|
N |
ameyên
du pismaman
û Semaya Efrînê |
Erê
pismamo, ez niha di vê germa havînê de li ber destê êvarê bi
piya ji Amudê vegeriyam malê. Bawerke îro belengazan dikanîn
hêkan ji zarokên xwe re li ber tava rojê bikelandana, lê hîn
ji vê xeraptir, bijîşkê Qamuşliyê yê dadwerî beriya heftekê
ji cîranê me re goti bû; serê dostekî min, Ferhadê Heso di
nava zeviya Borzo Axa de mîna serpiyekê keliya bû. Ew bû ye
pakrewanê heyşt keç û 3 kurikên xwe, piraniya Amudiyan hîn
di xemgîniyê de ne ..Erê pismamo ez hîn naxwezim ji te re
bêjim ku zarên wî niha di çi kirasî de, di çi dujehê de ne,
lê ev mala ji bin de hilweşiya…Ax ez nizanim pismamo, ez
gelek bi bîranînên wan dêşim ! Tu li kê temaşe dikî ??? Ey
xûdê tu vê yekê nînî serê tu kesî dîn.
Lê ez nizanim ku li nik we li Almaniya tu kes li ber tava
rojê di zeviyên Alman Axa de dimirin ? Ez bawer nakim.
Tu zanî pismamo, delalo ez mîna berê hîn berdestê avahîkaran
dixebitim, ez hîn bê jin im, ez nizanim kî dê keça xwe bide
hejarekî mîna min, tu qey zanî pismamo ez hîn nikanim çêlekê
bikirim, dê çawa ezê keçekê xweşik, bejin bilind bikirim???
Erê bextê zikê min hinekî baş e, ew mîna bergîrê mala keyayê
Durbasiyê herdem tê re, lê giyana min herdem tî û birçî ye,
ewa ji hilma derdora min tim û tim dixwaze vereşe …Hîn eva
çiye pismamo, hîn tu were li derûna min binêre, ewa ji
qatayekê ta qata şeşan bi tûjpeyvan û awirên ne mirovane di
nava pêlên bêzariyê de bê deng dinale, giyana min bi ser min
de hêrs dikeve, ewa êşên xwe bi stêrên min derman dike,
tirsa min ya mezin ew e ku çavên min hêdî nikanibin stêran
bibarînin, ez nizanim dê ewanan parsa stêran ji kê bikin ???
Pismamê hêca ! Tu zanî ez ne weke te xwendevan im, û ne jî
ez mîna Helîmê Amudê me ku ez ji te re kanibim rewşa xwe pir
bi zelalî û balkêş binivisînim, lê ez bawerim tuyê hevokên
min yên li hev sîwarkirî bi hêvanên zanîn û hestên xwe di
hişê xwe de tîmar bikî û di bin siya dara wê de bersiva min
bidî.
Erê pismamo! Li min bibore, ez neçar im herim nav nivîna xwe,
piştî çar demjimêran ezê dîsan dilbera xwe ango nivîna xwe
bi tenê bihêlim û bi piya herim ber avahiya xwe, kevirên bê
wijdan li benda pişta min in ..ezê bêjim şeva te û zarên te
xweş be …û ta careke din.
Pismamê te Rênir
Amudê,7.06.2000
(2)
Ezbenî Rênir!
Eva bû ye sê rojên, ez gihame malê, tu zanî em li ku bûn, em
li kîjan welatî bûn? Min nedixwast ji te re bêjim, ta ku
dilê te bi me pir nemîne, lê diya zaroyan li ber serê min
rûniştiye û dibêje; divê tu ji Rênir re tenê rastiyê bêjî,
lê ez nizanim ma rast mebesta bermala min rastî ye, lê ewa
mîna pir kesan dixwaze xwe bîbîne, ji te û ji xelkê Amudê re
bêje; binêrin çawa mala Hesenê Elîfê duh weke me birçî bûn,
lê îro ew li havîngehên Îtaliya ji xwe re seyranê dikin .
Bi xudê min nedixwast tiştan weha ji te re binivisînim, lê
belkî tu hîn baş nizanî bî ku jinên niha pir ji mêrên xwe
natirsin, eger min negotiba, ewê dê deh caran gotinên min bê
sedem li pêş mêvanan bişkanda…Na ..Na ..Min gote wê, ezê ji
pismamê xwe re bêjim; belê ezbenî weke jina min dibêje;
seyrana me pir xweş bû, lê tenê bêhna Amudê jê kêm bû.
Em vegeriyan Hanoverê, me dît ewa hîn ciwantir bû ye, berê
dar û kolanên wê pir caran bi biyaniyan re nizanî bûn
bikenîna, lê di van rojan de, Hanover ne mîna berê ye,
ezmana wê jî pir sahî bû ye, hêv pir ronak e, penaber jî îro
pir rûlken in, baweşînên hênik pîkên daran dihejînin, belkî
bi vê re jî dilên xelkê hatin leqandin ..Ez nizanim ..Ez
nizanim heyran, ez ne pisporê derûnî me ..Lê ez çi dibînim
an jî, ez çawa hest dikim, ez wê ji pismamê xwe re
dinivisînim.
Em werin ser nama te, bawerke min kurtenama te sê caran
xwend, gotinên te bala min pir ber xwe de kişandin, erê te
gelek kêm nivisiye, lê peyvên te mîna "giyan", "wijdan " û "zikê
bergîran têr e " ez ji xewneke dirêj şiyar kirim, mîna ku tu
qadosek ava "Serê kaniyê " bi ser minde birêjînî.
Erê, me ji zû da hevdu nedîtiye; ez nizanim tu û birayên te
yên din gihan kuderê ? Lê ez guman dikim ku her şeş birayên
te zewicîne, zarokên wan jî niha pir in, lê çima rebinên
mîna te, dilsozên mîna te herdem bê bext in ?? Tu zanî
pismam; duh ez rastî dostekî xwe li bazara tişterzaniyê
hatim, me li ser buhabûna û erzaniya jinan jî deng kir, ewî
gote min, birayê min ji xwe re jinekê pir ciwan, bejin zirav
ji nava Kurdên Helebê ji taqa El-eşrefiyê pir erzan aniye,
ewanan hîn ji jinên Almaniya erzantir bûne, bila pismamê te
jî here wan derdoran, ew tim li Amudê çi dike? Erê pismamo
tu zanî ez bûme sî sal ku ez ji Amudê derketime, ew xaniyên
me axîn pir bi bîra min tên, ez heroj li vir xwe dikim
heyranê Amudê, ewa bû ye mîna siya min, herdem bi min re ye,
ax û ax ez herdem ji zarên xwe re dibêjim; bila min niha
çend buharên xweş di hembêza wê de derbas bikirina û bila ev
kirasa jî li min tune ba ..A x ..Hema ax ..Ez hîn çi bêjim
pismamo, rewşa min li vir rind e, ez kar dikim, min
hemwelatiya almanî jî standiye …Zarên min hemû dixûnin,
Cengîn bazara tirêmbêlan dike, tu bes wî bibîne, mina
kurdaxî dibêjin; "Ewa bû ye mîna lenga Kefersefrê " ew heroj
li bajarekî ye ..ew vêlayê ku xezorê min niha tê de dijî, ya
me ye, diya Cengîn ewa bi perên xwe kiriye ..Karê wê baş e,
elhemdula, ewa di dibistana bilind de mamosteyeke paye bilin
de..Lê rewşa te ji bîra min naçe, xweda aramiyê bide te, ez
zanim ku çima birayên te zû zewicîne, li gorî min ji kesekî
bihîstiye ku ewanan bi qelendên xûşkên xwe zewicîne ..Pir
baş e, te jî weha ne kir.. Baş e ku te jî dotmama min ya
dawiyê ji xwe re nekiriye berdêl …Ez zanim tu ne weke
birayên xwe yî, belê ez zanim berhemên darekê jî ne hemî
weke hev tal an şêrîn in.
