|
|
EREBKIRIN Û KIRRÎNA ERDAN
|


Merca
bingehîn ji parastina bûneweriya miletan re xak û erd e, ji
lewra erd hebûn e, tu carî gelê bê erd nikare xwedî li maf û
hebûna xwe derkeve. Her tişt ji erdê dest pê dike, gelê ku
nikare li erdê xwe xwedî derkeve û ne jî biparêze, tu carî
ne hêjayî jiyana bi rûmet e.
Bi van gotinan em bang li hemû kes, malbat, rêxistin, sazî û
partiyên kurdan ên li Çiyayên Kurdan xebatê xwe dimeşînin,
dikin ku haya wan ji xeteriya meselê hebe. Ji ber ku dijmin
siyaseteke qirêj û pir metirs li vê herêmê dimeşîne, bi
taybetî van salên dawiyê, û her kes ku li vê herêmê dimîne,
dizane rewş gihîştiye çi astê.
Gelî kurdan
Piştî destpêkirina projeya siyaseta Erebkirinê ya bi nav û
deng /Kembera Erebî/ ya ku ne tenê li herêma Cizîra Kurdan
pêk hat, lê li hemû deverên din wek herdû herêmên Kobanî û
Çiyayên Kurdan a bi ser Sûriyê ve, û piştî wê jî belavkirina
erdên kurdan li Erebên hatine anîn ta gihîşt siyaseta
kirrîna erdan a ku niha bi taybetî li herêma Kurdaxê tê
meşandin. Dijmin û dagîrkerê Kurdan dixwze bi vê siyasetê
dawiyê li hebûna me ya ji hezar salan de bîne.
Siyaseta birçîkirinê û valakirina herêmê tê meşandin, hîşt
ku bi deh-hezara kes warê xwe yê bav û kalan berdin û yan
bibin koçber yan jî herin bajarên mezin bi taybetî jî Heleb.
Vê siyasetê hêdî-hêdî pirsgirêka firotina erdan bi xwe re
anî, vê jî bi taybetî ji salên 90'î û vir de pir bi lez
destpêkiriye.
Kurd li vê derê yan mecbûr dibin yan jî bi nezanî erdên xwe
difroşin, ta ku xwarina jiyana xwe ya rojane bidest xînin,
lê gelo kî van erdan dikirre? kî ji kurdan dikare bikirre!
Vî tiştî pir bala me kişand. Ev tişt vê dawiyê li piraniya
navçeyên vê herêmê çê dibe. Ne tenê erd lê tiştê herî girîng
kirrîna cihê xaniyan yan jî – pir kêm – xanî bi xwe, tabî
Ereb dikirrin, û ne Erebên berê ( yên dema qonaxa yekem ji
Erebkirinê anîbûn vê herêmê, wek Erebên Skenderonê yên koçer).
û ne jî Erebên qonaxa duyem ji Erebkirinê ( yên ku anîbûn vê
herêmê û li gor Zagona Jinûbelavkirina Erdan piraniya Erdên
avî yên Kurdan bi des xistin, wek Eşîrên: Imêrat, Bobena,
Hedîdî, Ni'êmî, Bosalih, …hwd ), lê belê yên niha erdan
dikirrin piranî ji Erebên nû ne, yên ku ji destpêka qonaxa
sêyem yê Erebkirinê de tên vê herêmê.
Di qonaxa sêyem yê Erebkirinê de planek bi hêz û rêkûpêk tê
meşandin, û her wiha xuya dike ku kes û komîtin pispor li
paş vê meselê radiwestin, ji ber ku tu zagon an jî
rêxistinên navneteweyî wê nikaribin di demên pêş de tu erdan
vegerînin yan jî rewşa vê herêmê serrast bikin, ango ev
siyaseta ji ya ku li başûrê Kurdistanê dimaşiya xetertire.
