| |
|
 |
Winda
kovan Sindî
|
Li peravên rûbarê xabûr li derdoleke pir bi dar û dirext,
malek bi tenê û hinek ji gund varê bu. Li tenişt xanî
dartûyek mezin hebu, ku çeqlên xwe bi ser sivandên xanî
da veweşandibun, û kanîyek li havînan avtezî û
zivistanan gerim ji bin di herikî.
Li şeveke tarîk û ne gelek dereng ji şevên dawîya kanûna
paşîn, Berfîn û Baran herdu zarokên malê çun ser kanîyê
ku hinek avê bînin.
Berfîn sê salan ji Baran yê yanzde salî mezintir bu, ya
ku bi jîyê xwe yê weha genc, gîsên wê yên dirêj weke du
marên reş di ketin ser milan, rû sîs û çav reş bu.
Baranî fanus helgirt û Berfînê jî zerik di dest xwe girt
û çun ser kanîyê. Bayeke gelek bi hêz û xurt dihat, demê
bi çeqlên dartûyê diket vijên û givên vê dixist.
Her demekê Baranî fanus dida ber tenişta xwe heta ji
bayî û barovê bi parêze ku ne vemire. Hinek caran dibu
vijêna bayî, gurîya fanusê vediperpitand û ber bi
vemirandin dikir.
Berfeke zohr û stûr dar, dirext û derdol dapoşra bun,
siruşt poş kiribu, lewra dorûber ji zêdebarîya reşatîya
şevê hinek rewşen dikirin.
Herdu zarok gehiştin ser kanîyê, Baran ma ji pîyan ve û
fanus ji xûşka ra girt û lê kir ronahî. Berfîn hêdî
rûnişt, zerika xwe ya vale da ber ber kanîyê, tijî av
kir, rabu ji piyan ve ku bide rê, gava weha rabu û li
xwe zivirî sîngê wê rast ma bi sîngê kesekê ve. Çavên wê
zîq bun, lêv zuha bun, rû pêtû bu û velerizî.
Baranî jî, fanusa wî ma di dest da û weke mendehoşekê li
wî kesê weke dêwaneyan nihêrî, bê zar û ziman man bê
deng.
“Netirsin … netirsin!”, ew kes bi dengeke stûr axivî.
“Tu kîyê û vê şevê li vir çi dikê?!”,Baran piçek bi
ziman ket û bi lêvên lerzek vepirsî.
“Ez mêhvanim ciwanên min, er hûn îşev min xweyî bikin!”.
“Babê me ne li male!”, Baranî bi deng û rengeke pêtû
got.
“Tişt nabe, babê hewe di rêya min da bu û ez wê di rêya
wî da, em karwanîyên rêyekê ne!”.
“Ev çi di bêje!”, Baran li Berfînê zivirî û bi dengeke
nazik got.
Welê Berfîn weke botekî kevir li cihê xwe mabu bêdeng,
tenha herdu çavên wê yên reş weke du tebelan li ber
rohnîya fanusê di teyîsîn. Ji sarman, hem jî ji tirsê
lingên wê xwe li erdê ne di girtin, destên wê weha
vedirecifîn, ku zerka wê ya avê nîve rêhtibu, dawîyê
zerika wê ji dest verest û bi ser berfê da rêht.
Ew kes veçemiha zerka wê dîsan ji avê dagirt, kire di
dest da, bi çend pêngavan paşda çu, xwe jê dûr xist û
dîsan lê winda bu.
Baran û Berfîn bi lez bezîn mal, li goşyê xanî, fanusa
wan vemirî, weha li tarîyê meşiyan, bu şepşepa lingên
wan di nêv şilova berfê da, demê ser di bersivê hildan
mêze kirin ew reş jî wê di bersivê ve û li ber derîyê
jorê rawesta ye.
“Ka Gurzo li kuye, qet bi vî reşê şevê nahese!?”,
Berfînê bi dengek bilind û bi tirs got.
