kurdi@tirej.net

Mirovên ku ba û esman têra dînbûna wan dikin, mirovine bextewer in. Jimara wan kesan têra wêrankirina her tiştî dike(R. Şar) ► Arezû ji êşa dil kûrtir e(Nitşe) ► Kê navê evînê kiriye evîn!? Pêwist bû mavê wê kiriba mirin(Gyoyohara)  
 

Yasîn Hisên

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

D

 

i xewna tavsorkê de

 

 

 

 

Ber êvarê bû...
dema min xefka xwe veda
Ez û du pismamên xwe bûn
Bi tîna zivistanê re
Em li Kolekeyan digeryan...
Em çi dîn bûn...?
Dengvedanê Sitrana çikîikanan ji me re digot...
Lê, em bîr nedibûn....
çiko ilem bi zorê Koleke qelew in…
û çikçikan jî nakevin dehfê....
ber êvarê.
li tenişta mala Xidirê Beg,
me sebra xwe bi dengvedanê dianî....
û aniha jî deng li min vedigere..!
ji ber min çar çavgang ji deşta Mêrdînê derxistibûn..
Yek şêrîn, şêrîn, mîna xwedê…
Yek spehî bû, sipî mîna Newrozê!
Yek şêrîntir bû mîna keçeke wendayî!
Yek tal bû, tal, mîna silava dudil!
De bibêjin min kîjan ji viyanê re amade ye?
a yekem, ez jê aciz bûm!
a diwem, serserî û pûşt bû!
Li roavayî dilê min yarî dikir!
a sêyem, serhişkiya rojhilat di bin xeftanê Xwe de

himbêz dikir û bernedida!
a çarem şensekî bê bext bû, piştî bangîna çilî di çar goşeyên deveran de!
Erê!
em li Kolekeyan digeryan, di zivistanê de!


Kurdistan
Silêmaniyê

 

 

 

 

 

 

 

 

Banga Kovara Urkêş

Piştî çend mehan ji derçûna jimara 1ê, aniha desteya nivîskarên Kovara Urkêşê dest bi amadebûnan dike, daku jimara 2ê ya kovarê çap bike.
Desteya nivîskarên Urkêşê, banga xwe digihîne rewşenbîr û nivîskarên zimanê kurdî ku berhemên xwe yên teze û nuh ji boyî vê jimarê li ser emaila Urkêşê, di hundurê du hefteyan de bişînin.
Desteya Nivîskaran vê bangê wek derfetekê dibîne ku, spasiyên xwe yên germ pêşkêşî bike ji hemî rewşenbîr û welatparêzên ku alîkariya belavkirin û firotina jimara yekê ya Urkêşê kirin.
Her wisa Desteya Nivîskaran, helwesta Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Tayê Duhokê, ya ji boyî berdewamkirina Urkêşê, helwesteke rewşenbîrane û cihê serbilindî û şahnaziyê dibîne.
Em li bendî lêkolîn, werger, çîrok û helbestên we ne!
urkes@rojava.net
www.rojava.net

 

 

 

 

 

 

 

 

TÎRÊJA KURDÎ

kurdi@tirej.net

 

ARSHIV 2006

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

tirej@tirej.net 
جميع الحقوق محفوظة بـ تيريز. كوم 
©www.tirej.net.2006