Ew Erebên nû yên xwe li vê herêmê digirin bi seda û bi
hezara ne, her sal bi dehan malbat, bi taybetî jî xwe li
navçeya Cûmê digirin, û vê dawiyê li derdora Çiyayê Lêlûn jî
bi cih dibin. Ev kesên ha bêpere, xas û birçî tên herêmê û
di konan /çadiran/ de rûdinin, lê piştî nîv-salekê, kêm
caran jî salekê, erdekî dikirrin û xaniyeke mezin li wir ava
dikin!.
Di navbera du mehan de û li navçeyekê ji navçeyên herêmê,
serjimarek biçûk hate çêkirin /di rêya dostan re/, li wê
navçeyê /8/ erd hatin firotin 6 jê Erebê nûhatî, ji bo
avakirina xaniyan, ji xwe re kirrîbûn (navê navçeyê nayê
gotin ji bo ku em xwe biparêzin), gelo ev pere ji kû tên û
çawa digihin destên van kesan? Eger xwediyên herêmê nikarin
li herêma xwe bijîn û bêtirî 70 % li derveyî herêmê bo
pariya nên kar dikin - tabî "Qurbaniyên Siyaseta Erebkirinê"
yê ku li Lubnanê hatibûn kuştin mînakek berbiçav e - , çawa
ev kesên nûhatî dikarin li vir bijîn û erdan jî bikirrin?
Erebkirin pir xuya û aşkira tê meşandin, lê em nizanin ka ji
bo çi tu kes li hember vê tawanê ranaweste, tevlî ku ev yek
ji cînosaydkirina miletan tê jimartin. Nimûne û delîl bi
sedan li ber destan hene, lê çima kes aşkira nake? Yek ji
wan kesên ku dixwest erdê xwe bifirota navê wî I.D.X ye, ji
me re got '' ji bilî Erebên nû, kes li kirrîna erdê min
nedipirsiya, û tevlî ku metrek çarkoşe m2 ji erdê min bêtirî
(…) p.s nake, lê bêtirî kesekî ji wan Ereban hatin û ducarî
wan peran dan min, lê dîsa min neda. Piştre min bihîst ku
yekî din ku pêdivya wî, ji ber nexweşiyeke wan a malbatê, bi
peran hebû, firotibû wan'', û wisa berdewam kir ''ma kesî me
tune ye, çima em li hember vî tiştî ranawest in ''.
Gelî Hêzên Demokratîk û Parêzvanên Mafên Mirovan
Boyî em xwe ji pevçûneke misoger biparêzin û da ku herdû
milet wek du miletên cîran bijîn, pêwîste em bi hev re dijî
van siyasetên qirêj û destdirêjiya nijadperestên Ereb kin
bikin, ji ber ku dixwazin bingeha têkiliyan di navbera herdû
gelan de hilweşînin û berve xwekiştinê bibin. Hemû peyman û
zagonên navneteweyî binpêkirina mafê jiyanê şermezar dikin û
li dij tunekirina gelan derdikevin, lewma jî divê her kes,
her rêxistin li dij vê siyasetê raweste. Her kes ku
parêzvaniya mafên mirovan dike, dizane ku ev siyasetên li
dijî Kurdan li Herêma Kurdistanî ya bi ser Sûriyê ve bi
giştî û li herêma Çiyayên Kurdan bi taybetî tên meşandin, ji
êriş, girtin (binçanikirinên li vê dawiyê), tirsandina milet
(wek danîna rêgirên ewlekarî li ser rêyên ku gel têre diçe
herêmê) û ya herî metirs qonaxa sêyem ji siyaseta Erebkirinê
ye, ew siyaseta ku bi şêwazeke pir plankirî tê meşandin.
Lewma ev barê hemûyan e ku vê siyasetê verûtînin, û raya
giştî ya Kurdistanî, ya Navneteweyî û ya Erebî bi van
bûyeran bidin naskirin. Pêwîste em raya giştî û rêxistinên
navneteweyî bi tiştên heyî bidin naskirin û wan ji
qewimandinên dahatû re amade bikin, çi liv be û çi jî
standina biryaran be. Da em karibin vê siysetê ya li dijî
mirovahiyê rawestînin, pêdiviya me bi karekî bi hêz heye.
