kurdi@tirej.net

Mirovên ku ba û esman têra dînbûna wan dikin, mirovine bextewer in. Jimara wan kesan têra wêrankirina her tiştî dike(R. Şar) ► Arezû ji êşa dil kûrtir e(Nitşe) ► Kê navê evînê kiriye evîn!? Pêwist bû mavê wê kiriba mirin(Gyoyohara)  
 

Mizgîn Mehmûd

 

Çend Dîmen .  Mizgîn Mehmûd  

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Xelîl,

 

 

 Rengên çalak û jinên şikestî.

Ji bo hunermendê şêwekar Xelîl Ebdulqadir

 


Rengên te di tabloyê de ....berfereh dibin û sînorê Dîmenê dibezînin.
rengên te li der dora asoyê dijîn .
rengên te ji rengê keskesorê zengîntir dibin, û di heman çarçewê de
distirînin.
di heman
demê de...pêrgî umîdê dibin.

rengên te....tevlî hev sipî dibin.
û gava ji hev vedqetin reş dibin.

rengên tu bikar tînî....di rastiya xwe de pêlek ji derya jiyan û mirina te
ne, ango
dîloka jiyanê bi darvedikin û çîroka mirinê bi niqtepirsê bi dawî tînin.

di kakilkê her rengekî de, sed rengên çalak-qeşeng û bedew têne afirandin.
di tevlî heva rengên her tabloyekê de û bi awayekî berfereh....
jiyan...êş...kovan....mirin
jiyan...şad...xweşî...jidaykbûn
têne diyarkirin.

ji sebeta tabloyên piçûk ber bi dergehên jiyan û mirina gewre ve em tên.

ji rengên te, û bitaybetî rengê şîn...(şînê te ) ê sar û qeşa girtî ,
bîna rewrewk û xewnan tê
ji rengê te yê şîn, em rasta şînê helbesta MEHA BEKIR tên,
belko ...evî şînî hûn gihandin hev...?

*

JI nerînên melûl (ên jinên di tabloyên te de) bîna şikestinê difûre.
Gelo li rojhilata navîn ...çendîn jin têne xapandin....?
çendîn perwanên şox û şeng têne
perçiqandin...?.
çendîn kulîlkên nuh bişkivî têne
qurmiçandin....?
çendîn xewn têne serjêkirin....?

çavên jinên di tabloyên te de, timî şil in
piştî tu Tabloyê bi dawî tînî ew hîn digirîn..ew hîn fermêskan dibarînin
lê girî ..qet xweşewîstê wan venagerîne
qet derdê dilan kêm nake.
lê ew ji neçarî her sirûda giriyê xwe berdewam dikin ta ku çavên me jî bi
girî vedibe.
ji tevgera ewan jinan
dengê bêrîvanan
sirûdên palevanan
sitranê li ber Destarî
dîlokên xêl û berbûlî
û şeva hinê ........qet nayê
tenê sitranên şînê , di guhê me de vedijin...ta radeya ku ew jin xelatên girî
û şînê werbigrin.

bê guman ji erxewanên hinarkên ewan jinan berî mirina rojane
bîna Anahîtayê dihat.
MIZGÎN MEHMÛD
24.02.2007

 

 

 

 

Banga Kovara Urkêş

Piştî çend mehan ji derçûna jimara 1ê, aniha desteya nivîskarên Kovara Urkêşê dest bi amadebûnan dike, daku jimara 2ê ya kovarê çap bike.
Desteya nivîskarên Urkêşê, banga xwe digihîne rewşenbîr û nivîskarên zimanê kurdî ku berhemên xwe yên teze û nuh ji boyî vê jimarê li ser emaila Urkêşê, di hundurê du hefteyan de bişînin.
Desteya Nivîskaran vê bangê wek derfetekê dibîne ku, spasiyên xwe yên germ pêşkêşî bike ji hemî rewşenbîr û welatparêzên ku alîkariya belavkirin û firotina jimara yekê ya Urkêşê kirin.
Her wisa Desteya Nivîskaran, helwesta Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Tayê Duhokê, ya ji boyî berdewamkirina Urkêşê, helwesteke rewşenbîrane û cihê serbilindî û şahnaziyê dibîne.
Em li bendî lêkolîn, werger, çîrok û helbestên we ne!
urkes@rojava.net
www.rojava.net

 

 

 

 

 

 

 

 

TÎRÊJA KURDÎ

kurdi@tirej.net

 

ARSHIV 2006

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

tirej@tirej.net 
جميع الحقوق محفوظة بـ تيريز. كوم 
©www.tirej.net.2006