|
Wî şepalê
ku...lingê xwe xwar!
Besam Mistefa
Ji ber bindestiya me ya dirêj-ya
neteweyî û civakî û aborî û çandî....htd-tiştek
pêwîst bû ku azadiya windayî bîne
bîra me! Mixabin, ku nexewşiya me
kurdan ya here dijwar
Jibîrkirine!.Em zû tiştan jibîr
dikin:yên baş û yên xirab! Wisa
dixuye ku, divê hercarê tiştek anjî
bûyerek biqewime, rûdanek rû bide
daku tiştê hatiye jibîrkirin, bibîra
me bîne.
Wî şepalê ku lingê xwe xwar û kire
qurbanê azadiya xwe (nûçe di malpera
Nefel-ê de hatiye belavkirinê), dîsa
buhayê azadiyê–nemaze ya takekesane–anî
ber çavan. Metelmayî, min li wêneyê
şepêl mêze kir: Gelo azadî wisa
giranbuhaye ku mirov...na ku lawir û
ajal jî lingê xwe bikine qurbanê wê?
Gelo, azadî wisa hêjaye ku wî şepalî
lingê xwe xwar daku wê bidest xîne?
Belê, mirin ji jiyaneke bê azadî,
sed carî xweştire!.
Lêbelê, em kengî azad bûn heta em
weke şepêl bikin: Li her derî
zîndan!.Di malê de, dê û bav û
birayên mezin. Li kolanê, awirên
çavên sor û westiyayî ku li benda wê
rojê ne ka kengê ewê heyifa xwe ji
erd û asîman, ji yezdan û ji pelîdan,
ji pêşeroj û ji paşerojê,
bistînin...Li dibistanê, mamosteyên
xwedî dar....htd-awiya jiyana pûç û
vala.
Na, jiyan ne pûç û valaye, em wisane!
Îro roj, şepalê ku lingê xwe xwar,
hêjayî pûtekî sade zêr yê azadiyê ye:
ji pûtê li Amerîkayê mezintir û
xweşktir.
Wî şepalê ku lingê xwe xwar wane,
îbreteke herî mezin da me: Mirov
mirî ye hetanî ku vê pirsgirêkê-ya
azadiyê-çareser bike, angu azadî
wisa girîng û mûhîme ku bi hebûn û
nebûna jiyanê bi xwe ve girêdayî ye,
bi gotineke din: bê azadî jiyan nabe!
Diyare ku, eger takekes ne azad be,
mal jî azad nabe. Dîsa, eger mal ne
serbest û aza be, civak jî nikane
azad be, û eger civak ne azad be,
welat jî ne azad e, û eger welat ne
azad be, cîhan hemû ji azadiyê bêpar
dibe. Destpêk û dawî, her azadî ye.
Mirovê bendkirî û di nav qeyd û
bendên ku nayên hîsab û hijmarê de
be, dê nikaribe tiştekî pêşkêş bike,
ji ber ku ew ji çeka herî bihêz ya
kar û jiyan û berhemdanê, bê pare:
weke yekî mirî. Lêbelê, mirî jî azad
in! Bi gotineke din, mirovê wisa ne
sax û nejî mirî ye û eva bi xwejî ji
mirinê dijwartir e.
Wisa dixuye ku, azadî ji wê silogana
ku di belavokên partiyên me de, tê
avêtin, bi gelekî mezintire taku
lawirek, şepalekî xweşik û birûmet!
Lingê xwe, rasttir, jiyana xwe -bê
dudilî-bike qurbana wê. Belê, Bi
azadiyê dexl şîn dibin...bi azadiyê
gul bîn didin...Bi azadiyê em jîr
dibin....Qehr û xemê hun çê nekin!!
Ez gelek caran di zivistanê de, di
nav serma û seqma wê de, pencereya
devera ez lê(ji ber ku tucarî cî, ne
ciyê min bûye!) vedikim. Yê ku min
nas dike wê bêje qey ez wa dikim
daku dûyê çixareya ku nayê
vemirandin, derkeve. Lê, eva ne
raste! Tenê ji bo hinek azadî ez
wisa dikim, ji bo xwedayê min bibîne
ku, çiqasî min jê lavakiriye ku tenê
hinek...azadî bi bayê sibê re bi ser
topraxê mirina min de, bişîne!
Belê, bi azadiyê gul bîn didin.......
|