“Ez nizanim, hergav bi şevan dihat bersivê, lê dibe îşev
çûbe ber dergehê gova pêz!”, Baranî lê vegerand û dergeh
da paş ku biçin jor.
Li der vekirinê Berfînê weha bi tirs û vebizdayî xwe
havêt di jorve, Baran jî bi dûv da çu, lingek xwe di ser
derazîngê ra havêt di jorve û yek ma ji derve û li wî
kesî nihêrî.
Narê çav bi Berfînê ket demê weha bêreng û vebizdîyayî
bi jor ketî, bi lez rabu û çu ber dergehî, mêze kir ew
kes mîna stûnekî reş wê li ber dergehî rawestayî.
“Tu kîyê?!”, Narê jê pirsî.
“Ez jî nizanim !”.
“Navê te bixêr?!”.
“Bê navim, hema tu navekê li min bike!”.
“Hih..çi nav li te bikim, çi ji tera bêjim, çi zanim tû
kîyê!!”,Narê bi sersurmayî lê mêze kir û got.
“Hema tu helbijêre, bi keyfa teye, tu çi nav bi xwazê
bila ew be!”.
“Hun çi di xwazin?!”.
“Min çi arezu û daxwaz ji hewe nînin ji bilî mistek
xwarinê pêvetir”.
“Pa tu çi dikê li van çolan, bi tenê vê zivistanê?!”.
“Min arezuyek heye xûşkê, ya li van çolan berze buyî, ez
li yekê digerim, yeke weke xwe windabuyî!”.
“Tû bi xwe Winda û li windabuyekê digerê!”, Narê çavên
xwe yên pirsgerane ji ser ta pa bi ser bejinê da
gerandin.
“Belê... hihhhh!.Winda ewqas bi asanî peyda na be!”,
hinek xwe vegrnijand û didanên wî dibin gurzê rîh û
simbêlan da spî kirin.
“Aha.., dê fermo, fermo were jor brayê Winda, weha
diyare ku çîroka te pir dirêje!”.
Demê Winda bi jor ket û rûnişt xwarê, bi xwera jor ji
bêhna siruştî, xakê, daran, keviran û gîyandaran tijî
kir.
Herdu zarok jî li alê din yê jorê rûniştibun xwarê,
milên xwe dabun hev û bi çavên zîq li wî mirovê mîna
Neandertalan dinihêrîn.
Rengê Windayî li bin rohnîya lampê li ber çavên wan
hêdîhêdî aşkiratir û xweyatir bu. Çavên wan ji rih û
pora wî yên bihostekê dirêj, ku bi salan bu ne hatibun
traşîn venedibun.
Saqoyeke xakî gewir li ber bu û serenîşkên wî dirîyayî
bun, saqa wî ya rîs jî ji kunan weke bêjîngê bu û
engoştên pên wî mîna kêlbên guran di nav ra spî dikirin.
“Niha tu birsîyê?!”, ji nişkê ve Narê jê pirsî.
“Erê xûşkê ez gelek birçî me!”, li gel gotina xwe dest
havêt çiwar kevirên qasî hinaran ji ber rextê xwe
derxistin û danan bi rex xwe ve.
Çavên herdu biçûkan man li wan herçar keviran, bi
sersurmane lê mêze dikirin, welê ji keviran pêvetir
tişteke din di dîdeyên wan da xweya ne dikirin.
Narîn çu alîyê kuçkî ku jêra xwarinê amade bike, vegera
û dîgek dana ser sopa daran.
Windayî gorên xwe yên şil ji lingên xwe xistin û danan
ber hilma sopê ya gerim heta ku hinek zuha bibin. Bi xwe
jî, ji pêyan ve xwe li ber germa sopê zuha û gerim kir.
Demê laşê wî hinek gerim bu, ji nişkê ve serê xwe rakir,
li Narê zivirî û got: Çi zehmetê nekişîne, eger kuncî
hebin hinekan ji min ra bi qute û bîne, ew jî wê ji min
zêde be!.
“Min vê êvarê savar çêkiribu ezê dîsan ji te ra gerim
bikim!”, Narê hêdî û bi dileke şewat lê vegerand.