Ez … erê pismamo, ax ez çi bikim ? bila tu bizanî bî, ez jî
mîna te gelek bi wijdan im, dilê min pir bi te û dotmamên
min dişewite, ez dikanim li te pêşniyar bikim ku tu Amudê bi
chi bihêlî û werî nik me li Almaniya bijî, dê pir rêk li pêş
te vebin û cîhana te dê bi rengekî din be … Ez ji te re hîn
vekirî bêjim, eger li nik we xort bi şêweya qelendan keçan
dikirin, lê li Ewropa rewş cida ye, tu zanî eger li vir
xortên me mafên penaberiyê istandibin û ewanan kar bikin,
hêdî pir keç ji Kurdistana Rojava jî li wan digerin, diyar e
ewanan jî dixwazin jiyaneke nûh nas bikin ..Tu hêdî qet
xeman nexwe, tu were nik me, emê mafê penaberiyê pir zû ji
te ra bistînin, bi taybetî kurdperwerên mîna te dikanin li
ser masê pasportê wergirin û ezê te li xweringeha xwe de
karkirin bidim. Paşê tu bêje min, eger tu keça kîjan axayî
an malmezinî dixwazî, ezê ji pismamê xwe re hûnim.
Lê berî ku tu werî çavên xwe baş li pir keçan bigerîne,
metirse here! Here her derê, her her malê ..Tu tenê keçeke
xweşik, rindik bi chi bike, here Qamuşliyê! Here Efrînê!
Here kobaniyê! Jibîr meke, erê te nexwendiye, lê bila ewa
xwende be, emê wê jî li vir weke diya Cengîn bikin mamosteya
dibistanê. Ez bawer dikim, piştî vê nama min, divê tu her
şev li ser aliyekî ta siba din razî û her dem xwenên xweş
bibînî, erê ezê te ji wî kirasê êgir rizgar bikim.
Lê ez lava ji te dikim ku tu van agahiyan ji kesî re dîn re
nebêjî, karê xwe bi nehênî bike! ..Li keçan bi dizî bigere!
..Eger te çend keç qeşeng dîtin, ji kerema xwe wêneyên wan
jî bi rengekî ji rengan bikşîne û ji pismamê xwe re bişîne,
ta dilê min jî rune..
Li dawiyê silavên germ ji te re û tu di gera xwe de serkewtî
bî ….
Hunermend
Hanover, 5.Tebaxê .2000
(3)
Çavên min Hunermend, heyrano!
Ez beriya kêlîkê ji bazarê vegeriyam malê, min bi xwe re bi
ser derd û kûlên xwe de, pir êş anîn malê, tu zanî ez rastî
du siyasetmedarên me hatim, her yekî ji wan bi awaya xwe li
tembura bizava miletê me dixist, mercên serketina gelê me ji
min re şirove kir, û her yek dibêje; em û em ne tu kesî din
…Neyse ez serê te jî bi xwe re gêj nekim, eva ne mijara me
ye .
Lê înan ke, min nama te bi destên pir lerzandî vekir, ewa
xwend, û dilê min jî pê re pir lêdiket, min digot ka pismamê
min çi derman ji aloziyên min re dîtine …Hindik neçû min
gote xwe, ax te çi got ? Keç? Jin ?Almaniya ?A x, wex, kar,
pere ….Xwelî li serê min be, min çima ji zû de name ji vî
delalî dilnazîk re ne şand bû…Ax û sed carî ax ..Lê xem nake
bavpîrên me gotine; "Bila bizina me avis be, lê bila bi
derngî be" Fatê were !..Were, lê zû were !…Te dît pismamê me
dixwaze min bibe buheşta Almanan, erê xûşka min, metirse! Bi
serê bavo ezê ji te re peran bişînim..
Li min bibure pismam ez dîsan ji mijarê derdikevim, ez
nizanim dotmama te tiştek di ber xwe de got, ez nizanim, lê
ez texmîn dikim ewa jî li ser êşa xwe dike girî, erê, erê wê
jî hîn mêr nekirî ye ..Lê bi xudayê mîhreban tu bavê min î,
tu diya min î, tu birayê min yê mezin î, hema tu çi bêjî,
ezê weha bikim.
Lê vê carê qisaweta min ew e, wek min berê jî bi te re goti
bû ku ez nikanim çêlekekê bikirim, lê vê carê ezê perên
qaçaqcî ji ku derê bînim, qaçaqcî bê wijdan in, serê her
mirovekî 4000-5000 dolar dibin.
Hinek dibêjin; ji nîzîk de wê gemiyek ji koçberan here
Ewrupa.
Ez nizanim tu çi şîretan dixwazî li min bikî, ez li benda
bersiva te ya zêrîn im, zimanê min niha ji şabûna re
lihevgeriya ye, hişê min niha li qata heftan de ye, ewa li
qîzan digere ..Weke te gotî; ewa li yên rindik û tîtik
digere ..Ewa çû ..çû, belkî ewa giha ye Efrînê jî ..E rê
pismam ev niha ez im .
Na heyran bi serê bavê min û yê te ez ji tu kesî dîn re
nabêjim ..Ma qey tu dibêjî ez dînê Amudê me …Na! Na! Bê xem
be ..!
Silavên min li diya Cengîn bike û ez hemû zarên te radimusim…
Bersiv..Bersiv tu bimînî di xweşiyê de.
Rênir
Amudê ,15.Tabaxê .2000
(4)
Carek din dema te xweş be pismam, ez pir bi nama te û
dilşadiya te kêfxweş bûm, ez vê carê nikanim ji te re gelek
binivisînim. Dibêjin, li Berlînê kurdekî ji xeyda jina xwe
re, xwe kujtî ye, ezê niha bi rêkevim û herim serxweşiyê,
ezê paşê bizanibim sedemên vê gunehkariyê çi ne? Lê ez
dixwazim te agahdar bikim, tu here cem bavê Egît! Min ji te
re 5000 dolar şandine, lê ji wan eger li nik te zêde
bûn,1000 dolar ya dotmama min Fatme ye.
Bizani be! Min ji diya zarokên xwe re ne gotî ye, tu jî ji
kesî din re me bêje! Eger diya Cengîn zanibe ku min ewqas
pere ji te re rêkirine, bawerke emê hevdu bikujin …Mebêje
heyran !
Gerên xwe bi hêmenî û aramî bike, bila tu kes nizani be tu
çi dikî, ez li benda te me û bi xatirê te, silavên min
taybet ji Efrînê re hene. .
Hunermend
Hanover,2.09. 2000
(5)
Ezbenî pismamê dilsoz!
Ez te pir û pir spas dikim, xudê te ji her xerapiyekê
biparêze, min beriya kêlîkê pere ji bavê Egîd wergirtin,
dilê min niha bûye mîna gulistana buharê, niha bêhna bayê
Amudê pir xweş e, ez niha di xewneroja xwe de li bin siya
dareke zeytonê rûnîştî me, mala bavê Egîd ava be, ewî jî soz
daye min ku nehêniyên min ji kesî din re nebêje. Wekî din
ezê niha, niha herim Helêbê, ezê paşê her tiştî ji te re
binivisînim. Bi xatirê te ta hefteyek din.
Rênir 10.09.2000
(6)
Hunermend can, bavê Cengîn !
