|
Beşê dumahîkê
Winda ketibu rêya xwe peydakirinê, bi şev û roj weke zemîn
bê rawistan li hawir xwe û rojê vediçerxa. Mîna gokekî gerok
digera, lingek li çiya û yek li biyabanan bu.
Rojekê li payîzeke dereng ew û komelekî hevalên xwe ji
Xamtûr dihatin û ber bi Metîn ve di çûn, li gundê Barholê
xwestin li ava Xabûr derbaz bibin. Demê gehiştin nêrîya avê
ji nişkê ve bu virvira du balefiran û mîna stêngên arhandî
li hindavê veçerxan.
Windayî û hevalên xwe êdî çi çare neman, lewra xwe dibin avê
da noq kirin û li balefiran winda bun.
Gava ku dîsan serên xwe bi ser avê xistin, hancî balefir li
hindavê rawestan û gullebaran kirin.
Li gullebarankirinê du hevalên wî hatin hingaftin û termên
wan weke yên palaxan bi ser avê ketin û li ber kendalî li
gel zivreka gerrê vezivirîn û kefa avê ya spî ji xûna wan
sor bu.
Windayî jî car din mîna segavan xwe dibin avê da kir û ne
derket heta ser di gerrê derbu, û hêdî serê xwe di ber
kendalê avxur da derxist û li herdu balefiran nihêrî.
Hindî balefir li hindavê veçerixan êdî ne şîyan Windayî bi
bînin, welê windayî ew pir baş di dîtin gava weha li asmên
li hindavê vedigeran. Dawîyê balefir ji dîtina wî bêhîvî bun
û dîsan paşda vegeran.
Bibu êvareke dereng, rojê hêdîhêdî perên xwe bi ser sapît û
kumên çiyan da vediweşihandin jêr û berew avabunê ve diçû.
Ji sarma ava rûbêr, sîxên laşê Windayî weke yên jûjû û
sîxuran vekişihabun û gij bibun. Şeqşeqa didanên wî li gel
xumxuma zivirkên avê têkel dibu, û rengê wî jî mîna yê
kameleon li gel rengê rûbêr yê şîn veguherîbu.
Dîsan Winda û hevalên xwe yên mayîn, li hev kombun, termê
herdu hevalên xwe ji zivrekên gerê derxistin, cilên xwe û
yên wan jî li ber kirin, darbest çêkirin, danan ser milên
xwe û birin bu kevirê Gova. Li ber kevir danan, bi singoyan
jêra du jor ji xaka pîr û sohtî avakirin, herdu Winda têda
spardin, venijinandin, marşa nîştîmanî bi hevra li ser
xwendin û hancî weke gamêşên pîr ketin rê û piştî çend rojan
di Lînkî derbun.
Rengên wan mîna yê payîzê gewir bu, xakî bu, gava weke
bevran bi kevir û latan ve diçûn ne di hatin dîtin. Tol
vedana hevalên wî herdem di naxî da bu, û hergavekê derfet
jêr hatibaye êdî mîna benîşt jê venedibu û hemî çaxê çav li
benda hatina demî bu.
Gava şevgerên davdoz ji hişaran derdiketin, êdî weke guran
berdibun deverê, li şkar û nêçîrên dijmin digeran. Rojekê
xwe gehandin devê rêyeke giştî li devera Amêdîyê. Li devê rê
weke marên serasin xwe li ser çiwar çelan nepenî kirin, û
man li benda nêçîra xwe. Demekê du Îvayên pir ji hembanên
goşt hatin û bi ser Windayî da grêl bun, û ji nişkivîn
Windayîyan dan ber gulleyên xwe û piranî têda nijnandin,
nikrandin û kirin smarte.
Yên sax mayîn jî xwe vekişandin ber devê rê, ku xwestin şerê
Windayîyan bikin, welê hindî çavên xwe lê di gerandin
windayî ne di dîtin ku gulleyên xwe lê bi reşînin.
Piştî encamdana çalakiyê Winda û hevalên xwe ji wir
vekişhan, ber bi doleke kûr ve çûn û di nêv mijê ra winda
bun.
Bi hevra ketin rê, diçûn, di axivîn, di peyîvîn û digotin:
Windayê bi şiyan peydaye, peydayê bê şiyan windaye.
Ji nişkê ve di rê da li cihekê rawestan, li hev kom bun,
destên xwe li yên hev dan û pêkve goftin:Soz tol, û dîsan
berdewam meşiyan.
Demekê ketin nêv şovekê, ku cotiyarekî kal, şepirze,
tengezar zevîya xwe di kêla, xwe ji cotiyarî ra aşkira
kirin, gehiştin rastê, silavek lê kirin, di ber ra burîn û
çûn.
