|
Serpêhatî
Rojekê
dema Ehmed Axa ji mizgefta Amedê derdikeve, qîjewîja
zarokekî dibihîse. Disekine û li derdora xwe dinêre ku ka
kes pê mijûl dibe yan na. Guhê xwe dideyê, dinêre zarok
digrî lê kes li ber nîne. Ehmed Axa zarok radike û bi xwe re
dibe. Dibêje, ‘ji xwe ti zarokên min nînin. Ezê vî ji xwe re
bibim. Bila wekî zarokekî min be, ezê ji xwe re xwedî bikim
û mezin bikim’.
Ehmed Axa zarok radike û bi xwe re dibe. Dema tê malê, ji
jina xwe re jî dibêje:
- Xanım, hal û mesela vî zarokî ev e. Min li ber deriyê
mizgeftê dîtiye. Bê kes û bê xwedî ye. Ez jî fikirîm, min
got, ji xwe ti zarokên min çênabin, ezê vî bînim. Bila wekî
zarokekî me be, eme wiha mezin bikin. Ez di bextê te de,
heta ku imrê vî zarokî hebe û yê te hebe, bila nizanibe ku
ne kurê me ye!
Xanım jî pir kêfxweş dibe û ji Ehmed Axa re dibêje:
- Ezê wekî zarokekî xwe yê rastî jê hez bikim û mezin bikim.
Heta ez sax bim, ti caran pê nadim xuyakirin ku ne dayika wî
me.
Bi vî rengî zarok li cem wana dimîne.
Li gorî kevneşopiyên wê demê, heta zarok hinekî
taybetmendiyên wî diyar nebin - bi çi mijûl dibe, mêyla wî
li ser çi ye, ji çi hez dike, çi karî dike, zêde li ku derê
disekine li gorî van pîvanan heta taybetmendiyen wî/wê
hinekî diyar nebin - nav lê nakin.
Piştî çend salek di navberê re derbas dibe, êdî rojekê
dixwazin nav li zarok bikin. Ehmed Axa rîspiyên eşîrê,
maliyên xwe û cînaran kom dike, dibêje:
- Ev zarok, tişta herî jê hez dike çi ye ku li wê gorê em
navekî lê bikin?
Herkes nêrîna xwe dibêje û nêrîna tevan di xalekê de kom
dibe. Dibêjin:
- Dema pîrekan li ser sêlê nan çêdikirin ev zarok herdem
diçû û li ber sêlê rûdinişt. Tişta herî zêde kêyfa wî jê re
dihat, rawestina li ber sêlê bû.
Bi vî rengî navê zarok dikin ‘Bersêl’.
***
Piştî demekê, rojekê ji aliyê Dewleta Osmanlî ve nameyek ji
Ehmed Axa re tê. Dibêje;
- Ehmed Axa, şerê me derketiye. Divê yan tu werî leşkertiyê,
yan jî ji bedîla xwe ve, ji eşîra xwe pênc sed zilamî rêbikî
leşkertiyê.
Ehmed Axa difikire, gelo dikare çi bike!? Ger ew biçe, wê
eşîr bê serok bimîne. Ger ew neçe, wê çawa pênc sed zilaman
ji bo xwe rêbike! Radibe, rîspiyên eşîrê kom dike, nameya ji
Dewleta Osmanlî hatiye, ji wana re dixwîne û raya wana
dixwaze, ji wana re dibêje:
- Biryara min û nêrîna min ew e ku ez biçim leşkertiyê, lê
berya ez biçim, min xwest nêrîna we bigrim ka gelo hûn di vê
derbarê de çi dibêjin.
Rîspî tev dibêjin:
- Ehmed Axa, em tev amade ne ku ji bedîla te ve pênc sed
xortên xwe rêbikin leşkertiyê bes tu ji ser eşîra me neçe,
li vê derê bimîne. Ji ber ku tu biçî, Eşîra Milan, ev
dadmendiya wê, ev dewlemendiya we, ev xweşiya wê tev wê bi
te re bên û wê tev winda bibin. Ji ber vê yekê, em amade ne
ji bedîla te ve pênc sed zilaman rêbikin.
Ehmed Axa dibêje:
- Nabe! Ez jî mirovek im. Dayikeke min jî heye. Her çiqasî
ez serokê eşîrê jî bim, lê baweriya min bi eşîrê heye ku
bikaribe van nirxan biparêze. Ji bedîla ku dayika pênc sed
kesî bigrî, bila dayika min bigrî û mafê min nîne ez pênc
sed kesî ji bedîla xwe tenê rêbikim leşkertiyê.
Rîspî dikin û nakin, Ehmed Axa ji ser gotina xwe venagere.
