|
Hejîrname
Hoşeng Osê
Ev serê çendik û çend sal in, ev êvar, di pêxîra min de, bi
tayê ketiye, û di xwîna min de disincire...
* * *
Elendê... ha elendê...
Ji te re heyvanê bê, da tu buxçikên pakrewanan vala
venegerînî buhştê.
Ji te re taseke şîr, da tu tî venegerî limêja xwe.
Ji te re niviştek, da cinnikên te herin ''Girkê Legê''.
Bihna pezkoviyên te ji siya min tê...!!!?
Ev kîjan pezkoviyên te li nava xemgîniya min çêriyaye û
qelûn, heste û tûtina min diziye...?!...
Bihna nikilên kewên te ji kokên min tên...!!!?...
Ev kîjan kewên te baranê ew ji min xeyidandiye...?!!...
Elendê... wa elendê...
De bes e lêêê...!!?
Xulmaşiya te, dilê min dibijîne xewê...
Lê, ev serê çendik û çend sal in, ev êvara dîn, di pêxîra
min de, bi tayê ketiye, û di xwîna min de disincire, nahêle
ez razim...!!...
* * *
çiyayo...wa çiyayo!
ka li benda min bimîne loo…
bisekine, da em bighên hev, û bi hev re bigirîn.
Em ê, ahengekê ji girî, li darxin.
Em bangî kesekî nakin...ne nexşeyên xwlêt, ne mirêkên
birînên wî, ne vedenga mirinê, ne bîranînên Beyrûdê, ne yên
Şamê...
Em ê bi tena xwe bin.
Ez ê bi xwe re, ji te re, şeveke ji şevên Beyrûdê, û du
şevên Amûdkî, û nîvê şeva koçeran ji xwe û te re bînim...
Em ê bigirîn...û ha bigiîn... têrî Amûdê û Dirbêsiyê, em ê
bigirîn, têrî Beyrûdê, têrî çiyayê Cûdî, têrî zeviyên genim,
pembo, nîsk, nok, berberojan, bigirîn...û bigirîn....
Ez ê dergehên şevê ji te re vekim… te têxim paytexta girî,
lê..tu yê soz bidî min, ku tu bêyî min negirî ha...???!!.
Dizanim, tu bi xwe nikarî, tu yê bêyî min , û bi dizî bigirî....
Ka li min guhdar bike, û negirî...
Îskeîska giriyê te, çiqas bi bejna vê şeva feydok dikeve...?!!
Ka bigirî, û li min guhdar neke…
Îskeîska giriyê te, barana vê şevê, kiriye gîtara bêrîkirinê...?!!
Ka tu karî bigirî heyanî mirinê...?!!
Ka tu dikarî bimirî heyanî girî...?!!
Di vî giriyê han de, raneze...?!
Ji vî giriyê han, şiyar nebe...?!....
Çiyayo, de bes bigirî loooo! paleya girî, bihêle ji kenê min
re...
Çavên xwe ji xewnan zuha bike... ka li vê çîrokê, çîrvanokê
gudar be...:
...hebû tune bû...
Di şevekê ji şevên buhara ku girê ''Tilêlûnê'' jinek e ''çeteliyan''
ji xwe re revandibû, û çar qîzên ereban xerakirbû ... di
şevek e ji şevên wê buharê de, ewrek e mê ji ewrên koçeran
hebû... ji keriyê xwe reviya bû. pêrgî nêriyê berfa Cûdî
hat. Bi wî re, heft roj û heft şevan raza, ta çemê Dicleyê,
ducanî û avis bû. Û piştî nod meh û neh rojan, Diclê za, û
du keçên cêwî anî. Ya yekem, Dêrikê bû, û ya din Dirbêsiyê
bû. Eger tu bipirsî: ka çi ji wî ewrê ku bi wî nêriyî re
raza, hat...?!... cinnikên min dibêjin: ew ewra, hate kuştin
bi quloçên wî nêriyî, da bi nêrîyekî din re raneze...
Ka bisekine, neçe...hîna çîrok bi dawî nebûye...
* * *
Ha birûskê...birûskêêê!!
Tu bi çi dikenî lêêêê?!!
Bi kevirên kelogirî yên wî çiyayî, yan bi wan kevirên ku
silavê didin tirsê...?!!
Bi wan sûlavên ji sifr ku ji xuxula dîkê berê sibê dişiqitin,
yan bi wan pelên bi rûmet yên ku ji wan darên pûşt ên di
siya xwe de dişewitin, diweşin...?!!