Va ye ez ji Helebê û ji "Çiyayê Kurmênc" behuşta dildaran
vegerîm, ezê niha ji te re hûrik, hûrik her tiştî bêjim.
Min berî her tiştî hîn ji Amudê de telîfona hotêl Elemîr ya
pênc stêrkî kir, erê pismam, diviya bû weha be, ez berê
zanim û berê jî gelek kesan bi min re gotine ku keçên Efrînê
ji kêf û dewlemendiyê hez dikin.
Ez gihame hotêla xwe, min yekser vîdiyokamêra ji xwe re kirî
û di pişt re min telîfonî hevalê xwe Rêber kir, me herduyan
bi hev re li dibistaneke Helebê dixwend, tu zanî dema apê te
çû bû dilovaniya xwe, ez çûm Helebê û min li hotêla Kenanê
Egîd Axa kar dikir û ez diçûme dibistanê, li wir ez û Rêber
bûne hevalên hev, lê ew kurê dewlemendekî ye, nizanim, berê
çend hezar darên wan yên zeytonê hebûn. Neyse, min telîfon
ji Rêber re vekir, ew bi telîfona min matmayî ma, min ji wî
re got; ez niha li hotêla Elemîr im, ez dixwzim te bibînim,
min bi xwe re goti bû; belkî ez bi riya wî têkevim malên
Efrîniyan û li rindik û bejin ziravan bigerim, bi rastî jî
ew piştî du demjimêran ji Efrînê hat cem min, me herduyan li
rewşa hev pirsîn, ewî gazincên xwe kirin û gote min; tu
nizanî bavê min mala me ji binî de hilweşandiye, rewşa me ya
aborî ne mîna berê ye, belkî bavê min tê bîra te, ew gelek
ji kêfê hez dike, ewî herdem pere bi kar ji cem Bobeniyan an
ji cem bazarganên zêtê li Helebê tînan, lewra ewî nîvî darên
me firotine, lê niha hinekî zora me li ser wî dibe, em
nahêlin ku ew weke berê berdewam bike, pişt re yekser ji min
pirsî lê Rênir rewşa te çawa ye? Xûya ye û di hotêla te re
diyar e ku rewşa te ne mîna berê ye . Min tavildanê ji wî re
got; erê bira, çerxa dinyayê weha ye, hin caran mirov li jêr
dibe û hin caran mirov li jor dibe û sed carî mala xudê ava
be, min gotê; erê hevalê hêca kanî em herin şîvekê bi hev re
bixûn, em li ser xwerinê hîn rûnîştî bûn, hêdî, hêdî min li
rewşa mala wan bi giştî pirs kir, ewî gote min, em hîn du
bira, ne zewicîne û şeş xûşkên min li mal in. Tu zanî gava
min bihîst ew dibêje şeş xûşk, hêdî dilê min di sîngê min de
dest bi semayê kir, min di hundir xwe de digot; ya xudê,
tenê bes bila ew bedew bin, ezê lingekî li ber yekê xînim.
Şeva me li hotêlê bi bîranînên rojên dibistanê û
serpêhatiyên jiyanê me derbaz bûn. Min nehêşt ew wê şevê
vegere mala xwe, ew li nik min li Hotêlê bûye mîvan, yanê
min riya mala wan ji xwe re dûz kir. Te dît heyran, pismamê
dilsoz! Çawa ez bi tektîk û aramî dilivim.
Roja din ewa vegeriya malê, ez li Helebê li taxên Kurdan ji
xwe re digeriyam û ez carnan ji xwe re diçûm ber zanîgeha
Helebê û kamîra min jî bi dest min de bû, erê min digot;
bila ez bala keçan ber xwe de bikşînim.
Di roja sêşemê de bû, ez li wir bûm, keçek reşik nîzîkî min
bû û ji min pirsî, ma tu ne ji Amudê yî, min bi ters gote wê,
ez ji te tê negiham, bi erebî bi min re bipeyve, ez ne
bêgane me, ewê lêborîn ji min xwest û pir poşmam di riya xwe
de çû, min di ber xwe de got; ya xudê! Ma min keç li Amudê
nedî bûn, ewa ji min re ji ku derket, lê baş bû, ez rola
lîstikvana lîstim, min xwe pir zû ji wê rizgar kir û hêdî
nema ez vegerîm wan derdoran.
Êvarê Rêber bi min re li ser telîfonê deng kir û ez vexwendî
mala xwe kirim, di roja din de ez bi teksiyeke taybet çûm
Efrînê, min tenê diyariyek ji dayika hevalê xwe Rêber re bir,
erê pismam, min Efrîn pir ji zû de nedî bû, lê li wir
avahiyên pir baş hatine girtin, dibêjin endizwarên Kurdan
niha pir giringiyê didin pêşxistina bajarê xwe, mala wan ava
be, mala Rêber jî vêlayeke xweşik bû, lê ya herî xweşktir û
giringtir, min xûşkên Rêber dîtin, ji wanan dudiyan bi hev
re hişê serê min birin. Min jî şevekê li mala wan xew kir,
li roja din Rêber ez û diya xwe, bi şeş xûşkên xwe ve û hîn
bi ser de jî, sê hevalên xûşkên wî jî bi me re çûn
xweringeha Basutê..Erê pismam vê carê axivtinên min pir in,
ez di vê namê de li ser xebata xwe ji bo çarenûsa xwe û
keçên ciwan dipeyvim, rûniştina me gelek serketî bû, baş bû,
bavê Rêber ne bi me re bû, ez zor spasdariya xaltîka xwe
diya Rêber dikim, min jinên weha serwextî kêm dîtine, navên
pir siyasetmedarên me dizane, bi vê mezinbûna xwe li
dibistana partiyan de fêrî zimanê kurdî bû ye, ewê car caran
hin malikên helbestên Cegerxwîn ji me re digotin. Min
serbestiya xwe istand û bê şermî bi hersê hişbiran re rind
deng dikir .Min wêneyên wan li gel axivtinên wan kişandine,
va ye ezê niha ji te re li ser sê perwînan rawestim1-Gulşen
25 salî ye, çavên wê hişîn in, dirêjbûna wê ne kêmtirî 170
sm.e. Fîstanke kurmanckî hişîn li xwe kiriye, ewa li Efrînê
li gulistana zarokan dixebite, xûna wê bi min pir şêrîn e,
çêşa peyvên wê hûngivî ne, ewa di hemu mehrecan helbesta
kurdî de beşdar dibe, ma ji vê pirtir hîn çi gerek e?
lê Sema hema xwedê ewa bi xwe çê kiriye .. 27salî ye, çav
kesk e, fîstaneke kesk kurmanckî li xwe kiriye, ewa li rex
diya xwe rûniştî ye, ewa jî li navê xwe hatiye, mîna çûkeke
qeşeng di nav me re dere û tê, rûyê wê weke hêvê ye, ewa jî
mamoste û wênekêş e. Ez pêwîst nabînim li ser yên din.4.5.6
ji te re binivisînim.
Lê min gote te, hîn du hevalên wan henin, yek ji wanan navê
xwe Hêvîn e, ewa jî keça mamosteykî ye, 23 salî ye, ewa li
zanîngeha Helebê beşê zimanê erebî dixûne, çavên wê reş in û
mezin in, bejna wê pir nazîk e, axivtina wê nermik û balkêş
e, dengê wê pir xweşik e.
Min sê katijmêran ewana bi deng û wêne kişandine, tu dikanî
têra xwe li wan binêrî, û nirîna xwe ji min re bêjî, ez
dibêjim ku ez kê ji wan bixwazim, dê bi min razî bin.