Di wê şevê da weke afrîtan dîsan di Lînkî derbun, û li wê
derê ketin xelwê, xewê, weke dêwan nivistin, hin jî bun
qelawîz û xwe bi hevra guhartin heta spîdê.
Di derdolekî kûr da di hişarê da bun, li her çar rexan
şkeftên mîna joran bun, vexeritandî di çîyê da hatibun
kolan, dîwarên wan jî ji dûman û dûkêlê reş bibun, refatkên
wan jî lîsê balindeyan bun, û zilqê wan pêda rêhtibu û bi
xetên spî reng kiribun.
Êvarekê hinek ji hev belav bun, her yek di kuncekê da raza,
ketin xeweke kûr, zêrevan jî li serê çîyê çavdêr bun.
Di spîdeyeke hinek dereng da, hew dîtin balefir dîsan li
asimên derketin, bu virvira wan, li serê wan kopan veçerxan,
dawîyê hêdî danan erdê, hembanên dupa dîsan jê peya bun, û
li her çar kinaran belav bun û di wan şîvikan da hatin
xwarê.
Zêrevanan pir bi lez peyam gehandin Windayî yê, ku di wî
demî da di xewekî kûr da bu. Windayî serê xwe ji xewa şirîn
rakir,weke Zalê rast rabu ser xwe, bi lez xwe pêk anî,
zincîrên xwe yên mîna gurzên Rosteman diser milên xwera
sêrêzî kirin, li hevalên xwe kir qêr û bi lez mîna bevran
xwe havêtin latê.
Demekê mêze kirin meşkên dupa mîna kêzên reş wên bi palê da
dihên xwarê û berew wan ve di bezin. Winda û hevalên xwe jî
li ber kevirên şîn singepê rawestan, bun senger, asteng li
pêşîya hêrişgeran, derê çekên xwe xistinê, mîna gijlokê
gulle bi serda barandin û meşkên xûnê ji kunan kirin bêjîng
û biser rûyê zemînda rêhtin.
Êdî bu êxir zeman, roja man û nemanê. Di danê êvarê da êdî
fişareke pir giran ket ser milan, hemû rex li Windayî teng
bun, balefir weke dêwan li asimanan veçerxan, gulle weke
pelên aterfişanan ji erd û asiman li ser serên wan hatin
barandin.
Di rojavabunê da windayîyan cot bi cot xwe dan pişt hev û
paşda vekişan, gehiştin serê girekî berz, li hev kom bun û
xwe hijmartin, mêze kirin yek jê windaye.
Winda bi rengekî efsorde û posîde li himber hevalên xwe
rawesta û jê pirsî: Kî dizane ew li kûye?!.
“Kesê ji me ne dîtiye, kes nizane ew li kûye!”,Hemî li hev
zivirîn û gotin.
“Ango ew windaye!”, Windayî li nêv çavên wan nihêrî û got.
“Windaye!”, hemî li hev zivirîn û bi hevra gotin.
“Divê bi hêtin peydakirin!”, dîsan Windayî bi dengek bilind
got.
Wê şevê hinek bêhna xwe vedan li wî rêhlê tarîk, ku tenha
çend fersengan ji gorepana cengê dûr bu. Li berê spîdê ku
hêşta baş ne bibu rohnî,Windayî dûrbîna xwe da ber çavên xwe
û li balefiran nihêrî demê kelexên hingaftîyan û birîndaran
ji qadê radikirin û yên sax jî hêdîhêdî bi meş paş da
vedigeran.
Di danê êvarê da Windayî bun rêz, mîna afrîtan ketin pişt
hev, meşiyan û ji nêv wî koxê bilind derketin û dîsan ber bi
şûnwarê şer ve çûn. Gava hinek nêzîk bun, çavên hemyan rû bi
rû man li sûmayê Windayî yê ku serê wî weke serê Nemrût li
ser kevirek spî û mezin hatibu danan. Pora wî ji hev
pirtûbelav, vegevizî, veçira bu, eniya wî jî weke qada
şerekî giran hatibu hilkolan, rû jî herwekî ku zevîyek li
axlêvan bi gêsinan bihêt kaşkerdoxkirin weha hatibu
vexîçikandin û veselixandin.
Dev û lêvên wî li ser hev çirisî bun, ku êdî bi asanî ne
dihatin vekirin, cobarên xûnê bi ser kevrî da hatibun xwarê
û zemînê têhnî vedimêhtin.
Hemî li himber kom bun, bi rêzgirtin silavekî taybetî lê
dan, destên xwe danan ser sîngên xwe û li rûxsarê wî yê
cengawer mêze kirin, demhûrkekê weke peygeran li cihên xwe
rawistan û man bê deng.
Windayî mîna Lînkî serê xwe ragiritbu, bayeke sar li pora wî
dida û mûyên wî yên gevizandî mîna davên helizeke ter
vedihejandin.
