| |

KURTEÇÎROK
HESEN BERZENCÎ
XEWNÊN ŞILFÎTAZÎ
((Siwaro,
Xennama li
bênderê gund
Diçêrînin.
Siwaro,
xennama cilên"Ad" û "Semûd"
Li ser têla
we
Raxistine.
Siwaro,
Xennama di
rekeha sînga te de
Şilfîtazî
Memikê
xewnên"Xernata"
Ji mistdanê
kol kirine)) ***
Ji tozê
pêve tiştek xuyanî nedikir, guhê xwe pêl kirin…Ev deng
dengê kûçikê waye, û ev zingil jî, zingilê beranên waye,
wan nasdike, hersal, û di van çaxan de tên û disa
diçin.
bilez nêzîkî wî dibûn….. dengê
zingila bilindtir dibû, beranekî xwe jê girt û bi hêrz
hatiyê de…..hilbû ji ser nivîna xwe…. çavê xwe ji xewê
vekirin,û li dora xwe nihêrî….
keriyek pez li dûr diçêre, û mirovin
pêxwas, nîvtazî, singoyê konên xwe di qada cîranê wî de
dikutin, xwest ku ji wan re bêje wilo nekin, yekî ji wan
mirovan nêzîkî wî bû singoyek li ser lingê wî danî û bi
kevirekî mezin, singo lingê wî û zemîn kire yek, qîrek
da xwe û li qûn rûnişt, li lingê xwe nêrî, ti tişt pê
nehatiye, şabû….
çavê xwe li wan mirovan gerand,
hineka ji wan, konê xwe di hewşa wî de vegirtine û pezê
xwe li dora mala wî çêrandine, ti şînayî nehiştine
zemîneke zelût, mîna serîkî keçel …..
bi ser kon de çû ti kes nedît li mala
xwe vegerya, bi hemî kilîtên bi xwe re melavên xwe kir
derî pêre venebû, hinekî ma xwedyê wî konî bi kûçkê xwe
re, ji mala wî derket bi alîyê wî ve hatin…..wî kûçikê
bê miresî, dûvqut, beriziyê de, û xwe avête nêv herdû
lingê wî ….. û ew gezkir …
Ji
ser nivîna çen bû …. Xwe şilfî tazî kir û li ber neynikê
sekinî ….. lê ti nîşanê mêranîyê di nêv lingê xwe de
nedît …..çavê xwe girtin …. û bi dilekî şikestî û tijî
hêvî xwest ku vê carê, bes vê carê ….xewn….be…
***Ji helbesta Hefiz
Ebdurehman ya bi navê ((KENÊ KO GIRIYÊ BÊ HÊL))
Hesensherin@hotmail.com
Tîrêja Kurdî
kurdi@tirej.net |
|