|

Fethulla Huseynî
|
|
|
|
E |
m ji avê
û agir dipirsin |
Li
warekî bi namûs
Li ber piştek e herî xûz
Dê bên pêşiya te
Leşkerên wî qonaxî, kesên ji me natirsin , ji xwedê napirsin
Bo çi evqas zikreşahî?
Û tên pêşiya te siwarên oxirê
Yên xwe spartin textê welat
Kî dikare
Vê hezkirina xweşik hilgire
Vê netebata xweşik
Vê şêlûpêla ne xweşik,
Dê kî bê pêşiya te keçê
Ger me welat
War
Şarên mezin
Odeyên biçûk
Zangoyên wêran ji evîna kes ji bîrrrrrrrr nake
Kilîtên bim keviran
Kevirên ser serê me
Keçikên ser ser û linkên me
Keçikên wek me bê namûs
Wê bên pêşiya me
Siwarên axê
Wê bên
Wê neyên
Em dimînin bayê her kes li ber hilma me dişewite
Yan her kes wê bimre bêyî hilata me .
|
| |
|

Banga Kovara Urkêş
Piştî
çend mehan ji derçûna jimara 1ê, aniha
desteya nivîskarên Kovara Urkêşê dest bi
amadebûnan dike, daku jimara 2ê ya
kovarê çap bike.
Desteya nivîskarên Urkêşê, banga xwe
digihîne rewşenbîr û nivîskarên zimanê
kurdî ku berhemên xwe yên teze û nuh ji
boyî vê jimarê li ser emaila Urkêşê, di
hundurê du hefteyan de bişînin.
Desteya Nivîskaran vê bangê wek
derfetekê dibîne ku, spasiyên xwe yên
germ pêşkêşî bike ji hemî rewşenbîr û
welatparêzên ku alîkariya belavkirin û
firotina jimara yekê ya Urkêşê kirin.
Her wisa Desteya Nivîskaran, helwesta
Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Tayê Duhokê,
ya ji boyî berdewamkirina Urkêşê,
helwesteke rewşenbîrane û cihê
serbilindî û şahnaziyê dibîne.
Em li bendî lêkolîn, werger, çîrok û
helbestên we ne!
urkes@rojava.net
www.rojava.net
|
kurdi@tirej.net
ARSHIV
2006
|