“Ka Ceste?!“, hemî pêkve li hev zivirîn û ji hev pirsîn.
“Ka Ceste ey qehreman?!”, Windayî bi dengeke bilind li Serî
kir qêr û got.
“Ka Ceste ey qehreman?!”, Kevirî jî kir qêr û bi dûv Windayî
da dengveda.
“Lê bi gerin peyda bikin!”, Windayî li hevalên xwe kir gazî
û got.
Hemî bi hevra ketin bi zavê, ku Cesteyî peyda bikin. Carekê
ji nişkê ve Kevirî li teraşa li ber lingên xwe nihêrî, Ser
jî bi rex ve rawesta û hûrik jorda li teraşê mêze kirin,
dîtin reşatiyekê di nêvra xuya kir, demê hinek çeqlên wê ji
hev paşvedan, nihêrîn Ceste wê di nêv ra ketî xeweke kûr,
cawîdan û sermed.
Ceste rakirin, birin pêş Ser, danan ber kevirê sor û spî,
cilên wî yên veqetayî, verêlhayî, veşelhayî dîsan ciwan li
ber kirin, kulav dana ser serî, dersok di stûyî werand û
dîsan hemyan pêkve silav lê kir.
Bi şûtkan li ser darbestê vebestin, şidandin, danan ser
milên xwe, Merg jî weke nêrîyeke kever ket pêşîyê û berew
serê Lînkî ve çûn jor. Gehiştin serê Lînkî yê keçel, rût û
rewal, bê dar û dirext, tenha hinek têvrî û gûnî lê bun.
Bayeke sar weke devê tîxan tîj lê dihat, ku lêvên mirovan di
qeşivandin, rû di qelişandin û rondik ji çavan di barandin.
Çiriya paşîn bu, tozekî berfê lê barî bu, rengê wî spîçîl
kiribu, welê hêşta weha ne ketibu, ku bibe asteng, belku
tenha mîna xûsarê venûsha bu û rûyê wî xûnavê girtibu.
Roj berew avabun diçû, tîrêjên wê yên dawîn di ber tîyên
bilind ra sor dikirin û gelîyê Reşava yê kûr hinek rewaşen
dikir. Hêdî Winda ji ser milên xwe danan, şal û şûtik jê
vekirin, bi rêzgirtin Ser dana ser yek ji wan şalan, Ceste
jî bi aramî jê derxistin û danan ber wî bayê tezîn û azad.
Serê Lînkî yê keçel bi singoyan vekelaştin, vekolan heta
çokên wan têda berze bun, binistra jorekê danan û piştî
demekî kurt dîwar jî bilind kirin. Ser bi ahestane rakirin,
bi niwaziş hinartin di jora wî ve, Ceste jî bi dûv ra
şandin, derê jorê li paş girtin û Kevir jî mîna kêlekê li
hindavê rawesta.
Şalên sor û zer veçirandin, tîtikên wan bi serê darekî
darbestê ve helawistin, li hindavî Ser û Cesteyî weke stûnê
çikilandin. Bayî li perçemê dida, di hejand û tîrêjên rojê
di nêv ra zer dikirin û derfeşê Kawiyan di teyîsand.
Hemî pêkve weke stûnan li hindava Ser û Cesteyî bun rêz,
destên xwe danan ser sîngên xwe, lingên xwe weke gulteyan bi
hevra kirin cot, marşa nîştîmanî xwendin, û li dawîyê Peyda
li hemyan vezivirî, bi dengek bilind û xurt got: Ger Winda
neba, da ez nebim.
“Ger tû nebayî, da ez nebim”, Winda jî li cihê xwe li
Peydayî nihêrî û got.
“Ger tû nebayî da ez nebim”, Serî jî weke bevrekê sîngê xwe
kêl kir, li Cesteyî zivirî û got.
“Ger tû nebayî, da ez nebim”, Ceste jî li Serî zivirî û got.
“Ez jî wê herdem li pêşîya hewe hemyan bim”, Merg jî li
hemyan nihêrî û ket pêşiya Pêş, û yên din jî hemî bun rêz û
li dûv meşîyan.
“Me hemiyan tenha tû wê li pêş ey Merg”, hemiyan bi hevra
gotin, û hêdîhêdî, cot bi cot xwe di patka keçelê Lînkî da
berdan jêr û bi hevra bi rê çûn.
Piştî hîngê bi maweyê kêmtir ji heftiyekê, di rojeke ewir û
mijgirtî da dîsan Windayî ketin rê û berew şova cotiyarî ve
çûn. Hinek ji dûr mêze kirin, cotiyar wê berdewam cotê xwe
dike û demê nêzîk bun xwe jêra aşkira kirin.
Demê ku ji nişkê ve cotiyarî nihêrî serên Windayîyan mîna
yên afrîtên cinan di latên şovê da derktin, gayên xwe hêlan
dibin yoxan da û baz da.
