|
|
Bîranîna Zanyarê kurd ê mezin, mamosteyê min
Şakiroyê Xudo î Mihoyî
|
Dr. Ibrahîm
Mehmûd
Stûneke stûr (qalind ) û bilind a avahiya Kurdzaniyê
hate xwar!

Bêgoman nûçeya koçberiya ji nişka ve, a zaniyar ê kurd ê
mezin, profêsor, Akadêmîk (endamê akadêmiya zanistî a
Ermrnistanê û Rûssya yê ) Şakiroyê Xudo ji nav me ber bi
dilovaniya xwe ve, şên û naxweşî xiste dilê milyonan de, û
bi hezaran heval, hogir û şagirtên wî jî matmayî û di
sergêjekê de man!!
yek ji wana jî ezim, ên ku di baweriya min de bi dehan pirs
di mêjiyê wan de di geriyan: Gelo ev nûçe raste an jî derewe?
Ma dibe ku Şakiroyê bi qilafetê ( bi bejna ) xwe ve piçûk,
lê bi qedir û ma’rîfeta xwe ve, bi zarxweşî û devlikeniya
xwe ve, bi mervanî û Kurdperweriya xwe ve, bi nefispiçûkî û
mirovantiya xwe ve, bi zanebûn û ronakbîriya xwe ve pir
bilind, wise zû û sipîsax ji nav me bar bike???
Ma gelo li vê dûriyê mirov dikare çi bike? Û her weha bi
dehan pirsên bê bersiv! Lê mixabin bersiva herî sereke û
nexweş ewe, ku bi rastî mamoste Şakiro ji nav me barkir..
Çiqas ta’l û dilêş be jî, êdî nema em sehbeta wî a xweş,
rûyê wî ê geş, lêvên wî yên li ken, şîretên wî yên bi nirx,
dûrbîna wî a pêşerojê dibênin û di bihêsin…Ez bê tirs û bi
dengekî bilind dikarim bêjim, ku wî mîratekî zanistî û
dîrokî pir dewlemend û bi nirx ji bo miletê xwe bi cî
hiştiye; navekî mezin, qedrekî bilind û bi hezaran bîranînên
xweş li şûn xwe hiştine, Loma jî ewê hertim di dil û hişê
xizim, heval, dost û miletê xwe de bijî…Beramberî bûyereke
wise bi êş û şewat de û di derheqa mirovekî weha qedirbilind
de, pir çetine ku mirov bikaribe hemû tiştên di dil û hiş de
bênê ser ziman û kaxezan, lê tevî wê jî ezê hewil bidim pir
bi kûrtî be jî, şêweyê naskirina min û Mamoste Şakiro ji
xwendevanên kurd re bênim ser kaxezê…
Weke her xwendevanekî kurd ê gênc ( xort ), xemxur û
hezkiriyê çand, dîrok û doza gelê xwe, ez jî bi hesret bûm,
ku rojekî ji rojan herim nav kurdên Yekîtiya Soviyêt (Y.S.)
a berê û gelek kesayetiyên kurd ên navdar binasim…
Sala 1982 an, di çarçoveya xwendina xwe a praktîk de li
zanîngeha Mosko yê, kolêja Rojnamegeriyê, beşê Radiyo û
Televizyonê ( R&TV ), min weke mirovekî bê paytext û
welatekî azad ( Her xwendevanekî biyanî mafê wî hebû salê du
heyvan beşê praktîk li R& TV welatê xwe derbas bike ) ji xwe
re paytexta Ermenistan ê, Yêrîvan, motka wêje, ziman û
rojnamegeriya kurdî a azad, cî û „meskenê“ kurdên Qafqaz ê
helbijart…Demsal havîn bû, li gorî şert û mercên xwendinê,
karê min li R&TV Yerîvanê bû, di nav de jî beşê kurdî; min
gelek rewşenbîr, rojnamevan,kurdperwer û navdarên kurdan
naskirin, bûme mêvanê wan, ew mêvandariya ku mirov qet jê
têr nebibû... Birastî pir çetine (zehmete) mirov mazûlvanî û
qedirzanîna wan ji miletê xwe re, bi gotinan pesend bikê!!
