|
Kurd
napijirînin ku Beşar Esed li Dêrikê
were bidarvekirin
Xalid Elî
Wekû bersivekê li ser mentalîteya
terror û sitemkariya ku çeteyên
rêjîmê li Sûriyayê bi giştî û li
Rojavayê Kurdistanê bi taybetî
bikartînin, kurdan biryar girtin ku
nepijirînin ku tawanbarê ku ji bavê
xwe hemî dirindî û zordarî girtiye,
li Dêrikê bidarve bikin daku em kok
û rehên tolsitandin û nijadperestiyê
ji vê xakê hilkişînin: Em mafê xwe
dixwazin…ne kêm û nejî zêde!
Piştî guftûgo û gengeşiyan li
dirêjahiya xwîna ku hate rêtin û
rûmetên ku hatin hingavtin û samanên
ku hatin dizîn, û serçimîna hatî
vedan li ser mêraniya me ya kêm ji
tirsa gotina rast, rihsipiyên me li
hev civiyan û aliyên erênî û neyênî
dane ber hev, yên encamên li
hemberderketina pirojeya nû–kevin, û
dest danîna li ser tiştê mayî ji
rûmeta kurdan di welatê wan de.
Di destpêkê de û di bin fişara gel
de, siloganên berxwedan û berevanî û
mêraniyê hatine avêtin.
Wisa, rihsipiyên me civiyan û li
xalên xwe yên sor vegeriyan.
Serkêşe wan yê mezin pêşwaziya xwe
ya bi nav û deng anî bîra xwe û çawa
ew bi erkê mêvandariya dagîrker û
biyaniyan li ser pişta devehên seqet
hatîn rabû, û gazind û lewme li gelê
ku di xezeba xwe ya herdemî de
dişewite, kir:
-Win nizanin rê û resmên
pêşwazîkirinê. Dîsa deng bilind kir
û got:
-Divê em arîkariya wan bikin heya ku
malên xwe li ser xaka me ava bikin!!?
Hinkên dî dûrçûn û mijûl bûn, gelo
we kî vê carê bikin qurbanî heya
qirêja xwe veşêrin û ciyên xwe yên
bilind biparêzin!.
Vê carê, rewş têkilhev e û çare nîne,
û her wiha, tirsa wan zêdetir bû û
kilîta felatê li nik serkêş e!!.
Xwestin ku ji serkêş bi pirsin li
ser çawaniya pêşwazî kirina dagîriya
pêşî, lêbelê hinekî şerm kirin û
kirine piste pist.
Hinekî dîn jî destpêkirin pesinê
biratiya ereb û kurdan dan û behsa
mafên dirawsêyan û pêwîstiya
parastina wan ji germa havînê û
serma zivistanê, kirin: Pelekî tûyê
li ser tazîtiya xwe danîn!
Bi tenê yê di quncika tarî de
rûniştî birînên nava xwe pelandin,
ji êşa şoreşeke beravêtî.
Yên di civatê de hemiyan bi çavê
tirs û gumanê lê nihêrî, çirûskên
çavên wî ew di tirsandin û ronî
didan.
Bêdengiyê konê xwe veda li ser
hemiya yên di civatê de ew bihtir
tirsandin.
Serkeşê rihsipiyan, pisporê
pêşwaziyan, xizmetkarê wan li
dirêjahiya têkçûnan jê pirsî:
-Tu çi dibêjî?
Li yên di civatê de bi çavekî nimiz
nihêrî: Ciyê me nîne di vê korsa
erzan de.
Pişta xwe da wan û derket, berbi
gelê li benda fermanên rihsipiyên
xwe yên erzan.
Û bi dengekî bilind got: Rûmeta me
nîne ku evên kirêt me bi rêve bibin.
Kete di nav pêlên xelkê de û bi hev
re herikîn, paqij dikin qirêja
hezarên salan yên ku di ser hevde
maye ji dîroka me ya bi xwînê hatî
nexişandin.
Ew karwan bi rêket û geriya li ser
gundên jibîrkirî û bajarên melûl û
cîhan dest vejîneke nû dike.
Bûyerên nû dûv hev tên û pûtên
zordariyê li pey hev tên herifandin.
Roniya Dêrikê li ser welat hemiyê
vedigire û şewqa xwe dide reşahiya
Heleb, Hemaa, Humis, Latiqiyê û
Dîmeşqê.
Şewqa wê jiyanek nû dide afirandinê.
|