Bavê Cengîn !
Piştî heftakê dê siysetmedarekî me were Almaniya, ewa dostê
bavê min bû, ezê telifona te bidim wî û ezê vê(CD yê ) bi wî
re, ji te re bişînim. Ez zanim, ewa mirovekî pir pêbawer e.
Ji kerema xwe pir zû bersivê ji min re bişîne, ta ku ez vê
fersenda zêrîn winda nekim.
Rênir 17.09.2000
(7)
Di serî de silavên zor germ ji te re pismamê hêca, eger tu
dixwazî li rewşa me bipirsî, bi rastî em di kêfa xwedê de ne,
em berê li ku derê bûn û niha em li kuderê ne, zaroyên min
hêdî nizanin bergîr, çêl, ker, xaniyên axî çi ne ? Em
serbest diçin sêmînarên kurdî, û dibêjin li hin wîlayetên
Almaniya hin zarokên Kurdan bi zimanê xwe dixûnin. Yanê bi
kurtî em li vir zanin bijîn û me renga jiyanê nas kir.
Berê me ber payîzê ye, zarên me dîsan diçin dibistanê, hemî
baş dixûnin, hema tuyê werî, dê tu her tiştî bi xwe bibînî.
Lê mixabin ewanan kurdî pir xerap zanin, diya Cengîn weha bi
serê zarokan dike, ewa dibêje; niha kurdî, murdî ne gerekê
me ye.. here mal xerab, bila serokên te kurdî fêr bibin,
paşê were bi me re şerê xwe bike, here…!Here … ! Min duh
êvarê bi xwe guhdar kir, ku çawa serokekî Kurdan bi zimanê
kurdî dixûne, min ji ber wî ve şerm kir …. Neyse Rênir ez
pir caran ji mijara xwe ya bingehîn derdikevim, tu li
kêmasiyên min nenire heyran !
Ez duh çûm Bonê, Insîtuta kurdî li wir konfiransek ji bo
Kurdistana Rojava li darxisti bû, min siyasetmedarê me yê ku
CD bi xwe re anî bû dît,- civîna me pir baş bû, -elhemdula-
li dewsa partiyeke me hebe, di wê rojê de tenê çarde
partiyên me beşdar bûn, -dîsan elhemdula- nirînên xwe jî pir
nîzîkî hev bûn -, lê nizanim çima min ji nişkava dît ku du
endamên partiyan bi kursiyan li hev dixistin, konfiransa me
têk dan.Tu zanî mêvanê me yê siyasetmedar bi dengê bilind ji
wan re got, min texmîn dikir ku hûn li vir hinekî fêrî
şaristaniyê bûne, lê mixabin hîn hûn li şûn me ma ne, me li
welêt hîn li hev nexistiye ..li min biborin ez nikanim bi we
re berdewam bikim.
Dîsan neyse ez dîsan ji mijarê derketim, lê ez çi bikim
pismam, tevî ku ez ne endamê partiyekê me lê siyaset ketiye
xûna min. Siyasetmedarê me çû cem hevalên xwe, lê min CD ji
wî bir û ez jî pir bi lez vegeriyam malê, çimkî min nama te
beriya hatina siyasetmedarê me bi sê rojan wergirti bû, te
ez zor dilxwaş kirim, te nûçeyên baş li ser keçên Efrînê ji
min re nivîsî bûn, min bi xwe re digot; xudê mirazê dilê te
bike .. lê tu nizanî çawa ez vegerîm, min du basik bi
tirêmbêla xwe ve xistin û ez firiyam, û min tim di ber xwe
de digote te, wey tu her bijî pismam, te ev keçan çawa bi
lez dîtin, ez çend salên, çavên xwe bi dizî diya Cengîn li
wan digerînim, lê kes bi min qayil nabe, ezê bi derdên wan
bimirim, baş e ku tu bextewar î.. ,lê bila eva di navbera me
de be pismam. Tu zanî di mala me de hîn ew malmêrata tune ye
, ez nzinaim navê wê bi kurdî çi ye, yanê ewê ku mirov CD
dixe wê, û paşê li ser telviziyonê her tiştî dibîne, beriya
ku ez bi mala xwe gînim, min ew malmêrata kirî, min di dilê
xwe de digot; eger diya Cengîn çi dike bila bike, tenê bila
pismamê min yekê ji Efrînê hûne, lê gava ku min her tişt li
saz xist û min gote hemiyan, de werin ! De werin binêrin,
kur apê min çi malbet li Efrînê dîtiye, werin binêrin !
Çi dayik e ! Binêrin çi keçên delal in, guhdar kin ewanan çi
dibêjin, min her çend kîlîkan di berxwe de digot; wey li te
helal be pismam, bila tu bêjî ez nêçîrvan im.lê tu nizanî
rûya diya Cengîn çawa bi heft rengan dihate guhartin, gava
min bi hestên germ li we temaşe dikir, û bi evîneke bê sênor
li we guhdar dikir. Bi rastî her sê keç xwaşk in, weke te
gotiye, yek ji ya din ciwantir e, lê pismam ez nizanim, çima
ya çev kesk, Sema ji hemuyan pirtir bala min kişandiye ?
Eger tu şîreta min bipejrînî, ezê ji te re bêjim Sema li te
pîroz be, tu bes kanibe wê bi aliyê xwe ve bikşîne, bila ewa
bi te re bêje erê, çi pêwîst e, ezê ji bo te bikim, EZ HER
DEM LI PIŞT TE ME.
Hunermend
Hanover.24.09.2000
(8)
Hunermend Can! Bavê Cengîn! Ez nizanim çawa ezê paşê ji ber
barê te rabim, ezê qenciyên te jibîr nekim, tu ne tenê
pismamê min î, nexêr, tu ji birayê min baştir î, tu bavê min
î, tu diya min î..Erê pismam, ev çend rojên li benda nama te
bûm, ez di vê navberê de heroj bi Efrînê re dipeyvim, di
xwena xwe de, ez her şev zemawenda xwe bi yekê li Hanoverê
dikim, baş e ku min pir bi tektîk û hunermendî bi her sê
keçan re deng dikir, tu kesî nizanî bû ku çavên min li kê ye
? lê ez xatirê te naşkînim, min berê bi te re goti bû, her
sê bedew in, yek ji yekê xûn şêrîntir e, hema te got Sema,
bi xudê bila ew çûka semavan be.
Tu zanî, te hin tişt nivisîne, ez gelek pê xemgîn bûm, lê ez
jî naxwazim ji mijara xwe derkevim, eger bi xêr ez hatim,
emê bi bêhna fereh li ser her tiştî rawestin.Niha ya herî
giringtir ew e ku te nirîna xwe daye min .A niha ez zanim,
ezê kê ji xwe re bixwzim.
Pismam ! piştî kêlîkê dê hin mêvan werin mala me, ewanan
caran nehatine cem min, ez dibêjim belkî ewan hin tişt
bihîsti bin, lê ezê her tiştî veşêrim, ez pismamê te
me..Xeman mexe, ezê ji îro de li pey qaçaqcî bigerim, belkî
ez yekî ji wan li Helebê bibînim û siba ez dîsan derim
Efrînêêê, cem Semayêêê.
Gelek silav li te û li mala we
Bimînin dilşad
Rênir,30.9.2000
Amudê
(9)
Elo pismam, bavê Cengîn! Bavê Cengîn! Elo .. Elo tu yî
ezbenî, ez Rênir im, Rênir...ez niha li Firansa me.. tu zanî
?
Wey ser çavên min ... ma tu rast dibêjî Rênir, lê ez xewna
dibînim? Na !Na malxerab, ez dergîstê Semayê me malxerab, ez
giha me Firansa malxerab!