Amadekariyên xwe dike ku biçe leşkertiyê. Ji rîspiyên xwe û
ji eşîra xwe re dibêje:
- Gelî rîspiyan, gelî eşîrê, va ez diçim leşkertiya
Osmaniyan. Çûn heye, dibe ku veger tinebe. Ji ber vê yekê
heta ku ez vegerim, -ger ez venegerim jî- Bersêl Beg,
delalîkê ber dilê min, malxoyê mala min, Axa yê eşîrê ye. We
çiqasî ji min hez dikir, hûn çiqasî bi min ve girêdayî bûn û
we her gotinên min pêk dianîn, ez vî tiştî ji bo we û Bersêl
Beg jî dixwazim. Ez dixwazim ku hûn yek gotina wî nekin dudu.
Hûn bizanibin ku ew delalîkê li ber dilê min e. Malxoyê mala
min ê yek tenê ye. Her tiştê min ew e. Ji bo vê yekê hûn wî
neşkînin û we çawa xatirê min digirt, ez dixwazim hûn xatirê
Bersêl Beg, delalîkê li ber dilê min jî wiha bigrin.
Pişt re Ehmed Axa dikeve ser rê, diçe leşkertiyê. Dema Ehmed
Axa diçe leşkertiyê, wekî rîspiyan jî gotiye, roj bi roj
rewşa Eşîra Milan xera dibe.
Bersêl Beg dizane êdî bavê wî çûye û eşîr tev bi wî maye.
Serê wî çi lê dide wî pêk tîne û dilê wî çi dixwaze, wê bi
serê eşîrê dike. Ne guh dide rîspiyan, ne bi wana dişêwire,
ne xwestekên eşîrê dide ber çavan, ti tiştî nake. Li gorî
kêyfa xwe; yan bi ciwanên eşîrê re ji xwe re dileyize, yan
diçe nêçîrê, yan di malê de dema xwe diborîne, yan jî
xerabiyên cuda cuda dike.
Ma Eşîra Milan dikare çi bike? Soz dane Ehmed Axa ku heta ew
were, Bersêl Beg çi bêje, wê bi ya wî bikin. Ji ber vê yekê
ti tiştî li hember Bersêl Beg nakin û sebir dikin ku rojekê
Ehmed Axa ji leşkertiyê bizîvire, careke din hefsarê Eşîra
Milan bixe destê xwe û eşîrê bi re ve bibe.
***
Rojekê xeberek tê, xebereke reş ku bi serê kesekî de neyê.
Xebera Ehmed Axa ya mirina wî tê. Dibêjin; “Ehmed Axa di
şerê Osmaniyan de birîndar bûye û miriye!”
Dema ev xeber tê, Eşîra Milan tev dikeve şîniyê û mad li
wana namîne, nizanin çi bikin. Herkes di malên xwe de yan
digrîn, an jî hêviyên wana ji binî ve dişikên. Di nava wana
de yê kêyfxweş xuya dike, yek tenê heye; ew jî Bersêl Beg e.
Bersêl Beg dema xebera bavê xwe dibihîse, êdî dizane ku
axatî tev ji wî re maye, zordariya xwe û tiştên xwe yên ne
baş du qat dike. Dest diavêje keçikên eşîrê, li ciwanên wana
dixe, zordariyên cuda cuda li ser wana pêk tîne, heqaretê li
rîspiyên xwe dike. Yanê wiha dike ku Eşîra Milan êdî nikare
diyax bike. Wiha li eşîrê tê ku eşîr feqîr dibe. Herdem
eşîrên din tên terş û talanên wana radikin kes nikare lê
xwedî derkeve. Herdem di bin zordariya Bersêl Beg û xulamên
wî de dimînin. Yanê Eşîra Milan wiha lê tê ku rewşa wê pir
xerab dibe.
Rojekê Bersêl Beg ferman dide ku hemû ciwanên eşîrê derkevin,
ji bo konê axê daran kom bikin. Ciwan tev diçin daran berhev
dikin û tînin li derxanê (li meydanê) datînin. Pişt re
Bersêl Beg diçe li daran dinêre, dibêje:
- Çima darên we kêm in.
Xwe bi wana de aciz dike û gotina xwe wiha didomîne:
- Ma hûn çend kes çûbûn? Qey ciwanên eşîrekê tev dikarin
tenê evqase dar bînin? Ka derveyî we kesê neçûbe daran maye?
Ciwan hûn tenê ne?
Ciwan bersivê didin Bersêl Beg û dibêjin:
- Belê Axa yê me, Yên şivan li ber pez in, yên karê wana
hene li ser karê xwe ne, yên vala di eşîre de em tenê ne. Em
jî li vir in.
Bersêl Beg dîsa dipirse, dibêje:
- Ma derveyî we kes li malê nemaye?
Ciwan dibêjin:
- Axa yê me, kurê pîrê tenê li malê maye; ew jî nexweş bû,
nikarîbû bihata, ji ber wê bi me re nehat. Wekî din ciwanên
din tev hatine.
Bersêl Beg hêrs dibe û dibêje:
- Çawa kurê pîrê nayê? Çawa gotina Axa yê xwe pêk nayne? Ka
biçin bang lê bikin!