Di vî warî de bi sedan bûyer û serpêhatiyên xweş, ku qet
nayên jibîr kirin ê hene… Da ku ez ji babeta xwe bi dûr
nekevim, yek ji ciyê ku min dixwest ez binasim beşê dîrok û
kurdzaniyê bû… Berî ku ez herim min hin tişt di derheqa wî
beşî, serok û xebatkarên wê de komkiribûn û bihîstibûn…
Bi alîkariya dostekî em çûne wî beşê, bi rêve wî dostî ji
min pirsî: ma ti Şakiro yê Xudo dinasî? Na. Min got…Peyîî (
ev gotin kurdên Qafqazê weke nîşana ecêbmayînê nîşan didin!
) ew lawikekî meyî z`aff jêhatî û li ser xwe ye, ewledekî (
kurekî, xortekî ) C`imeta ( miletê ) meyî lape mezin e (
herî mezin ).. Ew tarîxzanekî e`yan e ( xwiyayî ye ) û qedrê
miletê xwe nasdikê, hezkiriyê kurd û Kurdistan ê ye...! Bi
gotin û berdewamiya pesindana dostê xwe re em ketin avahiya
Instîtûta Rojhelatnasiyê a Ermenistanê, me berê xwe da beşê
kurdzaniyê otaxa ( kurdên me yên Y.S. ji odê re dibêjin )
serokê beş…Tu kes ji xebatkaran li wir ne bûn, tenê sekretêr
ê beş rûniştî bû; piştî silav û bi xêrhatin ê, wî got bi
bexşin ( bi buhrin ) Şakiro Xudoyevîç ( li gorî qeydên rûsî
mirovên mezin bi navê xwe û ê bavê dihatin bi navkirin ê )
di civîna giştî a serokatiya Akadêmiyê de ye, ewê z`aff dom
bikê…!
Mixabin ji ber karê min li R&TV û çûn û hatina gundên kurdan,
min ev serdana xwe xistibû roja dawî de, loma min û dostê
xwe bi lav lav û kotekî sekretêr razî kiriye, da ku bi
gêmasî here jê re bêjê, wekî wa kurdekî dereke (biyanî) li
hêviya te ye û dema wî li Rewanê ( Yêrîvan ) kêm maye, heger
îmkan hebê dixwaze te bibênê …! Piştî qasek ê (kêliyek ê)
Mamoste Şakiro hate bîroya xwe û bi ma`dekî ( bîçimekî, rû
yekî ) sar, wek ku hezar pirs di mêjiyê wî de di çûn û di
hatin, bi xêrhatina me kir û yekser bi nîv henekî, rexne
girt û go:
`` .. Bavo win kurdên dereke, ne me ji vî halî xelas dikin,
û ne jî me bi rehetî dihêlin…``. Dema wise got, weke ti
cêrekî ava sar bi serê min de dakê; bi rastî min xwest erd
bi qelişê û ez tê de winda bibim…Ez têgihîştim, ku min
gunehekî mezin kiriye, heme, hema û bi dengekî nizim di
berxwede min got: Mamoste tê qisûra min gelekî efû bikê,
welahî ev du heftîn e ez li virim, ha îro ha sibê min
dixwest ez bême ba we, lê ti dizanê, ji vê malê here wê malê
û ji vî gundê here wî gundî…Hîn gotina min di devê min de;
min dî rûyê wî geş bû, gotin ji devê min revand û pirsî: Ti
çûyî Alagez ê jî û ti çû filan û bêvan gundî?? Min her serê
xwe di hejand…Ma te lawik gişk naskirin? Min got erê. Min dî
keniya û ew mirov ê berî kêliyekê bû yekî din; dev li ken,
xwînşêrîn, nefispiçûk û zane…Ji nişkave kenî û bi rûgeşî
got: kuro weleh tu ecêvî ( ecêbî), ti li nav Cime`tê gişkî
geriyayî teze ez ketime bîra te…!
