|

Elwan Şivan
Tîrêja Kurdî
kurdi@tirej.net
|
Keserên hilandî
Di paşila jinebiyê de
fetisîn...
Li oxira Mihabadê
Pîlanên şikeve
Ku negihiştin di legenên
Azad û serbixwe de
Tirş bibin
Meyandina hêviyên
Bi hayvanê firşikê şepal
Ku bû serpêhatî û
Hata daleqandin
Di werîsên taybet
Li Çarçira firotin û
Kirîna zarok û jinê
xewnên gewre
û xeyalên fereh
Aso neçirandin
Hêviyên axîneke kurde
Di şevek ker û lal de
di berîkên reşkê şevê de
cû...... ?
|