|

Ehmed Huseynî
|
|
|
|
R |
ûyê ku ji ber şîn maye, yê Xelîl e!
|
Rûyên
ji tavsorka nemanê, li şopên me yên di navbera sor û şîn de,
digerin. Şopên me jî, di kêlîkên dawîn ên talanê de, di
babelîka rengan de û di sorekî tawanbar de, wek xewnên deştê
dişkestin. Aniha jî şopên me, di aramiyê de, di sergerdaniyê
de, li ser devê sînorên tenhatiya me ya giranbuha dijîn û
biryarê didin ku nema wenda bibin.
Rûyek di çeşnê rûyê diya min de ye, di mirinê de radipere,
bîranînên xwe piço piço berhev dike û ji nişkê ve êşê diyarî
me dike û sorê xwe di jena dil de dadiçikîne.
De rengên xwe ji ber çavên min bide alî!
Rûyên ku gav bi gav di bangên xwe de zelîltir dibin, demê
vedixwin û çîrokan ji hevûdû vedişêrin, bi zorbaziya rengan
dixemilin û nêzî dengvedana ji hesin a afsaneyê dibin, nêzî
razên şûnewarên şewitî û nêzî sawa sorekî nêzîktir dibin.
Dastanê têkelî henasa tozê, helkehelka babelîskê, dûmana
kavilan û çolistana bînçikyayî, dikin.
Rûyên ku sîma û amajeyên xwe radestî hetavê nakin, germahiyê
bêwate dihêlin û mîrnişîniya rengan bi kêra sorekî sersom
dikujin, aniha nema dixwazin bêriya me û tinaziyên me û
şopên sosretane yên teqîna me bikin.
Rûyên ku çîrokên xwe nîvçe dibêjin, destên xwe nivçe li ba
dikin û bûneweran di şîniyê de nivçe dihêlin, aniha dudil
in, nalivin, nagirîn, bi tenê ji me re tiştekî dibêjin:
Dastana me xewneke din e!
Rûyên ku li derveyî sirûdê dimînin, di tîna sor de re li xwe
mikur tên û berî talanê memikên xwe bilind dikin û kirasên
xwe radestî evînbaziya bagerê dikin.
Rûyên ku di labîrênta Xelîl de berbi qederên xwe ve bi
hêminî diçin, berî ku bimirin, ji xwe re bi rengan dilîzin û
tembînameyên xwe bi şînekî matmayî û sersom dinivîsînin.
Rûyê ku ji ber şîn dimîne, rûyê Xelîl bixwe ye, di sor de
wenda dibe û di maka şînekî aziryayî de ji dayik dibe.
Di navbera efsaneya jinê û jina efsanewî de, rengê kevnar ê
êşê serê xwe hildide û em giş bi Xelîl re li xwe, li çêja
xwe ya wendayî û li rexên spehî yên têkçûnê û li serencama
rengên kuştî yên zaroktiya xwe, digerin.
|
| |
|

Banga Kovara Urkêş
Piştî
çend mehan ji derçûna jimara 1ê, aniha
desteya nivîskarên Kovara Urkêşê dest bi
amadebûnan dike, daku jimara 2ê ya
kovarê çap bike.
Desteya nivîskarên Urkêşê, banga xwe
digihîne rewşenbîr û nivîskarên zimanê
kurdî ku berhemên xwe yên teze û nuh ji
boyî vê jimarê li ser emaila Urkêşê, di
hundurê du hefteyan de bişînin.
Desteya Nivîskaran vê bangê wek
derfetekê dibîne ku, spasiyên xwe yên
germ pêşkêşî bike ji hemî rewşenbîr û
welatparêzên ku alîkariya belavkirin û
firotina jimara yekê ya Urkêşê kirin.
Her wisa Desteya Nivîskaran, helwesta
Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Tayê Duhokê,
ya ji boyî berdewamkirina Urkêşê,
helwesteke rewşenbîrane û cihê
serbilindî û şahnaziyê dibîne.
Em li bendî lêkolîn, werger, çîrok û
helbestên we ne!
urkes@rojava.net
www.rojava.net
|
kurdi@tirej.net
ARSHIV
2006
|