|
Daxuyanî
Derwêş M. ERHO
Serokê Enstituya
Kurdî Ya Brukselê
Kuştina bi sedan Kurdên Êzîdî karekî
hovane ye !
Ev bû du sal in ku Kurdên Êzîdî bûne
hedefeke teybetî yên hêzên îslamî û
xwefiroşên navçê. Heşkere xuya ye ku
ev hêz ji aliyê dewletên dijminên
Kurdan alîkariyeke mezin distinin.
Amanc ew e ku ji du aliyan derbê li
Kurdan bixin : Hikûmeta Herêma
Kurdistan bêzar bikin û navçeyên
Kurdên Êzîdî bi rêya tirs, talan û
kuştinê bidin vala kirin. Sedema ku
di van demên dawî de tewanbariyên
terorîstî di navçeyên Kerkûkê,
Musulê, Diyala û Şengalê de dibin ev
e.
Peywendiya van
êrîşan bi referandum û bi qedera
paşeroja Başûrê Kurdistan ve heye.
Ji bo vê yêkê jî hewceye ku Hikûmata
Herêma Kurdistanê tedbîrên tund li
hember kuştina Kurdên Êzîdî bi
teybetî û Kurdan bi giştî, bigre û
bandorekî giran li ser Hîkumata
Iraqê bike ku ew jî li hember plana
tevkuştinan tedbîrên hêja werin
girtin.
Tewana dawîn li
Şengalê bi sedan Kurdên Êzîdî şehîd
kir û bi sedan jî birîndar hene.
Hovîtî hewqas
dikare bibe. Dijmin dijmin e, lê
meriv çi ji wan xwefiroşên ku rê ji
wan re pêşan dikin re bêje! Gelo
çawa paş kuştin û birîndarkirina
xuşk û birayên wan yên bê sûc û
sebeb xew bi çavên wan dikeve?
Gelê Kurd li her cî û di her şertî
de bi hawara xuşk û birayên xwe ve
diçe. Li hemû bajar û gundên Başûrê
Kurdistan xelk dikeve rêzê ku xwîn û
alîkariya din bike. Serokê Herêmê û
Hikûmeta Kurdistan alîkariyeke bê
sînor dikin. Li Bakur, Rojhilat û
Rojava Kurd hem xemgîn in û hem
amadeyê alîkariyê ne. Li Ewropa her
Kurdekî dilsoz xemgîniya xwe pêşan
da û amade ye bi hawara xuşk û
birayên xwe ve here. Ev
serbilindiyeke û pîrozî ye.
Bi hawarê ve çûn baş e. Lê hêviyên
min ew in ku di serî de Hikûmeta
Herêma Kurdistan û serokê wê, paş re
jî sazî û gel bi xwe, di paşerojê de
zêde hişyar bin ku rê hew bidin
tewanbariyên bi vî awayî. Rast e
navçeyên Musul, Kerkûk, Diyala,
Şengal, u hwd… hê ne di bin kontrola
Hikûmeta Herêma Kurdistan de ne, lê
belê gerek e hin rê û çare hebin ku
ev hovîtî dûr bimîne.
Roja referendumê nêzîk dibe. Heta
hingê agahdariyeke teybetî pêwîst
e.
Laleşa pîroz,
Şengala rengîn dive di hember
hovîtiyê de were paraztin. Ëzdayetî
dive were paraztin. Laleş hêlîna bîr
û baweriya Kurdî ya herî pîroz e.
Kurdî ye. Ev
bi sere xwe têra paraztineke mezin
dike. Her êrîşeke dijî vê hebûna
Kurdî dijî esl û bingehê Kurd û
Kurdistanê ye!
Ez vê kiryara
terorîstî li Şengalê bi tundî
gunehkar dikim û êşa xuşk û birayên
xwe ya mezin par ve dikim.
Serxweşiyê didim xelkê me yê Êzidî,
sebr û bînferehiyê ji wan re hêvî
dikim û herweha ji bo birîndaran jî
şîfaya xêrê daxwaz dikim.
|