| |

Rodî
Yezidî
Mahşûqê Kurdistanê,
Kilê çavên Kurdan
Serkeftin,
azadî û Serxwebûn ji Miletê Kurd re bivênevê ye..
Kes mafên merivan nade, Lê
meriv mafên xwe, bi zorê jî be, distîne.
Çawa argûn bê ar, daristan
jî bê dar nabe, mirov û milet jî bê cih û war nabin. Her
derdek dermanê wî heye. Dar li ser koka xwe şîn tê, reh
û rîçalê xwe di axa xwe de vedide, bi ax û ava ku li ser
bilind dibe ber digire. Helbestvanek heke hestên
helbestristinê pê re tunebin, nabe helbestvan. Miletek
li ser ax û ava xwe, bi hestên xwe yên ku milet pê ava
dibin, reng venede, tu caran nikare bigihê rêza miletên
dunyayê. Bi ser de hertim bindest û perîşan e. Heke
meriv li hêjayiyên xwe bixwedî nebe, wan neparêze, bi
ser de şûna derban li xwe çêbike û ji bo yên ku çûn
bibêje “de ev jî ne xem e”, divê meriv bizanibe ku yê
wenda dibe meriv bi xwe ye.
Îro Kurdistan dikele. Li
alîyekî Kurdistanê bidestketinên, kurdan bûye kelema
çavê neyaran, dagirkerên Kurdistanê aciz dike. Li hin
alîyên din Pirsa Kurd û Kurdistanê di rojeva siyasî de
bi cih dibe, lê bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê rewşa
me, ne bi dilê me ye û em jî destûpê lihevgeriyayî li
rewşa xwe temaşe dikin, hêjayên xwe, hêjayiyên xwe wenda
dikin. Roj bi roj ji reh û rîçalên xwe qut dibin. Bi
tenê li pey hêjayên wek Şêx Mahşûq hêsiran dibarînin.
Ger rewşa me weha here, weha diyarê emê hê jî li pey
gelek hêjayiyên xwe bi tenê gazina ji hevudu bikin û
bibin pêkenînên neyaran, kêfa dujmin li xwe bînin.
Dildarê welat Şêx Mahşûq ji
me hat veqetandin, lê her dem di dilê me
de dijî. Ger em di ber
armancên me yên pîroz de têbikoşin, bipêşkevin, bêne
rêza miletê dunyayê, Ew û hemî şehîdên rêya azadiya
milet û welat her bi me re ne û her dem zindî dimînin.
Navên wan di rûpelên diroka mirovayetiyê de bi tîpên
zêrin têne nivîsandin. Lê belê heke em ne xemxûrê milet
û welatê xwe bin, ala tekoşîna şehîdên xwe ji bilind
nekin, gerdenazad û serfîraz nebin, em tu caran
serbilind nabin û ruhên şêhîdên xwe jî di gorrên wan de
tengav dikin.
Şêxê hêja bi mêranîya xwe,
bi rastgotinî û baweriya xwe, dewleta go kesi
bawernedikir ku ji cih bileqe, xiste nav astengîyê, ben
li qirrikê ani hev. Di gel hemî gef û fort û
tirstêfirranidinên dagirkeran ji ya xwe nehate xwarê.
Rastîya xwe û ya miletê xwe li hemî cihanê da
belavkirin. Li pey gotina xwe, piyê xwe da erdê, li
nasnameya xwe ya gel û olî bixwedî bû, ji rastiya xwe
nehate xwar. Ka em çima guhdariya wî dengê pîroz nakin û
li rastîya xwe bixwedî nabin. Em çima di rêya rastiya
welat û miletê xwe de dengê xwe bihevnaxin, rengê xwe
xuya nakin. Gotinên wî wek ava jiyanê di damarên laşê
welatperweran de diherrikin. Her ku em li ser gotineke
Şehîdê Gorbuhişt radiwestin, em kûraya gotinê bêtir
dibînin û naçariya me li ber çavê me dibe rewrewk. Em ji
nuh ve li xwe hay dibin ku em li gora wan daxwazên pîroz
ji hilgirtina barên xwe dûrketî ne. Axaftina Wî ya di
bîranina Şehîd Ferhad de ku got “ bi vê razan û
bêdengîya xwe em hemî hevparên kuştina te ne. Bila gel
li min bibuhure; eger Ferîşteyê Mirinê ji min re
bigota-Tu dixwazî ez kê bikim qurbana Ferhad? Min dê
bigota- Ji ber bêdeng in, bila nêvîyê miletê wî bi
qurbana wî be. Kesî zindî go deng li pirsên te vegerîne
tune, kes xwe ji cîyê xwe nalivîne. Ez ne ji bo
merivekî bibîrbînim li vir im. Xwîna wî ya go dara
azadiyê av dide xebata wî ya go serbixwebûn û azadiyê
misoger dike, mêranîya go rêberîya we bike ku ez hêvî
dikim jîyaneke nuh bide we ez li vir im-”,
Gotinên Gorrbuhişt hê di guhên me de olam dide. Divê em
ji bîr nekin ku em nuha bi bêdengîya xwe hevparê
(şirîkê) kuştina Şêx Mahşûq in.
Rast e. Canê şehîdê
gorrbuhişt ji nav me barkir. Heke em bi tenê bi
barandina rondikan li pey şehîdê xwe bi tepa li xwe xin,
mana wê ew e ku hê rêya me dûr û barê me jî grantir e.
Ger em li daxwaz û armancên şêhîdên xwe yên wek
gorrbuhişt Şêx Mahşûq û hemî şehîdên rêya azadîyê temaşe
bikin û di rêya keser û daxwazên hemî şehîdên xwe de
barê dikeve ser milên xwe, em hilgirin, hingî em dikarin
bibêjin ruhê şehîdên me di goristanan de bi me re şad
dibin.
Ev axa pîroz go lehengekî
wek Şêx Mahşûq afirand, dikare bi hezaran leheng û
qehremanên din jî biafirîne. Bi tenê hevgirtin, dengê
xwe bi hevre bilindkirin, xebat û tekoşîna bi rêberiya
bawerîyên van lehengan em dikarin gerdenazad bibin, di
nav miletê dunyayê de serbilind û serfiraz bijîn,
piştgir û alîgirên avakirina aştî azadî û demokrasîya ji
bo mirovayetiyê bin.
Mahşûqê Welat bi mêrxasî û
baweriya xwe di dilê me de her sax e. Bîr û baweriyên wî
rêberiya me dike. Giyanê wî yê pak li hêvîya xebat û
tekoşîna di rêya zadiya welat û milet de ye.
Tîrêja Kurdî
kurdi@tirej.net |
|