|
Ehmedê HUSEYNĪ
27 Rêbendan 2007
Dema ku
nivîsandin meydaneke berfireh û piralî, zemîneke kûr û
gelemper wernegire û hewl nede ku derbirînê biçesipîne, hizr
û bîrweriyê ragihîne û derbirînê jî beşdarî dewlemendkirina
asoyên hişyarî, zanîn û rehdaçikandina hestên hevbeş ên
mirovane neke, di wê kêlîkê de, nivîsandin, çi nivîsandin be
bila bibe, berbi xwe ve vedikişe, qublenameya xwe winda dike
û di serencamê de, nivîsandineke kelê, bêwate, bêarmanc û
bêsûd derdiçe, bi tenê ji boyî reşkirina rûpelên spî - ku li
cem nivîskarên rasteqîne rûpeline pîroz in- û çareserkirina
çend pirsgirêkên takekesane pêşkêş dibin ku ew pirsgirêk
bixwe jî cihê gumanê ne, bi taybetî di nivîsandina kurmancî
de û bi awayekî taybetir di cîhana nivîsandina pexşanî de û
di hinek hewldanên mirî yên rexnegiriyê de, mebesta min
rexnegiriya îro ya di çeşnê falvekirin û xwendina fincanên
qehwê de.
Mafê
her kesê nivîskar heye ku xwe rastirîn û hêjatirîn bibîne.
Mafê her kesê nivîskar heye ku xwe giringtirîn û
balkêşêtirîn bibîne û mafê her nivîskarekî heye jî ku
berevanî û bergiriya bîr û boçûn û raman û hizrên xwe bike,
her wisa mafê her kesî jî heye ku dîrokê, trajediya kurdan,
sosreta zimanê kurdî, birîna sînor û bandora çanda serdestan,
realîteyê û xewnê jî li gorî asta xwe, dûrbîniya xwe û
hestdariya xwe û li gorî asta alavên xwe yên derbirîne
bibîne. Lê mafê tu kesî nîn e ku dîmena peyva kurdî şêlûtir
bike, êşên me siviktir bike, hawarên me lawaztir bike û di
şûna hezkirin û evînê de zikreşî û dexisînê belav bike, di
şûna nirxên mirovane yên hestyar û çêjamêz de bêbextiyan û
derewan û kirêtiya sinc û rewişt û gerdîşeyan biçîne. Di
şûna rexnekirinê de tolgirtinê wek çemkek e hovane biparêze
û di şûna afirandin û dahênan û derbirîna cegerdar û nirxdar
de ya ku hêjayî zimanê kurdî be, amajeyên nexweş, xeyalên
zuha, endîşeyên lawaz û şevistanên peyv û derbirînê û
hişmendiyek e rewşenbîrane ya pir tirsnak û zingargirtî li
qelemê dide.
Gelo,
di hundirê vê dîmenê de, li bin sîwaneya vê nivîsandina
kurmancî ya ku em pê diêşin, me çend caran jixwe piriya ka
em kî ne û em ji ku hatine?
Di
esmanê bersivê de, ger em xwe nexapînin û em hinekî dûrî
pirsgirêkên xwe yên takekesane bikevin, em dê movikên
serdema wêranê, em dê sêwîtiya xwe di naveroka nasnameya xwe
de, em dê li ser durêyên dîrokê welatê xwe û bûneweriya xwe
rût, zelal, ronak, bêguman û çurisandî bibînin.
Em
neviyên wêranek e mezin in, lewra kesên ku neviyên wê wêranê
bin, pêwîst e bi sadeyî danûstandinê bi peyvê re nekin.
peyva sade, hesan û sist, bahaneyan dide dîrokê ku tawanên
xwe berfirehtir bike.
|