TÊKILÎ

 

HELBESTA NÛJEN

 

HELBESTA KLASÎK

 

ÇÎROK

 

REXNE

 

HUNER

 

PEXŞAN

 

PIRTÛK

 

NÛÇEYÊN ÇANDÎ

 

WERGER

 

ROMAN

 

HEVPEYIVÎN

 

SÎNEME

 

BEŞÊ EREBÎ

 

 
 

 

 

 

 

 

 

 
 

 

 
     
   

Bavê Tosin

SITÊR




Carekê hat serdana min
Min evîn
Jêre raxist
Û dil kir berpal
Bi bêdengiya
Çavên zelal
Qêrînek kelogirî
Agirvejanek pijiqî
Di hinavê min de
Afirand û
Çû
Gava destê xwe li ba kir
Hêstirên ziwa
Ji lêvên min herikîn
Sîng vebû û
Kevokek
Per bixwîn
Jê firî .
Carekê tenê
Hat serdana min û
Çû
Li penaberyê
Li nav konên mişixtan
Ez geriyam
Li nav kavlên
Gundên koçberbûyî
Li nav bêgunehên
Ku di gitingeha Hisiçayê de
Şewitîn
Ez geriyam
Li nav pakrewanên
şerê Birakujiyê
Li başûr
Ez geriyam
Li nav girtiyên
Di zindanên Şamê de
Ez geryam û min pirsî
Rojekê tenê
Hat serdana min û
Çû
Ji kerwanan
Ji rêwiyan
Ji wê rojê de
Ez li dilê xwe
digerim
Û
Dipirsim .


Amûdê

 

Tîrêja Kurdî

kurdi@tirej.net

 

 
 
 
 
 




tîrêja kurdî




kurdi@tirej.net
 

 

 

tirej@tirej.net 
جميع الحقوق محفوظة بـ تيريز. كوم 
©www.tirej.net.2006