2009-09-24

         

kurdi@tirej.net

 

 

Bêkes Reşîd

 

07.07.2007

 
 
 

 

 

 

 

 

 

 

 

 القسم العربي  

 

 

 

 QİRİKTALİYA VEŞARTÎ



Bo Çavên... Ridwan û Necat.


Li devereke nependî
... li hemû deveran!!
Li biyaniya hundurîn
Mîna parsekekî rewanî
... di romanên saykolojî de
Bi tenê
... herkes hebû!!
Pêjna hertiştî dikir
Ji “ Xwe “ tijje dibû
Di hertiştî de dima
Hertişt bixwe dihêla
Belkî, cara yekemîn bû, wilo dibû
... hertşitî li xwe dinerî
... hertişt biyan dima
... ne nav, ne zayîn û ne wate
Ez jî hebûm...
Lê...
Bêyî ko haya wî ji min hebe!!.

***

Kulma hişkolekî li ber sîngê
Gav diavêtin
... Mîna gavan bûn!!
Lê...
Belkî bi herşeş hêlan de tevde!!
Hemû ramanên xwe
Hemû hêviyên xwe
Di piyên xwe re
... li şûna wan dihiştin
Bi pevçûna piyên xwe dihisiya
Bi xeyda piyên xwe dihisiya
Bi nepejrandina rewan û gewdeyê xwe tevî dihisiya
Bi birçîbûna xakê dihisiya
Dibe ko nêzîka mandê dibû!!
Yan jî...
Bi min dihisiya
Tevî ko ez nebûm.

***

Ji nişkê ve
Bêdeng... radiwestiya
Dijminayiya hertiştî lê diciviya
Ba, xak, bîranîn, kesayetî...
Dîsan wexerkirina du bêhnan
... ya dayikê û ya mendalê
Serî çemandî
Herdu çogan rû vedşartin
Herdu çav girtî
Hêsirin girik li ser mejgûlan
Ji “ Xwe “ re dinawirand
Min jî dizanîbû!!
Ne li fêrbûneke nû digeriya
Ne li kulekê
Ne li xwe
Belkî... gora qidoş bû
Belkî... tiştin nepeyda
Belkî jî... letwanî bû!!
Mîna xewnên sava!!
Mîna dîmenekî bi gelek quloç û terî
Belkî... ew bû têkiliya binxak û awêneyê!!
Belkî... ew bû gunehê jiyanê!!
Belkî... ew bû bersiva yekemîn!!.


30 / 06 / 2007

 



 

A  R  S  I  V.

ARŞÎIVA 2006ê.    ARŞÎVA MEHA 1 û 2  SALA 2007ê. ARŞÎVA MEHA 3 SALA 2007ê. ARŞÎVA MEHA 4  SALA 2007. ARŞÎVA MEHA 5ê SALA 2007. Arshîva meha 6ê 2007

Ji bilî nivîsên ku li ser navê Tîrêja Kurdî têne weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye.