 |
Dema helbest têne jehirkirin
Bedel Revo
|
Li
ser pirekê û
Li ser
rûbarekî
Pirr hêz û
rijd ...
Helbestvanek
dimeşiya
Bi hizaran
helbest û
Awaz di serî
de
Dileyizîn;
Ji nişkê ve
!!
Helbestek
Ji wan
weşiya û
Kefte di
rûbarî de ..
Helbestvan
..
Bi herdû
çavan giriya
Çi
helbestvanekî
Xemxor e ev
e!!!
Xelkî ji xwe
re digot
Ev e!!
Lê çi
dibînin?!
Masî bi ser
avê
Keftine..
Masî bi
jehra
Helbestê
mirin û najîne ve..
Wî demî ..
xelkî zanî
Helbestek
genî bû
Ev e..
Ji
helbestvanekî genî
Hate
vehandin
Di
pesna.....
siyasetmedarekî genî
Di zimanekî
genî da ev e !!