Dema min ev yek dît, min jî hêdî hêdî ciyê xwe xweş kir û ez
hinekî bi ser xwe ve hatim û qederê 15-20 deqîqan min tenê
bersiva pirsên wî da…Gelkî kêyfa xwe ji min re anî û got ez
za`ff şa me ( şadim, dilxeşim ) wekî cihêlêd ( gênc ) wekî
we têne vî welatî dixênin; pispor û şareza gerekî miletê me
ne; êd welathiz û miletperwer, nek ê xizmetkarê dijmin…Birê
min - gotina xwe domand - ti min bi bexşîne, ez gerekî
vegerime civînê ( di ber xwe de kire mine, min û çend xeber
jî gotin; ji gotinên wî hate xwiyan ku daxwazên wî di civînê
de, ne hatine qebûlkirin ê, êdî bi hûrgilî çibûn, ez nizanim,
lê xwya bû li ser dîroka kurdan bû, wê gavê ez têgihêştim
çima bi sarî bi xêrhatina min kir?! I.M. ) ka emê çi bi hev
bikin…Zû zû were, bera e`leqedariya ( pêwendiyên ) me
hebe..Oxir be ji te re û silava li lawikan gişka bike…
Min jî careke din qisûra xwe jê xwest, û her wise xatirê xwe
jî… Bawer bikin te di got qeyî ev deh salin , ku em hev û du
dinasin…
Sala piştre, careke din min ciyê xebata xwe a praktîk
Yerîvan û Radiyo a kurdî helbjart û min ji nêzîk ve Mamoste
Şakiro û xebata wan naskir… ji min re eşkira bû, ku ew ne
tenê ronakbîrekî mezin e, belê her wise miletperwer û
mirovhezekî nefispiçûkî civat xweşe jî…
Min pilanê karê dipolma xwe a zanko : `` Filîmekî dekûmêntal
li ser jiyan û xebatên kurdên Ermenistan ê `` jê re got. Ew
gelkî kêfxweş bû û piştgiriya min kir…Di sala 1984 an de min
dest bi kişandina Filîmê xwe li gelek cihan kir û di nav wan
de jî beşê Kurdzaniyê, ku wê çaxê ew serokê wê bû. Bi rastî
bexteweriyeke mezin bû ji min re, dema wî got: ``..Eva cara
yekeme, ku kurdekî dereke bi kamêra sînemê beşê me dide
nasîn û hevpeyvînê bi min re çê dike..``.
Ji wê çaxê de dan û standina me berdewam bû, ew ji min re bû
weke Mamostekî û çavkaniya şêwirdanê, loma jî min çar sala
şûnde, ew yek ji du Profêsoran, weke rexnegirê nama xwe a
dektora `` Tevgera kurd di filîmên dekûmêntal de û Yelmaz
Gûney `` destnîşankir û wî jî bi dilgermî qebûl kir û
alîkariya xwe bi hemû rengî diyar kir… Di payîza sala 1989
an de, roja parastina Nama min, Mamoste ji Yerîvan ê hatibû
û li pêşiya Komîsyona Zanîngeha Mosko a nirxandina xebata
min, wî jî rexne û pesindana xwe li ser karê min xwend…
Herçiqas kurtiya vê gotarê ne ciyê nivisandina hemû xeysetên
Mamoste Şakiro ye jî; lê ez weke erk ji xwe re dibênim, ku
mêrxasiya vî kurdperwerî di bûyrek ê de ji bûyerên wê rojê
eşkira bikim!
