|

Welat Dilken
|
|
|
|
“Ger ku kulên
kulek hilnepekin”
Naye zanîn ku van rondikên kaxiz hêmî kirî
An di çavên şeva ewrên qolincî û bê sitêrk de
û
yan jî, di mêzekirina wêneyêkî xeyalî de
çavên ku xwe kûr kirî de dilopîn e.
“Ger
malzaroka dil naye bêjingkirin”
Naye zanîn ku va hibra renglitevlihev
An ya êş û jana wendayî ye
yan jî ya xwîna evîndarekî, ku bi kêreke kolan
dilê xwe kolaye de, ronbûyê ser şûva vê kaxizê
û
“Ger
ar nûva newelide û naye ziman”
Naye zanîn ku, va xewliya ku xwe dişewitîne,
an ya asoyê ristê û yan jî ya nivîskarê
ku di şopa evînek maşoîstî de
reç û navnîşana xwe di helbestek xwe-kujî-de
şewitandî ye.
|
| |
|

Banga Kovara Urkêş
Piştî
çend mehan ji derçûna jimara 1ê, aniha
desteya nivîskarên Kovara Urkêşê dest bi
amadebûnan dike, daku jimara 2ê ya
kovarê çap bike.
Desteya nivîskarên Urkêşê, banga xwe
digihîne rewşenbîr û nivîskarên zimanê
kurdî ku berhemên xwe yên teze û nuh ji
boyî vê jimarê li ser emaila Urkêşê, di
hundurê du hefteyan de bişînin.
Desteya Nivîskaran vê bangê wek
derfetekê dibîne ku, spasiyên xwe yên
germ pêşkêşî bike ji hemî rewşenbîr û
welatparêzên ku alîkariya belavkirin û
firotina jimara yekê ya Urkêşê kirin.
Her wisa Desteya Nivîskaran, helwesta
Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Tayê Duhokê,
ya ji boyî berdewamkirina Urkêşê,
helwesteke rewşenbîrane û cihê
serbilindî û şahnaziyê dibîne.
Em li bendî lêkolîn, werger, çîrok û
helbestên we ne!
urkes@rojava.net
www.rojava.net
|
kurdi@tirej.net
ARSHIV
2006
|