|

Rênas JIYAN
|
|
|
|
18 Sibat 2007
ji Azadiya welat
www.welat.com
Ba tune bû. Dev ji avêtina pêlan û avjeniya keştiyan a li
ser bahrê berdin, pel nediliviyan. Ji bo kezebên babirkên
keştiyên herbê bi bê mişt bûbûna û bigihîştina peravên
Trûwayê ba pêwîst bû.
Qral Agamemnon’î “sûnd” xwar, heger ba derketa wî yê qîza
xwe Îphîgenia bikira qurban. Di dawiyê de ba derket.
Keştiyên herbê li ser ava bahrê reqisîn. Û ji bo şerî rast
berê xwe dan Trûwayê. Qral “sûnd”a xwe bi cih anî, qîza xwe
Îphîgenia ser jê kir, kir bi qurana bê.
Belkî di dîrokê de “sûnd”a herî mezin ev be; ji lew re ji bo
“sûnd”ê dibe ku ji vê yekê baştir mînak tune be. Weke ji
bûyerê jî tê fêmkirin, “sûnd”a qral ji ber ku bi bûyîna
tiştekî ve (bi derketina bê re) girêdayî ye ji van celeb
sûndên hanê re “ahd” tê gotin. Ango ahd jî celebek ji
celebên sûndan e, lê ferqa wan a ji sûndan, piştî ku tiştê
xwestî pêk tê û pê ve tê bicihanîn. Di ahdê de sozek heye,
ev soz ji bo bicihanîna daxwazekê, di çarçoveya “bazar”ekê
de tê kirin û gava ku daxwaz pêk tê soz jî ji teref xwediyê
xwe ve tê bicihanîn.
“Soz” jî weke “ahd”an celebekî ji celebên sûndan e, lê ferqa
wan a ji ahdan, bêyî bazara bi cihanîna daxwazekê tên dan;
ango gava ku yek sozekê dide yekî li hêviya bûyîna tiştekî
napê, ango soz bi derketina bayê qral re negirêdayî ye, di
holê de tu şert û “qeyd” tune ne.
Soz her çend celebekî ji celebên sûndan bin jî weke çawa
ferqa wan ji ahdan heye ferqa wan ji sûndan jî heye. Soz ji
yekî/ê re tê dan, yekî/a din tune be soz nikare çêbibe, ango
ji bo ku sozek bê dan divê bi kêmanî kesekî/e din hebe; lê
ji sûndê re kes-ek hebe jî, kes bi xwe jî bes e, yek kes ji
bo kirina tiştekî dikare “ji xwe re” sûndekê bixwe. Kesê ku
sozê dide di pêşerojê de kirina tiştekî dide ser xwe, lê
sûnd ji bo rast an jî derewa tiştekî jî dikare bê xwarin;
“ez sûnd bixwe ku min nekiriye” çêdibe lê “ez soz didim ku
min nekiriye” çênabe. Soz bêtir bi şerefê re û sûnd jî bêtir
bi baweriyê-olê re têkildar e; ango sûnd bi Xwedê, bi dîn,
bi mishef û her wekî alavê baweriyê tê xwarin, lê soz bêalav,
şilfîtazî, li ser rûmetê, ji yê/ya hember re weke “peyv”ekê
tê dan. Bi vî halê xwe soz ji sûndê sekulertir e. Soz tên
dayîn, sûnd tên xwarin û ahd jî tên kirin, jixwe ji lêkerê
wan jî ferqa wan hinekî diyar dibe.
Koka sûndan gişan “bawerî” ye, an yek bi yekî “bawer” nabe û
pê daye sûndxwarin (heger te malê min nedizîbe sûnd bixwe),
an yek bi xwe “bawer” nabe sûndê dixwe (ez sûnd dixwim ku ez
ê welatê xwe nefiroşim), an hinek însan bi tiştekî “bawer”in
û pê sûnd xwariye (em bi Quranê sûnd dixwin ku em ê...), an
jî yek pê ne”bawer” e lê heger bibe ew ê bike (ez sûnd (ahd)
dixwim ku heger ji mirinê bifilite ez ê ew qas roj rojî
bigirim).
Bawerî, ji bo sûndan rola kilîtê dide ser xwe. Piştî ku
civatek an jî civakek bi hinek tiştan bawer dibe û bi şûn de
saziya sûndê rolekê li xwe difesilîne. Tiştê ku sûndê girîng
dike û wê tîne li asta “zagon”ê disekinîne bawerî bi xwe ye...
|
| |
|

Banga Kovara Urkêş
Piştî
çend mehan ji derçûna jimara 1ê, aniha
desteya nivîskarên Kovara Urkêşê dest bi
amadebûnan dike, daku jimara 2ê ya
kovarê çap bike.
Desteya nivîskarên Urkêşê, banga xwe
digihîne rewşenbîr û nivîskarên zimanê
kurdî ku berhemên xwe yên teze û nuh ji
boyî vê jimarê li ser emaila Urkêşê, di
hundurê du hefteyan de bişînin.
Desteya Nivîskaran vê bangê wek
derfetekê dibîne ku, spasiyên xwe yên
germ pêşkêşî bike ji hemî rewşenbîr û
welatparêzên ku alîkariya belavkirin û
firotina jimara yekê ya Urkêşê kirin.
Her wisa Desteya Nivîskaran, helwesta
Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Tayê Duhokê,
ya ji boyî berdewamkirina Urkêşê,
helwesteke rewşenbîrane û cihê
serbilindî û şahnaziyê dibîne.
Em li bendî lêkolîn, werger, çîrok û
helbestên we ne!
urkes@rojava.net
www.rojava.net
|
kurdi@tirej.net
ARSHIV
2006
|