Dema dengdana Komîsyona nirxandina Nama min; li vir pêwiste
ez bidim nasîn, ku Komîsyon ji 15 zaniyar û akadêmîkerên
Zanîngeha Mosko pêk hatibû; yek ji wan, bi navê
A.A.Ibragîmof, Profêsorê kolêja me bû, ew bi netewa xwe
Azerî bû… Ji her 15 eh Endaman, ew tenê û bi xwirtî dijî
xebata min derket... Ewî têzek ( encamek ) ji têzên Nama min
`` ..min nivisandibû, ku di demeke nêzîk de, wê televizyonên
kurdî jî bêne avakirinê û wê sîneme û rojnamegeriya kurdî
bikevê astekî berz û nû de…`` kire behane ( biyanu, hincet )
û got: ``.. Ev Name, nameyeke siyasî neteweyî ye, ew zêdetir
xeyalên nivîskarin…`` . Hîn gotina xwe bi dawî ne anî bû, ji
nişkave û bi hêrs mamoste Şakiro ( bi amadebûna zêdetir ji
50î xwendevan û Mamostên kurd û biyanî ) destê xwe hilda,
îzna axavtinê xwest û wise got: ``.. Ev tiştê, ku kolegê min
( hevpîşe yê min ) dibêje; tiştekî xelet û kelevacî ye.. Vî
xwendevanî ne ji xeyala xwe aniyê, duniya wise zû bi pêşve
diçe, û rewşa miletan wise zû tê guhertin ê, wekî wê di
demeke nêzîk de ne tenê televizyona kurdî çê bi be, lê belê
wê dewleta wî jî bê avakirinê, ev tiştekî dîrokî ye…Ez
dikarim bi pirsim: çima wê televizyonên miletêd main hebin?
Lê çire wê mafê kurdan tune be, ku televizyona wî bê
avakirin ê…``.
Bê pesindan, ew wê kêliyê di çavên beşdaran de, nexasime yên
kurd de, bû qehremanekî milî û hema ji nişkave û bê pîlan,
hemiyan bi hev re jê re li çepikan xistin…
Piştî wê û di êvarîna pîrozkirina serketinê de, li
xwaringehê, ku nêzîkî 50 kesî hazir bûn, Mamoste Şakiro,
weke li her cihê ku lê bû ya, dîsan bû bi rêvebir û xweşkerê
civatê…Serê gotina wî – binê gotina wî dîroka kurdan bû,
azadiya gelê kurd bû, geşbîniya ( tevî keseran jî ) pêşeroja
me bû…
Bi vî hawî ( wise ) ez jî bûme yek ji hezaran, şagirt û
dostê wî zaniyar ê çelemg û jêhatî, rû li ken û qiseşêrîn…
Êdî felek ê weha kir, ku ez di Elemaniya de derketim, lê
têkilyên me berdewam man.. Min jî, weke gelek kes û dezgehan
du caran: sala 1993 yan û 1998 an bi taybetî ji bo 100
saliya Rojnamegeriya kurdî ( wê çaxê, ez berpirsyar ê
Kombenda KAWA, bo çanda kurdî bûm. Li elemaniya ) vexwendî
Elemaniya kir, ew her du caran jî bi dilxweşî û bê şert û
şirûtan, hazir bû û gelek rojên serketî û xweş, qet nayên ji
bîr kirin ê, me bi hev re derbas kirin, êdî ew dibe babetekî
din…Min gelek hevpeyvîn pê re çê kirine, hin ji wana di
wextê xwe de hatine belavkirin ê, lê hin jî mane, ji ber wê
ezê hewil bidim di pêş de wan jî bidme sre hev û bidme nasîn
ê; bi dîtina min ev erkê her dostekî wî ye. Loma jî,
baştirîn bîranîna Mamosta Şakiro ewe, ku her dilsozekî
kurdayetiyê, her xemxwirekî dîroka miletê xwe û pêşeroja wî,
li mîrata Akadêmîkvan, Profêsor Şakiro yê Xudo, a dewlemend
xwedî derkeve, bide serhev û bide nasandinê!
|