Gelî Partî, Rêxistin, Sazî, kes û haevalên Kurdan
Em bi navê Kurd û Kurdayetiyê bang li hemî xebatkarên rêça
kurdayetiyê û bi taybetî Tevgera Rizgarîxwaza Kurd û
Kurdistanî li Kurdistanê /başûrê rojavayê welêt û parçeyên
din/ û li Sûriyê dikin, da ku em bi hev re dest bi
hişyarkirina gel bikin da tu kes erdê xwe nefiroşe û nehêlin
ku dijmin bi rûmeta me bilîze. Em giş hevrêyên hev in, ger
em gav bi gav bi hev re nemeşin, rewş wê xerabtir bibe.
Dijmin û dagîrkerên Kurdistanê hertim dixwazin me ji hev
dûrxînin û her kes li gor biryara xwe ya kesane û partiyane
bimeşe, lewma em destên hevaltî û biratiyê dirêjî her kesî
dikin û em alîkariyê ji her kesî dixwazin, çi agahiyên nû
derbarê Erebkirinê bin, çi belege bin û çi jî pêşniyaz û
rexne bin.
BANG
Dîsa em dubare dikin û bang li her Kurdekî/ê , bi taybetî jî
li herêma Çiyayên Kurdan, dikin da hişyar bibe û bala xwe
bide vê siyaseta nû li her deverekê ji welêt, di vir de em
dixwazin bal bikişînin ser navçeya Çiyayê Lêlûn, Cûmê,
başûrê rojhilatê navçeya Şera, ji ber ku ev her sê navçe bi
tundî rastî Erebkirineke bi rêkûpêk tên û pest û pêkutî û
planên mezin li ser van navçeyan tên meşandin. Yê/a ku van
navçeyan nasdike jî dikare zanibe ku Erebkirina sînorên van
navçeyan tê wateya guherandina demografiya vê herêmê û
firehkirina herêma Erebî û tengkirina ya Kurdî. Ya herî
balkêş jî navçeya Cûmê ye, ev navçe di her sê qonaxên
Erebkirinê re derbas dibe, ango niha di siyaseta Erebkirinê
ya sêyem re derbas dibe, û bi giranî erd û xanî li wir tên
kirrîn, ne tenê Erebên nûhatî, lê yên kevin jî desbidest bi
hev re dikirrin, û li gor lêpirsîna me kiriye, ta niha tu
erebî erdê xwe yan jî xaniyê xwe nefirotiye û piraniya wan
jî li kirrînê dipirsin.
Ji bo van tiştan ka em bi hev re
sala 2007'an bikin sala lidijderkrtina Erebkirinê li Herêma
Kurdistanî li Sûriyê
RDEK
Rêxistina Lidijderketina Çiyayên Kurda
Ji ew kesên ku hewldanên nekurdiyane dikin re çi bi gotinan
be, çi bi nebelavkirina daxuyaniyan be û çi jî wekî din, em
ji wan re jî dibêjin: Hevalno! Birano! Divê hûn ne wisa bin
… diviyabû we wisa nekiriba … divê hûn di rojên pêş de wisa
nekin … , û ji bîr mekin em hîn li ser axa xwe ne, di hundir
herêma xwe de xebatê dimeşînin. Hûn bi xwe jî dizanin karê
me ta kîjan astê me dike xeteriyê, lê em di bin her darek
Zeytûnê de ne, di nav her Mêwekê de, û bi her Merxekê re
dijîn da em wan her û her biparêzin.
Têbîn:
- Hin agahî ne hatin aşkira kirin, ji bo agahiyên bêtir hûn
karin di rêya têkiliyan re bi dest xînin.
- Hemû daxuyaniyên derdiçin ji piraniya malperan re tên
şandin, lê hinek ji wan naweşînin.
- Hêviya ji her kesî ewe ku wêne bi daxuyaniyê re werin
weşandin.
|