kurdi@tirej.net

Mirovên ku ba û esman têra dînbûna wan dikin, mirovine bextewer in. Jimara wan kesan têra wêrankirina her tiştî dike(R. Şar) ► Arezû ji êşa dil kûrtir e(Nitşe) ► Kê navê evînê kiriye evîn!? Pêwist bû mavê wê kiriba mirin(Gyoyohara)  
 

 

Taha XELÎL

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

H

 

ayko bi kurdî


16 Sibat 2007

ji Azadiya welat

www.welat.com

 


Li Japonyayê bi navê Hayko rengekî ji helbest û stranan heye. Ev helbest bi giştî bi devokî têne gotin û gelek ji wan jî wek stran û goraniyan an lawik û heyranokan heta îro têne gotin. Ev helbestên Hayko li hemû dinyayê wekî stîleke japonî hatine nasîn û bûne kevnetoreke wan.

Di nav kurdan de gelek helbestên devokî hene ên ku wekî helbestên Hayko ên japonî hatine lêkirin. Çi ji aliyê lêker û bingeha gotinan be, çi ji aliyê his û hunera di hundirên wan de be, lê tiştê ku Hayko yên kurdî ji yên japonî cuda dike ev e: Haykoyên japonan mirov dizane bê ên kê ne û kê nîvisandine. Lê yên me nivîskarên wan nehatine nasîn heta roja îro û bûne wekî stran û heyranokên gelêrî û bi dengê dengbêj û hunermendên kurd hatine gotin. Bêguman ev Haykoyên kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê jî hene. Helbestkar û nivîskarê kurd ê hêja Letîf Hilmet, gelek ji haykoyên bi zimanê soranî hatine gotin dane hev û di pirtûkeke xwe de bi nave ‘Dilên ji Caman’ belav kirine.

Di vê înê de min xwest ku çend Haykoyan ji pirtûka wî wergerînim kurmancî û pêşkêş bikim xwendevanan, di cejna evînê de:


Derman:

Ba ji min re girêdin
Ez ê herim Daristanê
Derman ji çavên Kalê re bînim.


Şemê:

Dawetek li wir e
li wir deh mal hene
Dawet li malekê ji wan e
Ez ê yara xwe şemê birevînim
xwe veşêrim li mala xalanên xwe
ez li sere vî Girî me
Şemêya min Pez didoşe
ez ê şemê birevînim
wê bibim bajarê Hewlêrê.


Mîna:

Mîna ji gundekî başurî gundê me ye
hewarê min ji bîr kir
cotek guhar ji te re bînim
ew kanîyên ku diherikin
Rondikê evîndara ne
evîndarên şehîd ketine
gundê Mîna başûrî gundê me ye
hewarê Mîna min e.


Maç:
were nêzî min bibe
her du çavên minî reş maçîke
dûvra bila xelk bibêjin:
ew keç hate maçkirin.


Bêrîvan:

bêrîvana çav reş derkete der
bi destan ji min re got:
kes li mal nîn e
Bavê min çûye Hewlêrê
Birayê min çûye Aş
kes bi me nizane
ji ber Dayika min jî kore.


Razan:

ji êvarî ta dawiya şevê
tu di bîra min de ye
lê tu tenê xwe di bîra te de ye


Ziman şeker e:

malbata Nazdar konê xwe vegirtin
li jora çiyayê Sergor
kirasê li Nazdar rengîne
ji Herîr û Kitan e
Memikên wê du Xezal in
ev bûye sê roj ji min xeyidiye
dibêje : Kilê min nemaye

 

 

 

 

 

Banga Kovara Urkêş

Piştî çend mehan ji derçûna jimara 1ê, aniha desteya nivîskarên Kovara Urkêşê dest bi amadebûnan dike, daku jimara 2ê ya kovarê çap bike.
Desteya nivîskarên Urkêşê, banga xwe digihîne rewşenbîr û nivîskarên zimanê kurdî ku berhemên xwe yên teze û nuh ji boyî vê jimarê li ser emaila Urkêşê, di hundurê du hefteyan de bişînin.
Desteya Nivîskaran vê bangê wek derfetekê dibîne ku, spasiyên xwe yên germ pêşkêşî bike ji hemî rewşenbîr û welatparêzên ku alîkariya belavkirin û firotina jimara yekê ya Urkêşê kirin.
Her wisa Desteya Nivîskaran, helwesta Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Tayê Duhokê, ya ji boyî berdewamkirina Urkêşê, helwesteke rewşenbîrane û cihê serbilindî û şahnaziyê dibîne.
Em li bendî lêkolîn, werger, çîrok û helbestên we ne!
urkes@rojava.net
www.rojava.net

 

 

 

 

 

 

 

 

TÎRÊJA KURDÎ

kurdi@tirej.net

 

ARSHIV 2006

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

tirej@tirej.net 
جميع الحقوق محفوظة بـ تيريز. كوم 
©www.tirej.net.2006