Rênir te ziravê min qetand, tu tenê bêje, tu hîn nehatî
girtin ? Tu li ku yî ? Tu li nik kê yî? Na! Na Hunermend tu
metirse, gava ez ji Efrînê bi rêketim, Semaya min li ber
xudê pir digeriya, ewê gote min ;ji bo xatirê te, ezê li mêj
bikim, ta tu bê ziyan bigînî cem pismamê xwe yê delal... Tu
metirse ! Va ye telîfona biraderekî ......... Tu tenê bêje,
kînga ezê werim?
Te gote çi? Sema..Sema ?
Lo erê, erê, Sema..Semaya min .....
Dêmek her tiştê me qediya... Wey her bijî pismam, va ye ezê
di roja şemiyê de li nik te bim, bi xatirê te.
Elo Rênir, va ye ez hatim, ez niha li Parîsê me, kêlikî din
ezê li cem te bim.Wey tu gelekî bi xêr, ezê li pêş deriyê
rawestim...Rênir weha di ber xwe de dibêje; her ku Hunermend
nîzîkî min dibe, Semaya min jî nîzîkî min dibe, dengê dahola
zemawenda min li guhên min dikeve, stranên Cemîl Horo bi
alafa evîna min re govendê digerînin.
Wey ser seran Hunermend can, herdu pismam hevdu dibînin, li
ser hev digrîn, ewanan çend demjimêran li nik wî hevalî
diminîn.
Niha herdu pismam vedigerin Hanoverê, Hunermend ji Rênir re
dibêje; riya me pir dur e, te ji min re nama dawiyê şand û
tu çû Helebê, û va ye min tu li vir dît.Te tiştek ji min re
negot, ka Semaya te çi soz daye te ?Ka te çîroka wê ji min
re nenivîsî bû, û te ewa cara paşin çawa dît ? Te çawa ewa
weke kurdaxî dibêjin, qarmîş kir? Te silavên min gihandine
wê delala xwe? Erê pismam can, min ji wê re gotiye; metirse!
Pismamê min li pişt min e. Na! Na ez dixwzim dîsan tu ji min
re, hêdî hêdî bêjî ku te li vê çûyina xwe ya dawiyê li
Helebê çawa kir? kê soz daye te ? Bavê ? Dê ? Birayê wê
Rêber?
Va ye ezê ji te re hûrik, hûrik bêjim.Vê carê ez yekser çûm
Efrîna dildaran, lê li Helebê min tirîmbîlek BMB bi kirê bir
û bê guman min gelek diyarî ji Helebê bi xwe re ji hemûyan
re birin , lê diyariya xasiya min ya duhatû re, ji yên
hemiyan buhatir bû, Bi rastî pismam, min çi dikir, ewanan
hemî bi saya te bûn. Ez sê rojan li mala Semayê mam, min vê
carê hestên xwe pir zelal li ber wê û dayika wê derbirîn, em
pir cûn seyrangehan, Kefercenê, Basotê, Endarê, bi serê te
min nehêşt Rêber wereqakê ji beriya xwe bide, ma eger tu li
pişt min bî pismam, ezê ji çi bitirsim, lê Semeya min hîn ji
berê xweşktir bû bû.
Beriya ku ez ji cem wan bi rêkefim, min her tiştên xwe ji
Rêber, Sema û dayika wan re got, tu zanî pismam, ewanan qet
nizanin pişta min di bin barên keviran de şikestiye, erê ez
zanim min çawa dikir ! Hotêla Elemîr, tirêmbêla BMB ne li
valahiyê bûn. Min ji xwezî ve gote wan, ez car, caran
siyasetê jî dikim, hin berpirsiyarên mezin dihatin mala me,
min hin caran belavokên partiya xwe belav kirine, vêca qey
peyayên dewletê li min dane, eva bûne sê car, peyayên
asayişê min dibin cem xwe, gefguran didin min, ewan dixwazin
min li dawiya dawiyê bigrin û belkî min winda bikin.
Erê Semayê beriya dê û birayê xwe gote min; na, na, tu xwe
ji van zordaran rizgar bike! Dayika wê jî gote keça xwe, erê
keça min, bila Rênir here..here, xudê destê xwe di ser te re
bigre kurê min, tu here ! Paşê xuda dilovan e, her tiştek
sanahî dibe, lê min kûr, kûr li çavên wê û Semayê temeşe
dikirin, min di wan mîhrebanan de pir tişt xwendin, ewanan
bersivên min li ser rûyên xwe dinivîsândin, haşayî te, ma
qey ez ker im...Tu baş guhdarî min dikî pismam can ?
Erê, erê heyran tu bes bêje, hîn riya me dur e, xûya ye tu
gelek bextewar î, eger ne weha ba, tu piştî ewqas sal rastî
hevalê xwe Rêber dihatî ! Erê bavê Cengîn, min gote wan ezê
pir ji nîzîk de herim, ez herim Parîsê, paşê ez herim cem
pismamê xwe, ji xwe ewanan gelekî silavan li te dikin, min
berê li ser te pir bi wan re deng kirîye, Semayê carekê ji
min re got, xaziya pismamekî min jî mîna pismamê te weha
dilovan û palpişt heba. Tu zanî ewanan niha li benda
telîfona min in.
Emê îro jî bi mala bavê wê re biaxivin, ne Pismam? Lê bi ya
te be, kînga emê wê hûnin vir ? Belkî du mehên din ewa jî
were ne pismam ? Pismam te çîrokek ji min re li hev aniye?
Ma tu zanî ez kanim pir belgeyan bi dest xwe xînim, ez kanim
siba jî bibim hevalê kîjan partiyê bû, piştî hefteke din ezê
belgeyekê bînim, tu zanî gava min xanî ava dikirin, min
rojekê dîwareke şehetî ya sekretêrekî ava kir, li dawiyê min
çend wêne bi cil û bergên mîna siyasiyan bi wî re girtin,
erê pismam tu xeman me xe, tu tenê çîrokê amede bike ! Ne
pismam ? Te got kînga ezê Semayê hûnim heyran ?
Va ye ezê niha CD ya Evîna Welat têxim vê malmêratê, bila
ewa ji me re li ser Efrînê bistirê, tu bes guhdarke, çi deng
e! Efrîn bûkek delal e....... .wey ez bi gorî te bim xûşka
min, te agirê sînema Amudê bi dilê min xist ..A x ..A x, erê
..Sema jî bûkek delal e.. .
Rênir ! Em niha li Almaniya ne, tu bes guhdarke, xeman pir
mexe! Min berê bi te ra gotiye, ezê zû çîrokê çê kim, tu
zanî pir kes hene bi destên xwe malên xwe wêran dikin,
ewanan hîn qet siyaseta Almaniya tênegihane, ewanan tên her
tiştên xwe li pêş dadgirê
xwe rêdixin, hinek ji wan rastiyên xwe dibêjin, hinek ji wan
mîna te jî qet siyaset nekirine jî, lê xwe, di çîrokên xwe
de kirine qehremanên zîndanan, lê mixabin ewanan bê bext
derdikevin. Yanê bi kurtî pismam, şansê siyasetmedaran pir
hindk e, ta ku hukumet rûya xwe li ber yasayê cîhanî spî
bike, ewa bi rastî dide hin siyasetmedaran an rewşenbîrên
Kurd, vêca wek kurdaxî dibêjin, "keç û bextê xwe " yasa li
ku ye û masa li ku ye ? Here binêr hîn bi hezaran
siyasetmedar û rewşênbîrên biyanî nizanin rengê pasporta
almanî çawa ye ? Lê bi ya xudê be, tuyî bistînî, xeman mexe,
ez pismamê te me. Emê siba her tiştî ji te re li dozan xînin.
