kurdi@tirej.net

Mirovên ku ba û esman têra dînbûna wan dikin, mirovine bextewer in. Jimara wan kesan têra wêrankirina her tiştî dike(R. Şar) ► Arezû ji êşa dil kûrtir e(Nitşe) ► Kê navê evînê kiriye evîn!? Pêwist bû mavê wê kiriba mirin(Gyoyohara)  
 

 

Jana Seyda

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

T

 

U Û EW Û EZ

 



1-

Behsa wê ji te re dikin
Ji nûve çavên te dibiriqin
Û ‎şûr simbêlên te nabire..

Behsa wê ji te re dikin
Hemû ronahiya di nava min de
Weke çirayên bajarekî xewar
Yeko yeko
Vedimrin..
* * *
2-

Dema te ew maç kir
Ba xweşiktir bû..
Ez jî bûm
Konekî sêwî
Li çolekê

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Banga Kovara Urkêş

Piştî çend mehan ji derçûna jimara 1ê, aniha desteya nivîskarên Kovara Urkêşê dest bi amadebûnan dike, daku jimara 2ê ya kovarê çap bike.
Desteya nivîskarên Urkêşê, banga xwe digihîne rewşenbîr û nivîskarên zimanê kurdî ku berhemên xwe yên teze û nuh ji boyî vê jimarê li ser emaila Urkêşê, di hundurê du hefteyan de bişînin.
Desteya Nivîskaran vê bangê wek derfetekê dibîne ku, spasiyên xwe yên germ pêşkêşî bike ji hemî rewşenbîr û welatparêzên ku alîkariya belavkirin û firotina jimara yekê ya Urkêşê kirin.
Her wisa Desteya Nivîskaran, helwesta Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Tayê Duhokê, ya ji boyî berdewamkirina Urkêşê, helwesteke rewşenbîrane û cihê serbilindî û şahnaziyê dibîne.
Em li bendî lêkolîn, werger, çîrok û helbestên we ne!
urkes@rojava.net
www.rojava.net

 

 

 

 

 

 

 

 

TÎRÊJA KURDÎ

kurdi@tirej.net

 

ARSHIV 2006

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

tirej@tirej.net 
جميع الحقوق محفوظة بـ تيريز. كوم 
©www.tirej.net.2006