kurdi@tirej.net

Mirovên ku ba û esman têra dînbûna wan dikin, mirovine bextewer in. Jimara wan kesan têra wêrankirina her tiştî dike(R. Şar) ► Arezû ji êşa dil kûrtir e(Nitşe) ► Kê navê evînê kiriye evîn!? Pêwist bû mavê wê kiriba mirin(Gyoyohara)  
 

Dr.Ebdilmecît Şêxo

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

H

 

elwestek û bangek
 

 




Di rastiyê de nûçeya li ser bûyerên Şêxanê li Kurdistana fêderal ez gelek bêzar kirim,.lewra jî ez mîna kurdekî musliman hemî hêrişên weha ne rewa li ser Kurdên Êzîdî û li ser navenda Êzîdîyan, mîna navenda Lalişê li Dohokê bi tundî û bi dengekî bilind şermezar dikim.
Li gor nûçe û ragihandinan, sersedema van bûyerên reş, jineke Kurd û musliman e, eger ewa ji ber lêdana mêrê xwe reviya be, an ewa rast bi kurdekî Êzîdî re reviya be, di her hal de, pêwîst e hêrişên tekane an bi awaya komelgeyî ji aliyê malbet û êla vê jinê de li ser Kurdên Êzîdî, yên resin çê ne bûna û ziyanên mezin ne gihandana wan.
Ez mîna muslimanekî nikanim ji birayên xwe musliman (êla Mizuriyan ) têbigînim, ku ewanan bê ku rastiyê baş bizanibin, hêrişên xwe dibin ser birayên me Êzîdî û navenda Lalişê ya ku bi şêweyeke fermî di sala 1993 an, ji aliyên birayên me de û bi piştvaniya hukumeta herêma Kurdistanê hati bû damezrandin.
Weke ji me hemûyan re diyar e, armanca navenda Lalişê parastina û pêşxistina kelepûr û kultura Kurdên Êzîdî ye, çand û rewşenbîriya Êzîdiyan beşeke ji kultur û samanên ronakbîriya gelê Kurd bi giştî.Lewra jî piştvaniya çand û ola Êzîdî ji aliyê Kurdên musliman de, erkeke netewaytî, mirovayetî û şaristanî ye .
Serokê herêma Kurdistanê rêzdar M.Berzanî îro şandeke Kurdên Êzîdî bi seroketiya MîrTehsîn Beg û Baba Şêx pêşwazî kir, ewî gelek bi hişmendî nirîna xwe derbarê van bûyerên reş derbirî û got;"Eger Êzîdîyek an muslimanek şaşiyekê bike, çê nabe em wê şaşiyê li ser hemû Êzîdiyan an hemû muslimanan bijmêrin. "Her weha Mîr Tehsîn Beg jî helwesta serok M.Berzanî li hember Kurdên Êzîdî pir bilind nerxand û got; "Eger ne ji serok berzanî ba, navê Kurdên Êzîdî, dê îro di destura Îraqê de nehati ba."
Li ber roniya van rastiyan, ez bang li hemû rêxistin, dezgeh, komele, kesayetiyên rewşenbîr, nivîskar dikim ku ewanan bi leztirîn kat alîkariya hukumeta herêma Kurdistanê di pêkanîna yasayê li dijî her tewanbarekî di van bûyeran de bikin.
Her wisa, ez tikayê ji van hemûyan jî dikim ku ewanan bê rawestan bi aramî û awayên zanistî pirsgirêkên weha şirove bikin., ta ku em gelê xwe nekin qurban û nêçîra dijminên azadiya Kurdistanê .

Bijî dadmendî !
Bijî biratiya olan!
21.02.2007

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Banga Kovara Urkêş

Piştî çend mehan ji derçûna jimara 1ê, aniha desteya nivîskarên Kovara Urkêşê dest bi amadebûnan dike, daku jimara 2ê ya kovarê çap bike.
Desteya nivîskarên Urkêşê, banga xwe digihîne rewşenbîr û nivîskarên zimanê kurdî ku berhemên xwe yên teze û nuh ji boyî vê jimarê li ser emaila Urkêşê, di hundurê du hefteyan de bişînin.
Desteya Nivîskaran vê bangê wek derfetekê dibîne ku, spasiyên xwe yên germ pêşkêşî bike ji hemî rewşenbîr û welatparêzên ku alîkariya belavkirin û firotina jimara yekê ya Urkêşê kirin.
Her wisa Desteya Nivîskaran, helwesta Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Tayê Duhokê, ya ji boyî berdewamkirina Urkêşê, helwesteke rewşenbîrane û cihê serbilindî û şahnaziyê dibîne.
Em li bendî lêkolîn, werger, çîrok û helbestên we ne!
urkes@rojava.net
www.rojava.net

 

 

 

 

 

 

 

 

TÎRÊJA KURDÎ

kurdi@tirej.net

 

ARSHIV 2006

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

tirej@tirej.net 
جميع الحقوق محفوظة بـ تيريز. كوم 
©www.tirej.net.2006