“Na…ez savarê naxum!”.
“Çima na xwêêê?!”, Narê dîsan stûyê xwe xwar kir û got.
“Ez jî nizanim çima, dibe ji evîna siruşt be, ji
nîgeranîyên Winda be, soz û peymanên wî be- ev tenha
dostanî û hevalperwerîya min ya jiyanê ye!”, Windayî
serê xwe vehejand, li Narê nihêrî, û dîsan serê xwe şor
kir û lêvên xwe li hev vemiçandin.
Bu çingçinga Narê û hinek kuncî di hêwin da qutan, û li
gel nûrûyekî nanî danan ber sîngî. Narînê bi rêzgirtin
mêdeka nên jêra vekir: Fermo bi nanî bi xwe da tu pê têr
bibê, ev nanê tenûrê ye!.
“Ev nan bi êgir hetîye pijandin?”.
“Belê… ger ne bi êgir be, ma wê çawa were pijandin!”,
Narê ma mendehoş ji wê pirsê.
“Hevîr li ber tîrêjên rojeke gerim jî dibe nan”, çavên
wî hêdî weke yên toriyên dehlan dibin burhan da zîq
kirin, li Narê nihêrî û got.
Herdu zarokan bi sersurmane lê di nihêrîn demê weha bi
destan weke dêwan xwarin dixwar û ew gotinên xerîb
dikirin.
Piştî xwarinê hinek hoşên wî hatin serî, li dorên xwe
nihêrî, li Narînê zivirî û got:Ev xanîye pir hatîye
guherîn!.
“Erê her tiştê ku xwe dubare bike hin guherînên nû lê di
aferin”, Narê destê xwe da ber devê xwe û ji dilekî
keserkohtî got.
“Çend caran hatiye xopan û avakirin?!”, li gel gotina
xwe Windayî jêhel li karîtan, gultan, girşan û nîrên
spîndarê yên avahî mêze kir.
“Ohhh… gelek caran, ez bi drustî nizanim, min ne
homartiye!”, Narê destê xwe da ber devê xwe û henaseyekî
kûr kişand.
Li alîyê din li ser milê xwe zivirî, çavên wî bi
wêneyekê ketin ku bi dîwêr da hilawîstî bu, kûr lê mêze
kir, dawîyê rêzek rondikan ji çavan vewerihan ser rû û
dîsan berdewam kir: Ev dibe çîyê hewe?.
“Ew babê zarokên min bu”, Narê lê vegerand.
“Hewe ji mêjda ne dîtîye!”.
“Ji peymana Al-Cezayîr û virde, ev bun pênc sal, ku li
me berze buye, em nizanin li ku ye, ew jî mîna te
windaye!”, li gel vê gotinê mistekî rondikan bi carekê
ji herdu çavên Narê hatin xwarê û bi destmaleke reş
vemaliştin.
Demê Narîn weha jêra peyîvî hestên wî yekcar nazik bun,
reng û rûyên wî sor bun, çav ji hesran pir bun, û rengê
Windayî dîsan di dîdeyan da xweya bu û weke xodîkê hat
ber çavan.
Çingênên çekê wî yê spî dîsan di guhan da dengvedidan,
demê ew xaka weha nerim vedikola û Winda di nêv da
vedinixamt.
Dîsan ew dîmen di çavan da dubare bun, kelekî grî hatê û
krîskên êgir weke peykanên tîran ji çavan veweşihan û
dilê wî yê softe kohtin. Ew pirtikên xwelîya şîn,
dihatin ber çavan û hancî bîrên wî heldikolan. Ew kenda
şil ya ku Winda têda dihat veşartin dîsan di çavan da
geş bu û baweriyên wî têda teyîsîn, hest û hizirên wî
hinek aram bun.
Di dil û naxê xwe da li Narê vedigêra:Ez baş dizanim
niha ew Windayê bênav li bin kîjan kevir û kevotêye. Ew
aramgeha pîroz û cawîdan ku çi kes nikane ceste û gîyanê
wî jê bi qetîne û ji hev cuda bikin.
