. Çawa hikumetekî destura îtxalkirina dermanan ji
welateki weka Tirkiyê dikare bide? Ew Tirkiye ku bingehê
siyaseta xwe li ser nijadperestiya dijî hebûna gelê Kurd ava
kiriye! Ev xeletiyên wisan cihê pirsê ye.
- Dermanên kevin û xirabe ji awira
bijijkî ve çi bandorê li Kurda dikare bike?
Piraniye
dermanan bi xwe jahr in. Minak: wek antîbîotîk. Le ku dozajê
derman bo kuştina mikrob û virus be, ew derman e, le ku
dozaj zêde bilind be dibe jehr bo mirovî. Dozaja bilind
dikare mirovan bikuje anjî bi kêmanî hinek organan taxrîb
bike.
Dermanên Kevin: Hinek derman in ku kevin dibin hikmê
dermanbûnê hunda dikin. Lê hinek jî dibin jahr.
Dermanên xirab: Dikare mirovî nav demekî kurt de bikuje, lê
dikare taxrîbatê bide hinek organên mirovî. Ev taxrîbata
organan xwe piştî demekî dirêj yan demekî kurt nîşan dide,
bi şêweyên cure-cure.
Ev "derman" ên xirabe giştî zirarê didin kezeba reş û hinek
jî gurçikan. Ev zirar wek nexweşîyekê xwe dikare piştî salan
jî nişan bide. Hinek derman dikarin dervayê wî da genê mirov
xirab bikin. Wê demê zirare wan di neslên din de xwe nîşan
dide. Yanê, dikare xwe piştî 5-10 salan di zarokan de nîşan
bide û zarok seqet - yan jî alî canî yan jî ji alî ruhî -
werin dinyê. Hun dikarin dehhezaran zarukên seqet texmîn
bikin? Wê demê karbidestên îro wê di ser kar û hukmê xwe de
nebin, dibe ku nejîn jî, lê zarukên seqet wê bi wi seqetiyê
mahkumê jiyanekî bi êş û kul bin.
Dervaye wî ji hinek dermanên xirab dikarin zirare bidin rihê
mirovan. Ger imkana çuyin û xebate azad hebûya min dê çend
pisporan bişanda Kurdistana Başur û Bakur ku lekolinekî li
ser "xwekuştiyan" bikin. Lebikolin gelo ew keçên ciwan ku
xwe dikujin, dest davêjin jiyana xwe, xwe dişewitînin, berya
van depresionan derman xwarine yan na, ger xwaribin çi,
kîjan derman xwarine, xwîna wan de perçeyen kîjan madeyên
kimyewî hene ûhd. ûhd. Ji ber ku hinek "dermanên"
antîdepresiv ger xirab bin dikarin depresione hê qurtir û
xurtir bikin û bibin sedemê gavên "har", wek xwekuştin. Di
vê warê de berpirsiyarî kî mezin para doktrorên Kurd ê
Herêmê ye. Ew bi xwe dikarin li ser van pirsan grubên xebatê
saz bikin û lê bikolin.
Ta kengê
wê hevî û leviya alikariyê ji " derva " bin? Wek tê zanin
vietnamî di nav şerê malxirab de xebata xwe ye ilmî
didomandin, kurd çima nakin? Piraniye belediyên Kurdistana
Bakur li destê welatparêzên kurd de ye, li Başur ji xwe
dewlet ew in. Çima ji sulane xwe yên jiyanê re xwedî
dernakevin?
Ji alîk- 80.000-100.000 pêşmerge û dehhezaran polîs- quweten
asayişê - tên xwedî kirin ku hereme Kurdistanê biparezin, lê
ji alî din weka ku singê gelê xwe vekiribin û dibejin werin
me bi pere me bikujin. Dermanên xerab dikarin sedem û sebebe
trajedikî ji ya Halepçe mezintir bin.
- Di rewşa
îro de pêwîstiya Kurdistanê bi febrîkeya îlacan heye, an na?
Çima heye?
Çaraliyê herêmê rejimên har in. Pêwîst e berpirsiyarên
Herêmê saxiya gele xwe teslimî "qederê", teslimî peyayên van
rejîmên har û hirhop nekin. Ger derman ne ji "ciranan", le
ji welatekî "dur" jî bistînin, tu garantî nîne ku, deste
hinekan neghije wan deverên " dur " û derman rastî derman
be. Çareser kirina derman wek sazkirina hezên parastinê bo
herêmê re giring e. Derman ne televîzîon, kompîtur yan
otomobîl e ku xirab derket "tenê" zirare bide mirovekî.
Jiber ku derman ne derman be saxî û canê mirovî ji dest diçe
û vegerê cane nîn e. Divê ku karbidestên Kurdistana Başur
suala derman û xwarinê bi destê xwe û di Herêmê de çareser
bikin. Ger ev çareser nebe, nujentirîn çek jî nikare gelê wê
Herêmê biparêze.
- Ji awira ekonomîk ve, çiqas çûna
Herêma Kurdistanê ji bo îlacan heye?
Kes nizane.
Hinek derman hikumeta Baxda finanse dike, hinek ye herêmê û
serda gelek derman jî bi kaçaxî tên firotin-stendin.
Statîstîk nîn e. Lê gor texmînên gelek gilover ev hejmar ji
çendsed milîon dolarê emerîkî kemtir nîn e.
- Ji bo Herêma Kurdistanê bibe
xwediyê febrîkeyê îlacan, derman li Kurdistanê bên çêkirin,
çi xebatên bingehîn pêwîst in?
