| |
|
 |
ŞÛNA DERÛNÊ
Bêkes
Reşîd
|
Bo... Çavên çend mendalan
( Çîmen, Alûz, Yad, Laz, Mîr û Hêja ).
Ne mîna her car
Ne di bîstikeke pendî de
Bê bend...
Bê sikr...
Bê xirrîn...
Bi henasên te û xwe
Li ser sînga dayika me... û
... di nav hêsirên wê de.
Mendala me jî sûnd û sînor
Pîroziyeke din jî dilyan
... ew jî hevsera me.
Ji Qamişlokê ta Istanbola pûşt
Ji goştên birçî ta goştên birçî
Ji valayiyê ta tijjekirinê
Ji lêgerîna te cuda nebûm
Ez çilo bi te re rûnim?
... min, xwe şuştiye
... pora xwe şe kiriye
... bîna zarokan ji min tê
... ji ber min ranebe, ez ê xwe biçemînim
... deyn, qencî, niyaz û gunehan ji derve bihêle
... pevçûn, ken, cizbûn, lêxistin û girî li dûr bihêle
Te çilo bibînim?
Wilo nabe ...!!
Tê çilo min bibîne?
Na ... na wilo neraste ...!!
Te çilo ji ber xwe veşêrim?
Belkî wilo jî neraste ...!!
Gelo tu min dibîne ...?
Pirsa min rast nayê ...!!
Ax ... ax rastî xwe diyar nake ...!
Dibêjin ...” nêrînên te dîwaran nasnakin “...
Dîsan li te newilo ye ...!!
Tu tiştekî dibîne ... yan na?
Dîtin li te tê?
Wilo li te nayê ...!!
Ez nepirsim?
Tê bixwe ji min re bibêje?
Dengê te heye?
Tu bi çi çiyîtiyê heyî?
Tu heyî yan na?
Çi bikim?
Hest bi te dorpêçe ...
Tu di hundur deyî ...
Gelo ... tu dîla... dîlê, kîyî?
Min hêviyên xwe
... li gelek deveran
... carnan li kolanin teng... û
... carnan li rênin fire... û
... carnan li çolin bêdeng... û
... carnan jî li daxin mişt tirs
... li ber sîka xwe radixistin.
Her tişt bi xwe re di nakokiyekê deye
Her tişt di lihevxistina xwe de, xwe dihêle
Her tişt xwe ji xwe re nahêle
Her kes ji tiştekî re ye
Dibe tiştin di xwe de nebin... !!
Yan...
... afirandineke din
... têveliyeke din
... bi wateyin din
... bi çend aliyin din
Tu di nav kîjan bihnê re tê?
Tu di nav kîjan hestê re tê?
Hevparî di heyînên çêkrox de ne dadiye... !!
Çend pirînsîpên
... bê dem
... bê zayîn
... bê qidoş
... bê tişt
Û...
Çend nîgaşên ko bi dîwaran ve daleqiyayî man
Serpêçî di derûnin wilo de xwe aviz dike
Xwe û çend qiriktaliyan... û
Çend wateyên mîna
... tevavî
... qidoş
... letwanî
... valayî
... û
... tu
Di hemû felsefeyan de
Di tiştin din de jî
Bêdawbûna te û hindek ji min diyar dibin
Şûna te roniyeke mişt tarîbûn dihêle
Hêsira min di hemû gewdeyê min re diavêje
Lê...
Tu...
Tu di çi helwestê de radiweste?
Tu...
Tu kîjan demên xwe hildibjêre?
Helbet heger tu xwe ji ber xwe veneşêre... !!
Heger çi tişt û wate li te neyên
Heger te di heyîna xwe tenê de dinasim
Ji xwe nexeyide... û
... negrî
... nejî bi perî bibe
Mîna romanên evinê neke
Mîna min û vî rewanî neke
Wilo bihêle
... bi vî terzî
... bi vî rengî
... bi vê tewijmeyê
... bi van aliyan
... bi van cîwaziyan
Ma em hindekî ji tevaviyekê çêdikin?
Yan jî dawiyê?
Yan jî ji rastiyê?
Yan hindekî ji xwe çêdikin?
Gotinin ziwa
Mijareke lihevketî
Piyalek mey
... belkî hiş xwe vegerîne
Yan... çixarek
... belkî dûman wateyê bêtir bide
Yan... fincanek qehwe
... belkî tarîbûna mandê bimije
Hestek, hêsirek, dilopek xwîn...
Çi hebe?
Kî hebe?
Dibe ko ji mêj ve bûbe
Tu fedî dike?
Tu ditirse?
Tu ji payebûna xwe danakeve?
Tu bersivê nade...!!!
Ez jî neaxivîme
Min mîna dîn û nexweşan
.. livandina serî û destan jî nekiriye
Ne te... ne min
Yên li dor me jî pê hestyar nebûn
Pîroziyên me jî ranewestiyan
Ne tu çû... û ne ez
Tu hebû
Lê...
Ez jî hebûm?!!
1
8 / 01 / 2007
bekes1979@hotmail.com
Tîrêja Kurdî
kurdi@tirej.net |
|