Li gel wan endêşeyan çavên Windayî rast man li Baran û
Berfînê, û dibin burhan da her lê nihêrî, dawîyê herdu
destên xwe ji hev vegirtin:Werin cem apê xwe, da hewe
pêş Windayî ve maç bikim!.
Welê herdu zarok man di cihê xwe da, û qet xwe ne
velivandin, li hev zivirîn serên xwe şor kirin, bê deng
dilopên rondikan ji çavan bun rêz û bi ser rûyê wan yê
nazik da hatin xwarê.
Demekê weha çavên wan man li hev, dawîyê Winda hêdî di
cihê xwe da dirêj bu, û piştî demekî kurt di xew çu û bu
pixêna wî.
Narê lihêfek bi serda girt, nixamt, vepeçinand, û herdu
zarok jî li alîyê din raketin ser cihên xwe, lihêf bi
ser xwe da anîn û di xew çûn.
Li spêdeyeke sarezû û tarîk Winda rabu ser xwe, dîsan
xwe pêk anî, veşidand, zincîrên xwe di ser milên xwe ra
havêtin, çante da pişta xwe, çek da milê xwe û hêdî çu
hindava herdu biçûkan her yekê maçek li enîyê da, zivirî,
dergeh vekir û derket.
Baran û Berfîn li dengê Gurzoyî hişyar bun, û ji berî
her tiştî ji mereqeke mezin li cihê Windayî yê vale mêze
kirin.
Piştî hîngê bi du heyvan Narê bi herdu zarokan ve çun
Zaxo. Hinek jorda di cadeya yanzdeyî-avdarê da meşîyan,
li goşeyê amadeyî ya kiçan ya Bihar li destê çepê jêhel
vezivirîn.
Demê li goşeyê xwendingehê zivirîn, ketin di cîhaneke
din da, her weke qadeke leşkerî, li hemî rexan leşker
rawesta bun, tifegên wan di destan da bun û cade pir bu
ji tank û zirîpoşan.
Narîn û herdu zarok li ser piyaderê hinek di nav da
meşiyan heta gehiştin ber derê bîmargeha komarî. Gava bi
jor ketin, mêze kirin hewşa wê ji mirovan pir bu, û weke
kotanekê li hev civîya bun û li erdê di nihêrîn.
Baranî jî carekê xwe di nava wan mirovan ra kûsand û li
wî dîmenî mêze kir.
Demê nihêrî, dît kesek li ser çîmenî razandî bu,
gulalîyên wî yên dirêj weke kejê çûran bi ser gîyayî da
hatibun raçandin û çavên wî li ser hev bun her weke ku
di xeweke şirîn da. Betanîyeke reng spîçîl heta sîngî bi
ser da hatibu vepoşandin û li hin deran dilopên xwînê
têda havêtibun der.
Carekê bu qêjîna Baranî: Berfîî…. Were binihêre, ev
Winda ye!.
Xelkên li wir hemî lê zivirîn, bu nimanima wan dibin
lêvan da axivîn û bi hevra vesirkandin. Narê û Berfînê
jî xwe di nêv wê koma mirovan ra nêzîk kirin û lê
nihêrîn.
Dîsan Baran bi dengekî bilind, bi çavên zîq û sersurmane
li herduwan mêze kir: Binihêrin ev ewe!.
“Hişşşş ne axive!”, Narê engoşta xwe ya nîşanê da ber
devê xwe, çavên wê zîq bun û li Baranî nihêrî.
“Ev Winda ye!”.
“Hişşş … ne ewe, ev Ceste ye!. Were bi zivire, bes dengê
xwe bike”, Narê destê wî girt, hêdî bu pispista wê, ji
nêv wan mirovan derxist, û diber ra rêzeke firêşan ji
bêyî şîyanên wê ji çavan vewerihan û bi ser rûxsarê wê
da hatin xwarê.
“Apê min!”,Baran dîsan lê zivirî.
“Na…. ne apê teye, ev Cesteyekî dine!. Were ji vir biçin!”.
