| |

REYHAN SARHAN
WEKÎ DUH ÎRO JÎ ÇIYA WÊ
BIBIN QIBLEGHA ME...
Li wan merg û mesilan, li wan newal û zinaran, li wan
kûçe û kolanan
di sibeha bi mij de,di şeva avgirtî,di kela nîvroyî de
li wî welatê ku we xwe avêtiye bextê çiyayê wî yên bê
tirs.
Li wan deran Zivistan dijwar e hevalino.
Ev çi eşq û sewda yê.
Ev çi Evîn e ku we difirîne berv bi dilê çiyan ve kaş
dike?
Ev çi ye çi?
Ev çi tofane ku we û çiya bi hev dide hezkirin?
Ji de û bav!
Ji xwîşk û bira
Ji yar û dostan,şêrîntir dikê ?We ji me dûr dixe. De ka
ji me re jî bêjin va
evîna xwe ya gezogirtî?.
Ji bo em ji xwe biavêjin çiyayên be tirs? Çiyayên Paqij,
Çiyayên ku serên
xwe bi berfê dişon.
Belê em jî li vir di nava kêfa xwe ya germ û nerm de,li
dûr ve dişopînin we
û kesayetiya we ya li hemberî jiyanê û azadiyê. Qaşo
dilê me bi we re yê!...
Çiqes hesane va gotin.
Gelo ma hûnn ji me dişopînin? û di derheqe me de çi
fikirin?
Li welatê Qedexe, ku hemû kes ji nav û hebûna wî
ditirsin?...
Lê ev çiya,li tu kesî netirsiyane!!!
Mina zarokên xwe yên bê tirs;ku qet tirsê nekarî ye
bikeve ferhenga wan.
Wan çiya her tim zarokên xwe veşartine di paşila xwe
de.Kedî kirine mina
maka axê.
Zarokên ku qet ji dayikên xwe ter nebûnê û dayikên ku
keç û lawên xwe hembez
nekirine.
Niha di nava helîna çiyan de,jiyanê diafirînin ji bo
netewê ku li her derê
qetlê xwe wecîb e.
Her tişt di gotinê hêsan e? Çiyayên ku we xwe avêtî ye
hembêza wî,
ji hemberî hemû şert û mecra li ber xwe dide bi we re.
Ji xwe dilê we her tera germkirina tenetiya çiya
dike?...
Seram û seqem dihele bi germahiya we ya mina rojê ve.
Dilê we ya ku mîna tîrojê berbangê ma wê kîjan serma û
seqem karibe serî
rake li hember.Ma ji wê germahî û evînê nebûya kê dikarî
li hemberî vê zilmê xwe bida çiya?...
Em ciwan yên ku bi çîroka jiyana we, ya li çiya mezin
bûne.
Me bi we cihan xwe naskir. Bi we jiyan naskir.
li van bajarên ku roj bi roj em li ser pûç dibin, di
nava gemariya wan de
ten sitrandin.Mina hesinê zingarî dirizin.
Lê belê tenê evina ku we afirandî her tim zindî ye, di
nav qefesa dil de tê
perastin. Dixwazim ku bi wera bi hestên ku tim ber bi we
de difirin,
bi çend rezikan bînim zimên eş û jana we ya li ba xwe.
Bê çawa elema îslamê bi ber hîcazê ve dikevin ji bo
nimeja cejnê.
Bê Çawa elema xirîstanê ji bo derê dikevin dorê li mala
Ýsa.
Bê Çawa elêwî ji bo Xizir Alî diçin cemê.
Dê em jî ji bo Azadi û wekheviya xwe û gelê xwe,
carek din berê xwe bidin Zagrosan, Çarçelan û botanê.
Wê Qiblaya me çiya bin.
Wê careke din, dîrok rûpelên xwe veke.
Em bi felsefeya mamosteyê mezin, ku rih û giyan daye me,
WEK DUH îRO Jî WÊ ÇIYA BIBIN QIBLGEHA ME....
Tîrêja Kurdî
kurdi@tirej.net |
|