2009-09-24

         

kurdi@tirej.net

 

Xizan Şîlan

 

 

 
 
 

MIRINA BEXTEWAR
Xizan Şîlan

 

 

JI EYŞE ŞANÊ RE

Xizan Şîlan

 

 

 

 

 

 

 

 القسم العربي  

 

 

Xizan Şîlan
 

 LI DÛRÎ TE


dengê têlên kêmanê
dilê xwe yê jar
diyarî
melûliya awirên te dikim
wêne bêreng in
awaz bêdeng in
dar piştxûz in
şax xemgîn in
pelik diponijin
daristan tarûmar e
şadî îskeîsk digirîn
kanî dimiçiqin
dem qurmiçîn
awir
li xilmaşkiya çavan
dicefilin
hevok
li ser lêvan nîvco man
hest
li keziya porê te
penaber in
bextewarî
di gola hesretê de
xeniqî
neçarî
li ser dilê min
bû xençereke zengarî
derya
li agirê evîndariyê
keliya
li perestgeha giyanê
benê tizbiya duayên min
qetiya
pêjn
li kurtepisteke ne diyar
diperpitin
hêvî
li nav pençeyên bareşa felekê
perçiqîn
li dûrî te
helbestan
li bejna te ya zirav
dihûnim
li kolanên xewle
toza baranê li xwe dikim
bîranînên xwe
li hêlekana havîngehên te
dihejînim
sewdaseriya te
kezeb û cîger
li min peritandin
ji şûşeya sermestiyê
êşa keser û nalînan
vedixwim
were
li leyistika şevbihêrkan
bibe kembera nava min
bi çirûskên kenê xwe
tariya şevistanan
bidirîne
bi dengê lorîna êvarên xwe
ji çavên mirina min
axîna firmêskan
bibarîne
min
li xem û xeyalên bizdonek
bi germa henasa xwe
binixumîne
li dûrî te
ez bûm qirşûqal
û pûşekî teriqî
li nav lîtavan
çûkekî perşikestî me
li valahiya asîmanê
ewrekî bedbext im
her roj
di hembêza nebûna te de
hezar carî dimirim
û zindî dibim



2007-04-01
Stockholm



 

A  R  S  I  V.

ARŞÎIVA 2006ê.    ARŞÎVA MEHA 1 û 2  SALA 2007ê. ARŞÎVA MEHA 3 SALA 2007ê. ARŞÎVA MEHA 4  SALA 2007. ARŞÎVA MEHA 5ê SALA 2007. Arshîva meha 6ê 2007

Ji bilî nivîsên ku li ser navê Tîrêja Kurdî têne weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye.