|

AWAZÊN NALÎNA DIL
Ahîn Zozanî
Pencera
girtî
Bi hatina
sibehê re
berê xwe
da roniyê;
li ber
pencera girtî
rewanekî şikestî
dil
dikeliya,.
çav
difûriyan,
ba û
bahoza dijwar
gilolîkên berfê
li biyaniya
xewnê dizîzikandin..!!
Di nav
pêlan de
sawîr
didîtin..
Bi
qêrîna wê re
ba
ditevizî;
perperîkên sipî
bi
awazên nalîna dil re
bajar
bi kefenekî sipî pêçan..!!
Birîn
Nebêje dem
birînan derman dike;
zerbûna
payîzî
êşê
tevradike.. ..!!??
Bi
weşîna pelan re birîna darê tazî dibe..
Berfa
zivistanê wê kiras dike.
Bi cihokên leylavê re birîna çiya diyar dibe.
buhar
siruştê bi pejalên jiyanê dixemilîne..
bi
vebûna gula lale re birîn bang dike
dema
qelşên xakê bi hewar in;
êdî
çawa birîn derman dibe..!!??
Bes e!
Sibatê
bejin
kinê;
porkurê
bese
bi fen û
fûtan
dehfikan
li ber lingê xezal û kevokan vede..!!
Şehîd
Adarê
te bûka
buharê guhest;
bejn û
bal bi ala rengîn pêça
newroza
salê pê xemiland
çendî ji te hez
dikir û li ser sînga te şehîd bû..!!
Dilê bê
tirs
Mîna
Kewa gozel
li bin
dara gwîzê
li ser
dengê wê ji xew radibûm..
Berê wê li
rê bû
dilekî bê
tirs,
çav tije
pirs bûn
zîvirî
dev liken
got:
bêjin rêka
çûn û nehatinê
bera
pakrewan bim..!!
Hêvî
Nêçîra
buha
bi silav û
evîna dayikan
bar giran
bû..!!
Keleşan
rê li
ber girtin
çavan
nerîn
ji stêran nebirîn..!!
Bendewarî
Ji banga Melê
heya êvarî
çav li rê
ye..
Li ser
kursiya xwe
berê wî li
bakur û rewan li rojhilat e..
Demsal
birînên wî derman nakin..
Bi tizbiya
kehrebanî,
lib bi lib
navê gula kezebê tîne ziman .
Bi dengê
kevokan re dengê wê dibihîze..!!
Piştî tava
baranê
bihna axê
dike;
pêjna wê tê
dema
dizîvire
leylan
û sawîr silavê li hev dikin…!!
26.1.2007
Tîrêja Kurdî
kurdi@tirej.net |