kurdi@tirej.net

Mirovên ku ba û esman têra dînbûna wan dikin, mirovine bextewer in. Jimara wan kesan têra wêrankirina her tiştî dike(R. Şar) ► Arezû ji êşa dil kûrtir e(Nitşe) ► Kê navê evînê kiriye evîn!? Pêwist bû mavê wê kiriba mirin(Gyoyohara)  
 

 

Ehmedê Huseynî

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

R

 

ewşa nivîsê
 

 

 

Kêlîkên têkçûnê
Ehmedê HUSEYNĪ


Nivîsandina der barê diyardeyên rewşenbîriya kurdî, hewldana ber bi pirsgirêkan ve çûyîn û bercestekirina asta arîşeyan, rasteqîniya kêşeyan û rengên şikestin û têkçûnên giyanî, bi qasî ku pêwist û girîng in, ew qasî jî êşdar, tirsnak û têkel in.

Em zarokine pênc salî bûn. Em ji nişkê ve ji himbêza germ a dayik û zimanê xwe têne dizîn. Laşê me, giyanê me, hest û nestên me, mêjî û xewnên me, derbirîn û hizrên me, têgihiştin û şîrove û nîgaşên me hînî zimanekî nû dikin.


Sal derbas dibin. Em jî di karxaneyên mêjîşûştinê de mezin û perwerde û ji xeyala zimanê xwe zuha dibin.

Em xwe û derdora xwe, em têramandin û çemkên jiyanê, felsefeyê, mirinê, evînê, nasnameyê, destpakî û lêbûrînê, civakê, siyasetê û sînoran û bûneweriya xwe wek mirovine bindest, di hundirê van zimanên payebilind de(!) nas dikin û werdigirin.

Îro dema ku em xwe û dîmena rasteqîne ya jikuhatinaxwe dixwînin û em hewl didin ku em bi cegerdarî beşdarî destnîşankirina realîteya hebûna xwe bibin, pêwist e em hêjayî zeftkirina kêlîkên têkçûnên xwe bibin, wan kêlîkan jî, bi hişyariyek e rewşenbîrane, bi hişmendiyek e serwext û hûrbînane, di çarçoveyên wan yên teorî û felsefî de, pêşkêşî cîhana rewşenbîrî û cîhana afirandin û nivîsandina kurdî bikin.

Li vir, di vê kêlîka dijwar û giyankuj a lixwemikurhatinê de, nasnameya nivîskariyê jî zeft dibe. Mercên beşdarbûna aso û bûneweriya zimanê kurdî û berfirehkirina qada derbirînê û bidestxistina alavên dahênanê û têkoşîna xwerizgarkirina ji hizr û hest û boçûnên zimanê payebilindan û pîvanên naskirî yên nasnameya nivîskariyê ronak û zelaltir dibin.

Ji boyî rehdaçikandin û tundkirina vê baweriyê, helbestvanê kurd berî her kesî berpirsê avakirin û afirandin û ronîkirina felsefeya metirsî û nemana zimanê kurdî ye.

Berî her kesî vexwendî ye ku berbi hişê dîrokê ve sernişîv bibe, gencîneyên vî zimanî vejîne, peyva kurdî bigihîne asta wê ya dawîn a derbirînê û li dijberî zimanê kerî, zimanê ku serencama karxaneyên buhujîn û asîmîlasyonê ye, raweste.
 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Banga Kovara Urkêş

Piştî çend mehan ji derçûna jimara 1ê, aniha desteya nivîskarên Kovara Urkêşê dest bi amadebûnan dike, daku jimara 2ê ya kovarê çap bike.
Desteya nivîskarên Urkêşê, banga xwe digihîne rewşenbîr û nivîskarên zimanê kurdî ku berhemên xwe yên teze û nuh ji boyî vê jimarê li ser emaila Urkêşê, di hundurê du hefteyan de bişînin.
Desteya Nivîskaran vê bangê wek derfetekê dibîne ku, spasiyên xwe yên germ pêşkêşî bike ji hemî rewşenbîr û welatparêzên ku alîkariya belavkirin û firotina jimara yekê ya Urkêşê kirin.
Her wisa Desteya Nivîskaran, helwesta Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Tayê Duhokê, ya ji boyî berdewamkirina Urkêşê, helwesteke rewşenbîrane û cihê serbilindî û şahnaziyê dibîne.
Em li bendî lêkolîn, werger, çîrok û helbestên we ne!
urkes@rojava.net
www.rojava.net

 

 

 

 

 

 

 

 

TÎRÊJA KURDÎ

kurdi@tirej.net

 

ARSHIV 2006

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

tirej@tirej.net 
جميع الحقوق محفوظة بـ تيريز. كوم 
©www.tirej.net.2006