Ciwan diçin bang li kurê pîrê dikin. Pîrê derdikeve ber derî
û ji ciwanan re dibêje:
- Biçin ji Axa yê min re bêjin, ji Begê min re bêjin, kurê
min îroj nexweş e. Bila Axa îroj li me bibore. Sibê ku kurê
min rehet bû, ez û kurê xwe emê biçin huzûra axê. Lê îroj
kurê min nikare ji nava nivînan derkeve, bila bibexşîne.
Ciwan dizîvirin, tên ji Bersêl Begê re dibêjin:
- Axa yê me hal û meseleya pîrê û kurê wê ev e. Kurê pîrê
pir nexweş bû. Nikare were. Pîrê jî ev tişt gotine.
Bersêl Beg bi ser ciwanan de hil dibe û li wana dide, dibêje:
- Biçin ji wê pîrê re bêjin bila ew û kurê zû werin vê derê,
yan na ez dizanim ezê çi pê bikim! Çar-pêncek ji we biçin wî
li ser milê xwe bikin û werin!
Ciwan careke din diçin mala pîrê ,teq teq li derî didin û
dibêjin:
- Pîrê, hal û mesele ev e; Axa gotiye vê carê bila pîr bi
xwe jî were.
Ciwan diçin kurê pîrê yê nexweş li ser milê xwe dikin tînin
ber Axa. Pîrê jî tê û çawa digîhêje ber axê, xwe diavêje
destû lingî wî û dibêje:
- Axa yê min me bibexşîne. Kurê min nexweş bû, me nikarîbû
werin.
Bersêl Beg xwe bi pîrê de aciz dike, wê dahf dide û bi ser
kurê wê de dimeşe, dibêje:
- Çima dema ez bang li we dikim ku hûn werin daran kom bikin
an karekî din bikin, hûn xwe sist dikin. Bila tu ji alemê re
bibî nîşan û mînak ku kesekî din careke din wekî te neke!
Bersêl Beg lêdaneke wiha li kurê pîrê dike ku kurik ji ser
hişê xwe diçe. Pîr jî rebenê ma wê çi bike?! Digrî, xwe
diavêje ber destê Axê, dibêje:
- Axa yê min ez di bextê te de, kurê min ev tenê ye. Ger ev
jî ji destê min biçe, ezê çi bikim. Axa yê min bisekine, li
min bixe, li kurê min nexe!
Bersêl Beg dibêje:
- Baş e.
Û pê re radibe li pîrê jî dide.
Pîr wiha aciz dibe; li rewşa xwe dinêre, li rewşa kurê xwe
dinere, li rewşa Eşîra Milan dinêre êdî xwe nagire, dibêje:
- Biçe kûçikê ber destê nizanim kê! Kes nizane dayika te kî
ye, bavê te kî ye? Ehmed Axa serokê eşîra me çûye tu ji ber
devê mizgeftê aniye, li ser serê me daniye. Wekî kurê xwe li
te nêriye, tu bi qedr û qiymet mezin kiriye, tu li ser serê
eşîra me daniye. Ji bo xatirê wî em evqas xerabiyên te diyax
dikin êdî biçe kûçikê sêwî! Biçe şîrheramo! Tu ji ku derê
hatibî, careke din biçe wê derê, dev ji eşîra me berde!
Dema pîrê wiha dibêje, eşîr tev di cihê xwe de diheje. Pîr
jî dizane ku çi kiriye, lê êdî carekê gotin ji dev derketiye.
Bersêl Beg di cih de dev ji pîrê berdide û bi hêrs diçe malê,
ji dayika xwe re dibêje:
- Ka ji min re rast bêje, ez kurê we me yan na? Ehmed Axa
bavê min e yan na? TU dayika minî yan na?
Dayik dibêje:
- Kurê min raweste, tu kurê me yî. Kê ji te re çi gotiye.
Guh nede gotinên kesekî. Dixwazin fitne û fesadiyê bikin.
Bersêl Beg dibêje:
- Na! Yan tê rast bibêjî û yan jî...
destê xwe dixe qirika dayika xwe û wê bi ber dîwêr ve
didahfîne, dibeje:
- Zû ya tê rast biaxivî yan jî ezê te li vê derê bixeniqînim!
Dayik pêwîst dimîne, rastiyê tîne ser ziman û dibêje:
- rRast e tu ne kurê me yî. Ehmed Axa tu ji ber mizgeftê
aniye. Lê ma çi ferqî heye? Heta niha wekî kurê xwe me li te
nêrî ye. Me wiqas qedr û qiymet daye te. Ma heta niha te
cudahiyek dîtiye? Na! Tu jî wekî bavê xwe serokê eşîrêyî,
wekî kurê Ehmed Axayî. Qedr û qiymetê te heye.
Bersêl Beg dibêje:
- Na, ezê n
|