| |

HEY
WELATÊ EVÎNA MIN
Emîn Osman
Ez ê ji kîjan mirina xwe
Dest bi sirûdên te yên birîndar bikim?
Ez ê çawan xwîna te di xewna xwe de
Berhev bikim û hêsrên te di bîra çavên xwe de biparêzim?
Tu dûr dikevî..
Tu nêzîk dibî..
Tu min bi kêra bêrîkirina xwe dikujî hey welatê evîna
min !
Defterên xwe pelo pelo li ber lingên te
diçirînim,
Pênûsên xwe yeko yeko di rexên giryana te de
diçikînim,
Û sînorn evîna xwe bi keskesora te
dişikînim..
Xêzan li pey hev..
Daran li pey hev,
Rûbarên xwîna û neyaran li pey hev
Di axînkêşana te de dimeyînim
Û berbi evîna te ve diherikim hey welatê evîna min !
Dilê min ji nav destê xwe berde !
Û dîroka xwe, vê carê jî, bi tîrên bêrîkirinê,
Di mija xewnê de binivîsîne!
Barana xwe ya payîza temenan bi ser
Gavên de, bi ser dafên min de û bi ser hawara min de,
bibarîne!
Û hemî zimanên qedexe bi kenê xwe re bikenîne!
Ewrên wendayî yên nexşeya xwe di tîpên bajaran de
binimîne!
Û zaroktiya min di bixçika xwe de hilîne
Da ji te re bibêjim:
Ji te hez dikim ey welatê evîna min!
2006. 10. 03
Swêd
Tîrêja Kurdî
kurdi@tirej.net |
|