Bêrîvanên çûbûn zozanên mirinê, keriyên xwe spartin bextê
şevê, û şivanên xwe dabûn ber kêrên bê. satilên xwe tijjî
berf, tû, bîhok, stirîzerk, kereng, qinêber, tolik, tûzik,
xuşûl, hîro, pûng, beybûn... û memikên xwe tijjî sira bayê
serê sibê kirine.
Memikên wan ji şîr dikin biteqin.
Memikên wan, tijî bîranînên tilî û lêvên kuştiyên te ne,
çiyayooo!!
Birûskê... binêre, bê çawa memikên wan dihejin, diziqziqin,
û çîrok û çîrvanokên teze ji wan diherikin.
Memikê bêrîvanan, xewnan dixurînin û difrikînin.
Dilbijokiya min gur dikin, û dilê min dibijînin dîlaneke har
di gel dînbûnê, û du dîlanên sar di gel mirinê...
Wa birûskêêê!!
Tu çi ketiyî tengala stêrkan lêêê...!?...
Tu çi di paxila ewran de dixurînî...!?...
Were em herin demsala memikan.
Ka, te ne got, tu bi çi dikeniyayî?!
* * *
Wa çemo...çemê xwînî!!
Pişta xwe nede vê peyvê, ev peyva jehrê ye.
Berê xwe nede vê peyvê, ev pyva mirinê ye.
Pala xwe nede vê peyvê, ev ya nankoriyê ye.
Guhê xwe nede vê peyvê, ev ya xapandinê ye.
Destê xwe nede vê peyvê, ev ya tirsê ye.
Serê xwe daneyne ser vê peyvê, ev peyva xewê ye.
Van peyvan li xwe neke, ev perîkên kundan in.
Ji peyvên koçeran bawer neke, ji ber ku peyvên wan jî, ji
rêwîtiyê hezdikin.
Ditirsim, dîsa di vê zivistanê de, tu werî kuştin... çemo!
Ditirsim, dîsa şevên te, ji gewriya te, te birîndar bikin.
Ditirsim, tu helbestên xwe di nav keldûmana têkçûnê de
wendabikî.
Ma ez ji çi ditrsim?!!
Ditrsim ku dumahiya te weke ya min be çemo...!!?
* * *
Berfê!!
Dîsa şeva sersala kuştina min bû...
Ez û wêneyên kuştina xwe ya dawî bûm...
Min kunciyên tizbiya birînên xwe dijmartin...
Hemû wêneyên xwe, çirandin, û di gel perîkên te, min li ser
xopana gundê xwe dibarandin...
Ji paş tenahiyê, pêjneke kej dihat û bi kêreke şîn, min dîsa
dikuşt.
Berfê... ew pêjna kê bû...?!!
Tu vexwendî sersala kuştina min bûyî, tu çima nehatî, berfê?!!
hey berfa qehp, tu çima nehatî?!!...
Sersala kuştina min û ya kuştina welêt, di şeveke wendayî de
ne.
Sersala kuştina min û ya kuştina dara gwîzê, piştî rojiya
çûkan, bi çar rojan e.
Sersala kuştina min û demsala memikan, xuşkên hev ên şîrin
in.
Sersala kuştina min û rojbûna Cûdî, birayên hev yên xwînê ne.
Berfê...sersala kuştina min li te û li wê pêjna kej, pîrpz
be.
* * *
Kundo... ha kundo!
Ez û tu, û vê şeva birçîmirî, em ê çawa xemên welêt li hev
par bikin...?!!.
Ez ê ji kundê xwe re, heft rojên înê ji heft mehên vê havînê,
tazî bikim, bixemlînim...
Ez ê qûnaxa heft roj û heft şevan, ji sawêrên Xwedê, ji
kundê xwe bidizim, birevînim...
Heft misînên ava ferişteyan li ser kundê xwe, perîk .. perîk
bibarînim...
Heft kuştar û goristanan li dora kundê xwe yê delalî
bicivînim...
Ez ê heft gayan... heft beranan... heft nêriyan serjêbikim,
biqurbana kundê xwe kim, û xwîna wan di eniya wî dim, da ez
kundê xwe ji zindana vê tenahiya kovî derînim.
* * *
welato... ha welato!!
Ma qey tu min nema nasdikî looo...!!?.
Ez ''hêjîra latê me''... dîroka bê bav û dê me... çîroka
Xwedê me... birîna pişta çiyê me... bîra demê me... sûnda
şevê me... şeva sûndê me... xwîna peyvê me... peyva xwînê me...
rewrewka avê me... ava rewrewkê me... bînera cengên te me
welatooo... ...
Ka tu yê kengî bizêyî...??!.
kengî...?!!...
Ev serê çendik û çend sal in, ev êvar di pêxîra min de, bi
tayê ketiye, û di xwîna min de disincire...
şam / 04/01/2006
shengo76@hotmail.com
|