Her rêya cotiyar pêve diçû Windayî mîna kêlan li ber sîngî
radiwestan. Dawîyê pir wastiya, kefeke spî bi ber devî ket,
henaseyê wî teng bu û di wî seqayê sar da weke borîya sopê
hilm ji devî derdiket.
“Manê tû dizanê tû xilas nabê ey xwenenansê bê hebûn”, Winda
mîna firîşteyê cankêş li himber rawesta û got.
Êdî cotiyar ji qurtalbunê bê hêvî bu, destên xwe weke
tîrokan diber xweda dirêj kirin û serê xwe şor kir.
“Ey serşor!”, Peydayî ji kerb û kîn lê mêze kir û got.
“Bê hebune, xwe nenase, mirîyê saxe, bila nebin yên weke
te!”, Ser li alê din li himber rawesta û got.
“Ez ji bu vê xakê, ji bu şova te ya reş vê rencê dikêşim,
dimirim, xwe gorî dikim, herdem li pêşim, heta tû şova xwe
bi serfirazî bi kêlê, welê tû bihayê min nizanê ey sawîlk û
pelîdê serkulind!”, Merg jî mîna mijeke spî li dor zivirî û
got.
“Destên wî grêdin wek çeper, bend bikin bi kember, hefsarekê
bidin ser, cihorekê bidin ber, taseke cehî bikin ser û
bikêşin binê dara di himber”, Windayî li Serî û Cesteyî
ferman kir.
Cotiyar vekişandin binê darê, ya ku çante û tovdanka wî bi
çeqlên wê da hilawîstî bun.
“Tû pir ji dravan hez dikî, lewra hinde bi zikî!”, Windayî
gopalê xwe kir di zikê wî yê mîna meşkê ra û got.
Cotiyarî serê xwe dîsan şor kir û lêvên xwe weke çermê
pêlavan li ser hev miçandin.
“Ew tenha ji xwarin û rîtinê hez dike, weke din nizane ji
buyî çi di jîtin, tenha weke gayên xwe yên cot jiyanê fahm
dike, serê xwe rake ey zewî firoş!”, Peydayî guhkên tifenga
xwe dan bin erzînkê û serê wî rakir.
“Ka Pêş bila biçe werîsan ji cotê wî veke û bîne!”, Windayî
çavên xwe di nava komê ra li Pêş gerandin û got.
Pêş destê cotiyarî kêşa û bire pêş, li bin çeqlê darê
rawistand, werîs li ser hev kire gerî û serê werîsî kir di
dest Windayî da.
“Pêş destê wî bigire û baş bîne pêş”, dîsan Winda li Pêş
zivirî û got.
“Ev şûjin û benin, di tovdanka wî da bun”, Ceste li hemiyan
zivrî, glolka rîsî û sûjin ji tovdangê derxistin.
“Ew jî başe, bila sûjin û ben jî ji wî bi xwe bin!”, Serî
rîs û sûjin ji Cesteyî wergirtin û raberî Windayî kirin.
Demê cotiyarî ew gotin ji wan di bihîstin, dilê wî xerab bu,
lêvên wî lerizîn, guh kerr bun, ziman şikest, hişk û zuha
bu, çav spî bun, stû xwar bu, çok şikestin û ket erdî. Demê
weha sistûxav ji hev çû, sernixûn bu, dravdanka wî ji berûkê
ket û hinek kaxezên pêncdînarên sor jê belav bun erdî.
“Ev kexazên sor ji xûna Cesteye di berûkên wî da!”, Serî li
kaxezên sor mêze kir û got.
“Bila di devî da bihên pêçan û drûn!”, Cesteyî li alê din
got.
Pêncdînareke sor kaxezîn rakirin, mîna perê cigarê vepêçan,
xistin di devê meşka cotiyarî da, ben bi sûjinê ve kir, û
weke papûçgeran ketin ber lêvan û bihevra drûn. Di ber drûnê
ra dibu fişfişa lêvên hembana cotiyarî û weke nêriyeke fehl
bolbol dikir.
Piştî lêv drûnê, meşka cotiyarî rakirin ser lingan, werîs
kir xilf, biser derî da girt, û bi çeqlê darê da hilkişandin
jor, Kevirî jî xwe bi lingan da hilawîst heta qenc sengîn
bibe û hêsk pê kir.
“Ger yên weke te hêskê nekin, yên weke me henasê na
kişînin!”, hemî pêkve li himber meşka cotiyarî rawestan û
gotin.
Meşka cotiyarî jî li gel gotina wan bêhn lê teng bibu, bu
fişfişa devî û bi erênî got: Immm, û diber imêna wî ra
kefeke spî, glîzeke mîna dewekî tîr ji devî verêht erdî û
zimanê wî vekişiha der û giyan bi serda çu.
|