“Divê tola wî vekim”.
“Na…were, tû zarokî, tola wî wê ne bi destên te
be!”,Narê hêdî destê wî girt û çûn.
“Pa kî wê helîne?!”, Baran dîsan lê zivirî.
“Nizanim, were bes bi axive!”, Narê hêdî lê vegerand.
“Ma ev ne Winda bi xwe ye?!”, dîsan hêdî bu pistpista
Baranî û ji Narê pirsî.
“Nizanim, ma tû Tirkî!. Li vir ne axive, heta em herin
mal”, Narê devê xwe bir ber guhî û hêdî gotê.
Demê ji nav komê derketin û destê Baranî di destê wê da,
ji nişkê ve sê kes bi kincên sivîl li pêşîyê rawistan û
pirsa nasnameyên wan kirin.
Narê jî hersê nasname di dest yekê ji wan dan, çavên xwe
jê vegerandin erdê û ma li hêvîyê.
“Imm…Narê, Baran û Berfîn. Hun wî kesî nas dikin?!”, li
nasnameyan nihêrî, serê xwe rakir û ji hersêyan pirsî.
“Nexêr… em nas nakin!”, Narînê serê xwe rakir, li rûyê
wî yê reş nihêrî û bi neyênî got.
“Pa Winda kî bu, hun li ser di peyîvîn?”.
“Nizanim, em li ser çi Windayîyan nepeyîvîne!”, Narê
serê xwe hejand û got.
“Belê, hun ji berî niha bi hevra di şêwirîn li ser wî
navî. Tu direwan dikê…haaa!”, yekê ji wan palek li Narê
da, û paşda xist ser çîmenî.
Kirasê wê ji ser çu û lingên wê heta çokan xweya kirin.
Dîsan cilên xwe bi lez bi ser xweda vekişkandin, rabu
ser xwe û rûxsarê wê ji şerman mîna pelekê sor bu.
“Em nas nakin!”, Berfînê bi dengê xwe yê nazik lê mêze
kir û got.
“Winda kîye, rastîyê bêjin?!.Divêtin em bizanin ew
kîye!”.
“Ji berî qasî du mehan yek li me bibu mêhvan, me qet nas
nedikir û me navê wî jî nizanî!”.
“Ahaaa…. Ew çi mêhvan bu û li çi di gera?!”.
“Em nizanin ew kî bu û pirsa çi dikir, weke me zanî
tenha rêwîyek bu. Em ne zalgehin, ku ji xelkê bi pirsin
ka li çi digerin!”, Narê hinek rûyê xwe têkbir û got.
“Baran tûyî?!”, li Baran zivirî û her sê nasname di nav
engoştên xwe ra veperixandin û li nav çavan xistin û
çun.
Piştî hîngê bi çend rojan dîsan Narîn bi herdu zarokan
ve li spêdeyeke zû ji Zaxo berev gund vegeran. Li rasta
gundê Boselê ji trombîlê peya bun û li destê rastê yê
cadeyê, ber bi aliyê başur ve bi piyan ketin rê.
Baran li pêşîyê diçû, ferseng û fersexekê ji Narê û
Berfînê dûr ketibu. Bihareke nûjen bu, gîyayî li mil, li
kêrîyan çîlik dabu, li şîvik û mêrgan jî bihostekî
vekişiha bu, weha kesk û bijûn bu, ku weke pawanan dihat
xweya kirin.
Roj jî bejnekê bilind bibu, çêlekdan bu û dunîya gerim
bibu. Pêngav bi pêngav nêzîk komeke darên berûyê bun, ku
xwastin hinek bêhna xwe li bin sîhbera wan vekin.
Baranî hêdî pêngavên xwe li ser wan kulîlk û gîyayê
nazik ra dihavêtin û hin caran jî li hêvîya Narê û
Berfînê radiwesta.
Demê hinek nêzîk bu, mêze kir darek ji wan darên bilind,
ku bi sê çeqlên mezin bu, her çeqekê hembanekî reş pêda
hilawîstî bu û weke meşkan pêda vedihejîyan.
