|
MIRINA
BEXTEWAR
Xizan Şîlan
1991-08-08 Stockholm
Ji bo bîranîna Wedat Aydin
Min navê xwe ji axa welatî, ji destên qelişî, ji enî û
serçavên bi xwîdan, ji axîn û nalîn û stranên dayikan, ji
çemên mîna Diclê û Feradê dinalin, seri radikin diqêrin û
diherikin,
ji karker û gundiyên xwe, ji dîroka xelkekî bindest û hejar,
ji xwîna mirovên wek egîdan, ji gelekî tî, tiyê azadiyê
wergirtiyê min navê xwe.
Min paşnavê xwe ji tîrêjên tavê ku di berbanga sibehê de
tariyê ronî dikin, ji şewqa heyvê, ji stêrkên ku li asîman
di tarîtiya şevê de diçirisin, ji şewqa zanînê, ji çavên ku
rastî û ronahiyê dibînin, ji zimanên ku nayên qeyd û
bendkirin wergirtiyê min paşnavê xwe.
Werin em tevde û wekhev biqîrin. Nîşan bide egîdiyê, ev
meydan a şêran, hilîne heyfa bav û kalan, jêke zimanê rovî û
çeqelan, ava bike warê şêr û mêran. Bi eynî hest û hesretê,
bi eynî sewdayê diperpite dilê me. Em yekdilê axekê ne. Dest
bidin hev, hîs û daxwaziyên xwe bikin tev. Ev çi rik û
nefret e, ev çi axatî û begitî ye, cudebûn û dawayê xwînê ye?
Ev ne dûr e, aha li kêleka me ye evîna welatê min. Ala kesk
û sor û zer, dîlan û strana min. Ez niha bextewar im bi
mirina xwe û bi navê welatê xwe şehîd ketime. Eger rojekê
mirina te bibe, bila di riya wê de be. Riya azadiyê ya
birûmet....
Ev diyar diyarê me ye, diyarê Bekiran û ronakbîran. Ez jî
parçeyek ji nava dilê Diyarbekirê
diçirisîm wek agirê azadiyê. Di navbera heft deriyên Kelê
de, ber bi ronahiyê ve.... Ev mij û dûmanê ewrên reş ku xwe
dagirtiyê ser bajarê Diyarbekirê dê bidire, biqelişe û tune
bibe bi saya şewqa ronahiya Aydinan, zana û ronakbîran.
Eger tu gulleya xwe a yekemîn berdî û biteqînî di serê
dijmin de, ez ê bibhîzim hevalo di nava gora xwe de. Ev
gulleyên bi xiyanetî di mêjiyê min de hatibûn berdan dê
bînin bîra min.
Eger tu bi çoyê şivan û gavanan, wekî sîwarê hespê bajoyî
ser dijmin, qirr û talan bikî ez ê bibhîzim hevalo di nava
tirba xwe de. Ev şaxên darên ku li hêla gora min ber bi
çaraliyan ve
xwe dihejînin dê bînin bîra min.
Eger tu bi kevirê destê xwe serê dijmin bişkênî û biqelişînî,
ez ê bibhîzim di nava tirba xwe de. Ev kevirê nemir ku li
ser gora min hatiyê danîn dê bîne bîra min. Ez ê dîsa şa û
dilşad bibim hevalo bi mirina xwe.
Eger tu digel gelê min, bihev re wekî çiya û zinaran bi
yekdil û yekmil, bi yekdest û yekmist
li hember dijmin rawestî, ez ê bibhîzim hevalo di nava gora
xwe de. Ev dilên şervanên azadiyê yên qehreman û nemir ku di
navbera çiyan de raketine û hatine binaxkirin dê bînin bîra
min.
Eger tu rojekê li ser ev axa azad, bi serbestî dest bi
reşandin û çandina zeviya xwe bikî, ez ê bibhîzim di nava
gora xwe de. Ev bîhna gulên kesk û sor û zer ku li ser axa
gora min dibişkivîn û rehê xwe ber bi dilê min ve berdide dê
bînin bîra min. Ez ê dîsa bextewar bibim hevalno bi mirina
xwe.
Min li ber çirûskên şewqa ilmê got ev rastiya. Min pêşkeş
kir ramanên xwe yên ronakbîrî û ji bo azadiya welatê xwe
bexşandibû canê xwe. Agirê dilê min dê dîsa gurr bibe û
biperpite di bin axa min de.
Eger tu ala xwe bihejînî li ser axa şaristaniya Kurdistanê,
ez ê bibhîzim di gora xwe de. Ev şaxên daran ku li hêla min
xwe dihejînin dê bînin bîra min. Ez hê dijîm di dilên we de,
li ser ev axa delal. Çawa ku jiyaneke bextewar hêvî dikim,
mirineke bextewar jî hêvî dikim heval û hogirên min.
|