Tenê tirseke min çûk heye, eger te ne şînin van çend
wîleyetên dijwar mîna "Badênwurtêm berg" an "Bayrên" tu
metirse pismam, ezê îro bi xwe bi Semaya te re bipeyvim,
bila ewa rojê çend caran pirtir li mêj bike, ta ku xudê te
ji wê xefkê jî pêş de rizgar bike.Tu zanî dem pir derbaz bû,
em niha li Hanoverê ne, binêre eva bajarê me ye, bajarê
rawêjkarê Almaniya yê berê ye, tu dibînî çiqas xweş e? Tu
dibînî min tu anî kuderê ? Hindik ma ku tu û Semaya xwe ve
li bin van daraên bêhnxweş seyranê bikin ..Bêhna xwe fereh
bike pismam ... Va ye em gihan malê..... .
Piştî ku Rênir silav û milavan dide diya Cengîn, rûyên hemû
zaroyên wan radimuse, dîsan ji pismamê xwe dipirse, em
telîfonê ji mala Semayê re vekin? Hunermend li çavên jina
xwe dinêre û bi şermî ji Rênir re dibêje; erê ezbenî tu û
Semeya te li ser herdu çavan, veke ! Veke ! Elo.. Elo xaltîk
tu yî, ez Rênir im Rênir...,va ye beriya kêlîkê giham cem
pismamê xwe, bawerke min nikanî bû nan bixwera, min xwest
berî ku ez zikê xwe têr bikim, ez birçîbûna giyanê xwe bi
dengên we têr bikim, ka hûn çawa ne xaltîk? Mala siyasetê
bişewite, ku ewa bû ye sedema durketina min ji we, tu zanî
xaltîk ez bûme mîna mirîşka serjêkirî, bi xudê ez nizanim,
ezê bê we çawa bijîm ! ?
Xem nake kurê min, xem nake, hinekî aramiyê bide xwe, dê her
tişt baş bibe, va ye Sema jî guhdarî te dike, silavan li te
û li mala pismamê te dike, em hemî serketinê ji te re
dixwazin.
Te dît pismam çawa xaltîka min ji min hez dike, te dît ez
çawa wan bi peyvên nerm qarmîş dikim, ez wan duzan dikim, te
dît ? De bese lo, te serê min bi Semaya xwe gêj kir,
Hnermend dikene û dibêje, ma ne Semaya min jî heye, binêre
ewa çi xezal e, binêre ma ewa ne mîna huriyên bihuştê ye ?
Rûya diya Cengîn pir geştir bû, ewê gelek sivik û bi ciwanî
sifra xwe danî.
Rênir ! Emê niha vê êvarê cîroka xwe bihûnin, tu zanî ez qet
naxwazim ku tu li dadgehê bêjî ku min siyaset weha û weha
kiriye, na! Na! Heyran." Berî her tiştî divê tu bêjî, min li
welêt di avahiyê de kar dikir, her weha jî min pir karên din
kirine, mîna paqijkirina kolanên bajêr, û min pir salan li
nik Axayekî xizmetî çêlên holendî kirine, lê ez bi karên xwe
pir bextewar bûm, rewşa min ya diravî jî pir baş bû, lê
peyayên dewletê zanîn ku ez bi dizî sekretêrê partiya xwe
êvarê li gundan û bajarên Sûriyê digerînim, nizanim çawa
ewanan agahdar bûne, lê ewanan rastî zanî bûn, çend caran
ewan ez birim cem xwe, pir li min xistin, va ye pişta min jî
seqet e, ez kanim ji we re rapora pijîşk hûnim. li dawiyê
min bawer kir ku ewê min di bin lêdanan bikujin, hema ez bi
riya qaçaqcî reviyam û min nizanî, çawa ez gihame
balefirgeha Firankfurtê. Ewî ez li wir berdam û çû, mirovên
min li vir tune ne, hema ez çûm cem polîsekî û min bi
êngilîzî gote wî, I, m from Syria, I, Kurd,I,from
Kurdistan..Pişt re ewî ez li ereba xwe sîwar kirim û ez
radestî polîsên din kirim û niha ez li cem we me, mala xudê
ava be, ez ji zordarên Sûriyê azad bûm, û niha ez li bin
dilovaniya we de me ..." Erê pismam ta niha bes e, ji vê
pirtir mebêje,wekî din, hin pirsên din, dê ji te bikin, lê
tu dikanî zû bersivên wan bidî, yanê navê diya te çiye ?
birayên te, xûşkên te çend in ? û. h.d. navê sekretêrê xwe
ji bîr meke, navaroka rêbaza partiyê jibîr meke, ne xem e ku
tu navên hemu sekretêr û serokan bizani bî...,siba emê herin
Firankfurtê, ezê te li wir bihêlim. Hemî peyvên ku min niha
bi te re gotine weha bêje, zêde mebêje, ez zanim tu pir
kurdperwer î û te gelekî berevaniya azadiya gelê Kurd dikî,
tu jî rast mîna sed hezarên Kurdan bindest î, lê di axiftina
xwe de zorê mede ser siyasetê, çimkî pir dadgir li dewleta
Almaniya henin, gelek ji siyasetmedaran hez nakin, eger
ewanan bawer bikin ku te rast siyaset kiriye, belkî şansê te
pir kêm be, lê em dixwazin tu sedî sed mafê penaberiyê
bistînî, tu zanî Sema li benda te ye, ma ne we ye pismam ?
Hunermend di roja din de pismamê xwe Rênir dibe ber
balefirgehê û li wir wî berdide, Rênir hemî şîretên pismamê
xwe bi cih tîne, nimêjên Semayê ne li valahiyê ne, dadgir ji
Rênir re dibêje, min ji te bawer kir, hema 16 ji te re,
pîroz be Hêrr Rênir û ez ji te re herdem bextewariyê hêvî
dikim. Yekser werger ji Rênir re dibêje; bila tu bêjî ez
bextewar im, tu zanî ev dadgira ji sedî carna dide yekî û
carna nade tu kesî, hema pîroz be li te ..erê.. erê mamoste
can, roja ku ez ji Sûriyê derketime, Semaya min ji bo min li
mêj dike, erê ..!Erê, de bi xatirê te mamoste ...
Elo..elo pismam, ez bi qurban, bila tu bêjî ez zane me, bila
tu bêjî ez mêr im, 16,16, 16 te bihîst, ewan dibêjin gereke
tu çend rojan li kampê bî, bersiva te dê zû were, tu çi
dibêjî ? Erê li wir be, ezê sê hefên din weke hevalekî werim
cem te, tu li wir pir bi telîfonê bi min re mepeyve, dibêjin
telîfonên wir hemî di bin kontrolê de ne ..- te zanî heval
!!
Piştî sê heftan Rênir nameyekê ji hukumeta biyanî werdigre,
ew yekser telîfonî pismamê xwe dike, û dibêje; elo heval, va
ye nama ji min re hatiye, bi min re dibêjin, were pasportê
bistîne. Tu kînga dikanî werî cem min? Ez bi tenê narim cem
polîs, de were heval ! Ez sibe de li cem te me heval..., ez
cihê te nas dikim .... .
Di roja din de Hunermend hevalê xwe bi pasportê ve dibe cem
xwe û wî li nik malê xwe mîna hevalekî li cem polîs
dinivisîne û ji wan re dibêje; xeman mexin, ewê li nik min
li xweringeha min kar bike, ez nahêlim ew rojekê tenê li ser
hesabê sosyalê bijî, polîs ji Hunermend re temenê lêdixe û
dibêje, ta niha me hîn tu kes weha nedîtiye, spas ji bo te.