Bere
hertiştî divê Parlementoya Kurdistanê qanunan di vî warî de
pêk bîne û hejmar û navên dermanên ku wek derman qebul dike
biweşîne. Firotin û bikaranîna "dermanên" din jî qedexe
bike. Tevekên welatên nujen de derman li bin kontrola
dewletê de ye. Wek tê zanin li Swêdê ne tenê derman li bin
kontrolê hikumetê de ye, lê dîsa wusa dermanxane bi xwe jî
yên dewlete ne.
Dibe ku
pisporên Parlemantoya Kurdistanê di vê warê de tune be. Le
bo pêkanina lîstekî dermanên bingehîn pewîstiya wan
bo pisporan jî nîn e. Saziya Tenduristiya Yekîtiya Milletan
deh salan e di vê warê de kar dike. Parlementoya Kurdistanê
bo qanunan dikare ji imkanên vê saziyê istîfade bike. Wek tê
zanîn bo çareserkirina piraniya nexweşinên mirovan di şertên
welatên paşdemayîn de tenê 150-180 derman têr dike.
Îro di Kurdistanê de hezaran derman ji dehan welatan heye.
Ev xeterekî gelek mezin e. Nave van 150-180 dermanan nas in.
Piraniya saziyên xêrxwaz bi van dermanen bingehîn di welaten
paşdemayî de kar dikin û di xebata xwe de gelek ser jî
dikevin.
Bo çêkirina van dermanên bingehîn bo 5 milîon gelê
Kurdistana Başur febrîkekî tenê bes e. Ku Hikumeta Herêmê
bixaze febrîkakî wusa ji alî teknolojî de di nav 6 mehan de
dikare ava bibe, ger avahî hazir be .
- Ji bo avakirina fabrîkeyên îlacan
çûna aborî çiqas pêwîst e?
Kîjan welatên mezin
li ser pirsê pispor in û mercên têkiliyek çawa li gorî
berjewendiyên Kurda ye?
Febirika
ki wusa şirketên "navdar" kêmê 500 milîon dolar çênakin. Le
bizanebûn dikare febrîkekî wusa bi 20-30 milîon dolaran ava
bibe. Wekî li Tanzanîya yê. Çareserkirina vê suale ne zehmet
e. Bi 4 pisporên gelek baş di 4 warande dikare çareser bibe
:
1.
Pisporekî tanduristî û eynê demê de dîplomat bo
dayinustendin bi saziya tendirustiya Yekîtiya Milletan,
saziyên xêrxwazên navnetewî di warê tandirustî de, bo
dayinustendin li gel welaten peşdaçûyi uhd.
2. Pisporê
dermanasî -farmakolojî -
3. Pisporê
teknolojiya dermançêkirinê
4. Pisporê
tîcareta pewistiyên hevîrê dermanan. Ji xwe pisporên baş
gruhe xebata xwe bi xwe çêdike û endamên gruhe xwe ji bi xwe
peyda dike. Di vê warê de ev pispor dikarin ji pisporên
Kurden Ewrupî istîfade bikin. Malesef deriyên Herêma
Kurdistanê bo van pisporên Kurdên xeribiyê re ta nuha girtî
ye. Sedemê peşdeçuyina Israîl ji destpêkê ta nuha ewe ku
Israîl kîjan cihû ji kîjan quncika dinê here wir, wî wek
heoli-hemwelatiyê xwe dikin singe xwe. Ev helwest mixabin e
ku hê jî li Kurdistana Başur nîn e.
Dibe ku di
destpekê de bi hinek şîrketên baş ê Hindistanê re bo demekî
têkiliye ticarî pewist be . Û dibe ku çend seferiyên zaninê
bo Tanzaniya û Hindistanê pewîst be, ji ber ku ev her du
welat sualên xwe yen bingehîn ê dermanan bi awakî baş,
rasyonel çareser kirin / kirine û dikin û ji bo Kurdistanê
dikarin minak bin. Bo cihazên hesas Korêya başur ku leşgere
wan li Kurdistanê ye, welateki bi îsabet e.
Fabrikayek
wusa li Kurdistanê de dikare di webeyê navîn de bersiva
pewîstiya tevekê Iraq jî bide û bibe navenda farmakolojiya
Iraqê. Le pêwîst e hinek fireh û dur were fikirandin.
Dr.
Yekta Uzunoğlu kî ye
1953 de li Farqînê hatiye dinyê. 1971 ji bo xwendina bilind
tê Fransayê. Li wir zimanê fransî dixwîne. 1973 de tê Pragê.
Piştî xwendina tendurustiyê, dibe doktor û di 1980 de di gel
hejmarek doktor li Kurdistanê dixebite. Piştre tê Almanya.
Li wir di avakirina Enstituya Kurdî a Parîsê û Enstîtuya
Kurdî a Bonnê rolên berbiçav hildigre ser milê xwe. Paşê
vedigere Pragê. Dr. Yekta di saxiya Şehîdê nemir hêja
Evdirehman Qasimlo de jê dersên aborî werdigirt. Paşê li ser
makro ekonomî xebitî, li ser zaniyariya aboriyê kur bû. 1993
de li gel Serekomarê Çekê Veclav Klaus û hejmarek
ekonomîstên wir, li ser bingeha berhema xwe bi navê ``Perspektîvên
Aboriya komara Çekî`` xebatên aboriyê dikin. Ji ber
komployekê di sala 1994 de tê girtin. Ew di sala1997 de azad
dibe. Di sala 2006 de xelata Frantisek-Krigelê wergirtiye.
Dr. Yekta zewiciye, du zarokên wî hene û li Komara Çekê dijî
(Zarathustra News).
|