kurdi@tirej.net

Mirovên ku ba û esman têra dînbûna wan dikin, mirovine bextewer in. Jimara wan kesan têra wêrankirina her tiştî dike(R. Şar) ► Arezû ji êşa dil kûrtir e(Nitşe) ► Kê navê evînê kiriye evîn!? Pêwist bû mavê wê kiriba mirin(Gyoyohara)  
 

 

Ehmedê Huseynî

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

K

 

ulîlkên Mirinê
 


Bo Şakiroyê Xudo
 

 

Me bi hev re li dilopa qurmizî ya li ser rûyê berfa Moskovayê dinêrî,

Me bi hev re li serçavka spî ya êvara ji pûnga nostaljyayê ya Stokholmê dinêrî û me şevçirayên bajaran bi agirê dilên xwe vêdixistin..

Te ji min re digot: Kuro Ehmedo tu ne bi tenê helbestvan î, tu di reqsê de jî helbestan dinîvîsînî!

Piyala dawîn di nav destê te de wek peykerekî ji xewnê dikeniya û min jî dînên Amûdê û goristanên dilê xwe ji te re digotin..

Tu bi Eskerê Boyik û bi serdema rêvingî û çurusîna hinarkên paytextan mijûl dibûyî, tu ji Ermenistanê berbi kêrên bîranînan ve sernişîv dibûyî û li nik peravên hesretê wek melevanekî deng şkestî radiwestiyayî!

Min jî dastana xwe ya mirî û ferhenga rexên xwe yên ji tozê li ber destên te radixistin..

Tu dergehên êşê bi ser metirsiya sînoran û helkehelka rêberan û bêzariya şopevanan ve vedikî û nifirên xwe yên seravê di bîbikên qederê de dadiçikînî û ji min berbi baskên berfê ve wek hawara bavê min, direvî.

Tu behsa kulîlkên mirinê dikî û tu şînekî tarî bi ser rûpelên tenhatiya min ve dirijînî..

Min ji te re bi zimanê gulgenimên zemanê xwe digot: De peyvan ji sîberan dawerifîne û kulîlkên mirinê ji destê xwe berbi pencereyên şevê ve bavêje, min di reqsê de bi bîr bîne û xwe jî di piyala dawîn a jehra mirinê de!

Kulîlkên mirinê pencereyan vedikin.
Kulîlkên mirinê mîrnişîniyan talan dikin.
Kulîlkên mirinê şînekî tarî vedixwin.
Kulîlkên mirinê jena dilan dagîr dikin.
Kulîlkên mirinê dilopa qurmizî ya li ser rûyê berfa Moskovayê û
Kulîlkên mirinê, serçavka spî ya ji nostaljyayê ya stokholmê
Bi reşgirêdanê dibarînin, nexşeya axînan di navbera piyala min û
Lezegavên sermestiya te de bi bagera kêlan dihejînin û
Kulîlkên mirinê ji bilî helbestan, reqs û semayê, bi ximava jiyanê,
di pesnê jiyanê de, dinivîsînin.

05. 02. 2007

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Banga Kovara Urkêş

Piştî çend mehan ji derçûna jimara 1ê, aniha desteya nivîskarên Kovara Urkêşê dest bi amadebûnan dike, daku jimara 2ê ya kovarê çap bike.
Desteya nivîskarên Urkêşê, banga xwe digihîne rewşenbîr û nivîskarên zimanê kurdî ku berhemên xwe yên teze û nuh ji boyî vê jimarê li ser emaila Urkêşê, di hundurê du hefteyan de bişînin.
Desteya Nivîskaran vê bangê wek derfetekê dibîne ku, spasiyên xwe yên germ pêşkêşî bike ji hemî rewşenbîr û welatparêzên ku alîkariya belavkirin û firotina jimara yekê ya Urkêşê kirin.
Her wisa Desteya Nivîskaran, helwesta Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Tayê Duhokê, ya ji boyî berdewamkirina Urkêşê, helwesteke rewşenbîrane û cihê serbilindî û şahnaziyê dibîne.
Em li bendî lêkolîn, werger, çîrok û helbestên we ne!
urkes@rojava.net
www.rojava.net

 

 

 

 

 

 

 

 

TÎRÊJA KURDÎ

kurdi@tirej.net

 

ARSHIV 2006

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

tirej@tirej.net 
جميع الحقوق محفوظة بـ تيريز. كوم 
©www.tirej.net.2006