Herdu pismam vedigerin malê, hemî bi hev re şadibin, Rênir
dîsan telîfonê ji malbavê Semayê re vedike û dibêje; elo,
elo va ye dîsan ez im, ez Rênir im Rênir, xaltîkê tu yî ?
Mizgîn ji were va ye min paspot jî bir û ez dikanim kar jî
bikim, min ji we re ne got; ku pismamê min pehlewan e, şêr
e, kurê meriyan e, va ye ew hemî sozên xwe bi cih tîne.
Wey xudê ji wî û ji te razî be kurê min, xudê destê xwe di
ser we ra bigre, em herdem di qisaweta te de bûn, baş e,
niha em kêfxwş bûn, ka ..ka ...pismamê xwe bide min, ez
dixwazim dengê vî camêrî bibihîsim û ez bi xwe wî spas bikim.
Hunermend !! Hunermend !! xaltîka min dixwaze bi te re
bipeyve, keremke! Elo xaltîkê ez tême destê te xaltîkê, wey
ser seran, pismamê min pir ji we razî ye, ew gelek ji we hez
dike, xaltîkê hema bi kurtî, heya ez heme, xeman mexin, min
berê jî bi Rênir re goti bû; ez herdem li pişt te me, de bi
xatirê te û hûn hemî bimînin di xweşiyê de.
Rênir ji Hunermend dipirse, kînaga ezê kar bikim? Tu zanî,
ez li ser êgir im, te dît çawa xaltîka min ji min hez dike !
Te dît, lê mixabin dengê Semaya min nehate min ! Ne xem e
careke din ezê bê şerm bêjim, ez dixwzim bi Semayê re deng
bikim, ma ne wilo ye pismam! Erê ! Erê ! Erê ! Hunermend
bersivê dide .. .
Ê..ê.. Ezê kînga kar bikim te got Hunermendê delal ? Ez
dibêjim di roja duşemê de tê dest pê bikî, karê te dê pir
hêsan be, tuyê li Metbexê kar bikî, û tewelêtan baqij bikî.
Rênir tavildanê gote pismamê xwe, erê pismam ezê tewalêtan
jî ji bo xatirê te û Semayê baqij bikim, ez çi bikim ? Erê
ezê bikim. Rênir! Heyran peyvên min qet li xwe giran mîne,
ez zanim peyva tewalêtê ji guhên te re giran bû, lê ez ji
pismamê xwe re bêjim, tu zanî piraniyên dektor, endizwar,
rewşenbîrên me ev karan kirine, yanê li Almaniya tu kes
nabêje, ez kî me û lawê kê me? Alman serên hemiyan ditewînin.
Ez ji te lava dikim ku tu bi nizimbûna rûmeta xwe hest nekî,
na! Yê kar neke ew şerm e, rûmeta wî li nik hemiyan kêmtir
e, cîrok dirêj in û pir in , tu yê bi xwe her tiştî bibînî
.., tu bêje mala xudê ava be ku pismamê min li vir e, eger
ez ne bûma, tu yê bi salan di kempan de bijiya, û ev kar jî
bi dest te ne diket ..hema tu bêje Elhmdulla !!
Rênir dest bi karê xwe li xweringeha pismamê xwe de kir, lê
ew li mala pismamê xwe radize, heftak derbaz dibe, bêhna
diya Cengîn hêdî teng dibe, her şev êvarê berî xewê ji
Hunermend dipirse, malxerap ma ev çî ye, te kiriye mala me,
rojek, du, sê, ma ne be se, ma tu nizanî? Tu li ku derê yî ?
Tu zanî tu li Almanya yî û ne li Amudê yî ? Ma te qet
nebîhîstî ye, ku Aleman dibêjin " Eger mêvanek pirtirî sê
rojan di mala me de xewke, mîna masiyan, bêhna pîs û genî jê
tê ". De bese, hêdî zaroyên me nikanin ji dest bêhna wî
razin ..,de bese!Lê Rênir jî zane ku ew di mal de bê rûmet û
nirx bû ye ..
Piştî hefteke din, Hunermend malekê ji pismamê xwe re dibîne,
ew nema li wir dijî,lê Hunermend pir şa bû ku diya Cengîn
mîna diya Dara nekiri bû, ewê piştî sê rojan xarziyê bavê
Dara ji malê qewitandi bû û rûyê bavê Dara li seranserî
Berlînê reş kiri bû... .
Rêinr li malê xwe ye, li karê xwe ye, ew rojan, mehan û
peran dêjmêre û mehên pir derbaz bûn, hêdî Rênir nizane ku
çawa bi zelalî ji xaltîka xwe re bêje; ez destê Semayê ji we
lava dikim...,lê dem derbaz dibe, bayê Almaniya hinekî
şermbûnê li nik wî kêm dike, ew wêrekî dibe, wireyên wî
bilind dibin, pere jî zimanê wî hîn dirêj tir dike, baweriya
xwe bi xwe pir bilind bû, ewî gote xwe, ezê her tişî bi
destê xwe bikim.
Pêwendiyên Rênir ji malbavê Semayê netê birîn, bi kêmasî ew
heftê carekê bi wê malê re dipeyve, û dibêje wan karê min
baş e, ez baş jî fêrî zimanê Almanî bûm e, ez niha li ser
taxî(taksî) yê kurapê xwe kar dikim, mala min rind e, mezin
e, tiştek ji min ne kêm e, tenê ez dixwzim car caran dengê
we bibîsim. Rênir her du sê mehan bi Efrîniyan re cil û
bergên buha ji xaltîka xwe û Rêber re dişîne, heyşt mehên
Rênir li Elmaniya derbaz bûn, ewî li ser telîfonê pir bi
zelalî, bê serdor û ji nişkava ji xaltîka xwe re got;
xaltîkê! Xaltîkê ! Ma kînga ezê destê Semayê bigrim?
Bersiva diya Semayê hîn ji salekê di devê wê de mîna şiqna
guleke çiyayî bilind dibû, tavildanê ewê gote wî, kurê min!
Hema ez kanim niha destê wê di telîfonê re bidim te, ez
zanim çavên keça min jî pir li te ye, bavê Rêber jî, te berê
ew dîtiye, tu zanî çiqas ew dermanê dilan e, hema ji aliyê
wî de, tu bê xem be ... ê..ê .. Rênir tuyê kînga werî cem
me, û emê kînga zemawenda we bikin ? Xelas xaltîk ? Yanê
niha Sema destgirtiya min e ?Erê..E rê...Erêêêêê...
Xaltîk ! Emê zemawenda xwe li Hanoverê bikin, tu zanî ez
nikanim niha vegerim Sûriyê, hûn dizanin ku dewleta Sûriyê
heroj Kurdan dixe zîndanê, ma ezê çawa werim? Na! Na ! Kurê
min, ezê Semayê ji te re bişînim, ma ez zanim pir kesan
keçên xwe şandine Almaniya, û ewanan li ser telîfonan û bi
wêneyan hevdu nas kirine, û a niha zaroyên wan jî hene, ma
dê çi bibe kurê min !Ma em ne Kurd in !? Erê weleh xaltîk,
xaziya hemû dayik mîna te bûna, belkî niha tu keç di malên
bavên xwe de mîna keyan ne diman ! De baş e bi xatirê te,
zibunekî min hat, ezê wî niha bibim derekê ...,silav.. ,silavvv....