Hinek li cihê xwe rawesta û lê mêze kir, car din hêdî
pêngavên xwe di nêv giyayî ra havêtin û meşiya.
Demê baştir nêzîk bu bala xwe dayê sê hembanên reş,
kûtî, genî, her yekê pêncdînareke sor di devî da bu,
lêvên wan bi sûjinan hatibun drûn, û her yekê kaxezek jî
bi sîngî da hilawîstî bu û bi çeqlên darê ve hêsk
dikirin.
Êdî Baran li cihê xwe rawesta, çavên wî zîq man li wan
meşkên dev drû demê mêşên reş û stêngên sor bi lêvan ve
givegiv dikirin.
Demekê Narîn û Berfîn jî bi rex Baranî ve rawestan û bi
sersurmayî li wan himbanan temaşe kirin.
“Ev çîye!”, Berfîn hêdî li Narê zivirî û bi dengekî
nizim vesirkand.
Hersêyan hêdî, pêngav bi pêngav xwe nêzîktir kirin û
jêhel lê mêze kirin. Careke din bi çend pêngavan paşda
vezivirîn, xwe jê dûr hiştin û bi tirs lê nihêrîn.
“Ev ne ew kesin yên li Zaxo pirsa nasnameyên me
dikirin?!”, Baran li Narînê zivirî û got.
Gava Narê hûr li cênîkên wan yên weke sapûkên leşkerî,
simbêlên şor û lêvên şîn mêze kir, hêdî dibin lêvan da
bi xwe ra axivî:Ev ew lêvin yên pirsa nasnameyên
dikirin.
“Çûnkî wan pirsa nasnameya kiribun!”, Befînê ji ber
tîrêjên rojê destê xwe dabu ber çavên xwe li Narê zivirî
û got.
“Ez nizanim ….!”, Narê bi neyênî serê xwe hejand, destê
Berfînê girt û da ber sîngê xwe.
“Ka here baş bi nêre ew çi li ser sîngê wan nivîsîye”,
Narîn li Baranî zivirî û got.
Baran hêdî, pêngaaav bi pêngav çu binê darê û jêhel lê
nihêrî, dît li ser kaxezên bi sîngî da hilawîstî
nivêsîbu: Eger hûn bi xwazin bimirin werin ser vê xakê.
Tenha ev hevok bi nivîseke gir li ser sîngên wan hersê
kesan hatibu nivêsîn û dibin da jî nivêsîbu: ‘Winda’.
Baranî xwe hilavêt kaxezek ji wan ji sîngê yekê
veqetand, û dîsan bi lez paşda vezivirî cem Narîn û
Berfînê.
“Da zû ji vir biçin, ev ciheke bitirse”, Berfînê herdu
destên xwe di navtenga Narê alandin û xwe di himbêza wê
da veçirmisand.
Hersêyan pên xwe sivik kirin û zû ji wir dûr ketin. Bi
lez bi rê çun û li hin deran jî di bezîn, jorda çun
xwarê û ne rawestan heta gehiştin ava Dûvroyî.
Li wir hinek sekinîn, çavên xwe şûştin, av vexwarin û
dîsan bi rê ketin, heta gehiştin serê girekê ku guhîjeke
mezin li serî bu. Li bin sîhbera guhîjê rûniştin xwarê,
bayeke hînik li rûyê wan dida û xûhdan bi laşî ve di
nûshand.
Demê weha ji wir dûr ketin, êdî hest bi aramîyê kirin, û
çavên wan man li dîmenên kopên bilind yên ji kevîyên
berfê spî. Carekê ji nişkê ve Baranî destê xwe li milê
Narê xist û dîsan pêkve li wan darberûyan nihêrîn, dîtin
komeke trombîlên leşkerî li wir kom bun û ew hembanên
goştî ji wan çeqlên daran vekirin, havêtin di trombîlên
xwe da û paşda vegeran.[…] . di dume
Tîrêja Kurdî
kurdi@tirej.net |
|