|
‘Dilê Xembar’ avêtin
hucreyê
TAYÎP TEMEL
05 Tîrmeh 2007
DÎLOK - Nivîskarê Azadiya Welat Zekî Kayar ku ji doza PKK'ê
ev 13 sal in di girtîgehê de ye û bi cezayê muebetê yê
girtîgehê hatiye cezakirin di girtîgehê de pirtûkeke
helbestan a bi navê 'Dilê Xembar' nivîsand. Weşanxaneyê
pakêteke pirtûkan ji bo nivîskar Kayar şand Gîrtîgeha Tîpa H
a Dîlokê.

Lê rêveberiya girtîgehê bi îdiaya ku komîsyoneke pirtûkê bi
kurdî bixwîne û kontrol bike tune ye, pirtûk neda Kayar û ew
avête depoya girtîgehê.
PIRTÛK JÎ CEZA KIRIN
Nivîskar Zekî Kayar bi nameyekê bûyer ji Azadiya Welat re
ragihand û diyar kir ku pirtûka wî ev 4 meh in di depoya
girtîgehê de ye û pirtûkê nadinê. Kayar wiha got: "Pirtûka
min jî bi hin hincetan avêtin depoyê. Ez mereq dikim; gelo
ew jî wekî min bi cezayê heta heta yê girtinê hatiye
cezakirin? Nizanim ew jî bi cezayekî cuda hatiye cezakirin
an jî cezayê min têrî min û pirtûka min heye? Ez bawer dikim
ku cezayê li min hatiye birîn têrî me herduyan heye."
'A.WELAT JÎ NADIN'
Nivîskar Kayar ragihand ku rayedar îdia dikin ku pirtûk bi
zimanekî nayê fêmkirin e û lewre jî ew destûrê nadin ku
bikeve girtîgehê. Kayar bi bîr xist ku Azadiya Welat jî bi
vê hincetê nadin wan û di nameya xwe de ev tişt gotin: "Halbûkî
em pir zelal û aşkera jê fêm dikin û dixwînin. Em jî û ew jî
baş dizanin ku ew bi kurdî ye. Lê îdia dikin ku kesekî ji
kurdî fêm dike, di komîsyona kontrolê de nîn e û ji ber wê
jî ew nikarin destûrê bidin."
'DÊ KIRIBA DIYARÎ'
Kayar got ku wî dixwest pirtûka xwe diyarî heval û dostên
xwe bike lê ji ber helwesta rêveberiya girtîgehê nikariye vê
yekê bike. Kayar wiha got: "Dema min bihîst ku pirtûka min
hatiye çapkirin kêfa min hat. Min jî xwest ez ji dost û
hevalên xwe re diyarî bikim û lewre jî weşanxaneyê hin
pirtûk ji min re şandin. Lê mixabin ev jî nebû nesîp ji bo
min."
Li gelek girtîgehên li Tirkiyeyê, ji ber ku bi malbatên xwe
re bi kurdî axivîne, der barê girtiyan de cezayên hucreyê û
qedexekirina nameyan dabûn.
‘Pêkanînên me ne kêfî ne’
Li ser vê bûyerê me serî li nêrînên rayedarên girtîgehê dan.
Yek ji Midûrên Girtîgeha Tîpa H ya Dîlokê ku navê wî Aydin e
û nexwest paşnavê xwe bide diyar kir ku ew van pêkanînan li
gorî Giştînameya Wezareta Dadê ya bi hejmara 45/1 pêk tînin.
Rayedarî wiha got: "Tu helwesteke me li dijî zimanê kurdî
yan jî zimanekî din nîn e. Li gorî giştînameyê divê em piştî
destûra dozgerê çapemeniyê yê giştî, weşanan kontrol bikin
ka ewlehiya girtîgehê dixe xetereyê yan na. Lê di komîsyona
me de kesên ku kurdî dizanin nîn in. Em rojnameya Gundemê
didin girtiyan. Lê em Azadiya Welat û weşanên bi kurdî ji
ber vê sedemê nadin girtiyan."
'DIVÊ TERCÛMAN BIBÎNIN'
Rayedarê girtîgehê got ku girtî yan jî malbata girtî dikare
bi pereyê xwe ji xwe re tercûmanekî sondxwarî bigirin û
weşanan pê bide wergerandin û wiha axivî: "Em nikarin vê
yekê bikin û em neçar in ku bizanin çi di weşanan de tê
nivîsandin. Ne bes e ku biryara qedexekirina weşanekê nebe.
Divê komîsyon bizanibe ka weşan ewlehiya girtîgehê dixe
talûkeyê yan na."
|