Rênir yekser telîfonî pismamê xwe dike û dibêje, lo pismam
!..Sema ..Sema... Sema. Tu tenê alîkariya min bike, dayika
wê jî soz daye min, çavên Semayê jî li min e ..,erê erê,
xaltîka min gote min ..,hîn tu çi dixwazî !!
Hunermend dîsan dibêje, lo metirse Rênir, bi gorna bavê min
û bavê te, ez herdem li pişt te me. Salek Rênir li Almaniya
çê bû, Hunermend ji pismam û Semayê re her tiştên pêwîst ji
kaxezan amede kir.
Di dawiya sala 2001 ê de, Rênir û Hunermend pêşwaziya jina
Rênir li balefirgeha Firankfurtê kirin û ew bi hev re
vegerîn Hanoverê. Lê Hunermend dubare û sêbare ji Rênir re
dibêje; min ji te ra ne got, ezê ji te re Semayê bînim!
Lê êvarê, Sema du û sê caran ji Rênir dipirse, ma emê kînga
zemawenda xwe bikin ?Rênir pir bi sanahî û berkenî dibêje,
em kanin wê paşê jî bikin, ne tu zanî Sema tu niha li
Almaniyay î? Yanê emê îşev bi hev re bizewicin, û paşê xûdê
kerîm e, mehekî din, du mehe, an di buharê de, ne xem e! Lê
ez sozê didim te, berî ku zarokekî me bibe, emê zemawenda
xwe bikin, em mîna hin kesên din nakin, ewanan kurdayetiya
xwe jibîr kirine, lê elhemdula ez hîn Kurd im !!! Ne! Çûka
min !!!
Di roja din de, bi sibê zû, Hunermend ji Rênir re li ser
telîfonê dibêje, zû.. zû were !Îro ji vê sibê de xweringeha
me tijî zibûn bû ne, nizanim îro çi li Hanoverê heye ? Rênir
newêre bêje na ! Yekser dibêje; va ye ez têm.Sema diprse,
Servîsek ji te re hat, Rênir? Lê Servîsê çi ,halê çi! Hema
ezê ji te ra paşê her tiştî bêjim, ezê herim, pismamê min
şêfê min e, divê ez herim, de bi xatirê te, ta êvarê.
Di katijmar 12 êvarê Rênir vedigere malê, bê guman ew dibîne
ku Sema di kiraseke xemgîniyê de xwe çelmisandiye û bi çavên
reşbînî li Rênirê xwe temaşe dike. Rênir zane ku ew di
dermafê wê de pir gunekarî kirî ye, zimanê wî li hev digere,
nizana çawa Semaya xwe dîsan dilşad bike, li dawiyê ew neçar
dibe û dibêje Semayê; were! Were dilê min, ezê niha ji te re
rastiyê bêjim, ez gelek neçar bûm mîna gelek kesan derewan
li te û li mala bavê te bikim, hema derewa yekemîn, ez ne
şofêrê teksiyê me, ez mîna gersonekî li nik kurapê xwe kar
dikim, ew pir dewlemend e, ew pir baş e, te ewa dît çiqas
mirovekî lihevhatî û camêr e, bi serê min û te, eger ne ji
wî ba, dê Almaniya ji me herduyan re xwen ba. Tu zanî min
pir şerm dikir ku min bi diya te re bigota; ez li vir gerson
im, ya din, ez geleeeek tirsiyam ku diya te bi min razî nebe,
û bêjie; ma mêr li Efrînê neman ku em keça xwe ya xweşik ji
gersonekî Amudê re bişînin, ma gersonên me jî li Helebê û
Şamê tijî ne!! Erê bi xudê Sema! Paşê li vir pir kes derewan
dikin, pir kes karên xwe ji xudanên xwe re jî nabêjin,
ewanan şerm dikin , şerm ....yanê mîna nimûne, kurapê min
herdem bi min re li ser telîfonê digot; diya Cengîn mamoste
ye û min jî weke te bawer dikir, lê min li vir her tişt bi
çavên xwe dîtin, mamosteyê çi ! Halê çi ! Ewa rojê heyşt
demjimêran tewlêtên hotêlekê baqij dike, eger tu bawer nakî,
ez siba te ji nişkava bibim cem wê, erê..,erê.., ev e rewşa
me penaberan li vir, vêca tu Semaya min, bi xudê ewanan xwe
pir bextewar dibînin ku dewleta Almaniya rêdana kar dide
wan, hîn ev ne tişt e, bila hinekî dem derbas bibe, tuyê pir
tiştên matmayî bibînî, erê Sema! Ma em çi bikin ? Jiyan weha
ye, carna şîrîn e, carna tal e ..lê xeman mexe! Emê zû ji vî
kirasî derkevin, erê, erê.. têyê carekê bibînî ku em xawên
xweringeh in, û tirêmbêlên me jî dê hebin ...Emê herin
Efrînê...
Herdu pismam bi hev re baş kar dikin, pêwendiyên Semayê û
diya Cengîn jî baştir dibin, herdem seredanên hev dikin, bi
hev re digerin, li dawiya heftan herdu mal bi hevre diçin
baregehên komelan.
Çend meh derbaz dibin, Sema bi du cana dibe, ewa dîsan
dibêje Rênir, ma ne bes e, emê kînga zemawenda xwe bikin ?
Diya min bû ye sed car ji min dipirse, ez jî hêdî mîna we
fêrî derewan bûme, ez jê re dibêjim; îro, siba , îro, siba
... .Baş e gula min ! Baş e çûka min ! Bila haya te tenê ji
zikê te hebe! Tu vê an vî zarokî ji min re biparêze, hema tu
kînga dixwazî, emê zemawendê xwe bikin.
Hunermend jî bi Rênir re dibêje; rast e..,rast e.. ,bes e,
va ye zarokê we li ser rê ye..,erê pismam tu tenê bêje erê,
Beriya ku zarok bibe bi du mehan, Hunermend zemawendeke
mezin li xweringeha xwe de çê dike, mêvanên vexwendî jî pir
in, lewra jî lêçûna zemawandê ji xelatên mirov û hevalan
derket, û bi ser da jî Rênir dikane hîn tirêmbêlek bikire ..
Semayê keçek aniye, navê wê jî bû ye Gulistan, lê Rênir di
buharê de gelek wêneyên wê kişandine, ewanan bi dîwarên malê
dalaqndine, ew gelek caran êvaran radibe şîşa şîr dike devê
keça xwe..,hema hindik ma bû ku ew bi Gulistana xwe re dîn
bibe,li ser wê distirê û helbestan dinivisîne .
Di rojeke înê de, Sema bi ser xwe de pir diponije, diponije
û di vê rojê de jibîr dike limêja xwe jî bike, hestên wê
germ dibin, dikelin, dilê wê bi ser keça xwe û Rênir de
tenik dibe, û stêrên dilovaniyê bi ser mêr û keça xwe de
dibarîne.
Hêdî, hêdî ewa gelek bi nazîk ji Rênir e dibêje; ez zanim tu
pir têgihîştî yî, tu zor şehreza yî, tu pir pêşketî yî , tu
mirovek î nûjen î, lewra ez kanim niha pir bi sanahî bi te
re bêjim, here Gulistanê li ser navê pismamê xwe binivisîne
! Bes e te pir guneh e!
Te got çi? çi? çi?
Yekser Hunermend dikeve vê malê, Rênir ji wî dipirse, pismam
guhdarke ewa çi dibêje ? Min tiştek nekiriye.. tenê mîna
berê, min bi te ra goti bû; EZ HER DEM LI PIŞT TE ME.
Li diya CENGÎN SILAV KE!
|