
Çi ji kurd di me de maye?
Ehmedê HUSEYNĪ
------------------------------------------------
Yek ji arîşe û pirsgirêkên bingehîn ên hebûna me ya giştî û
hebûna me ya rewşenbîrî bi taybet, her wisa yek ji sedemên
velerzîna hoker û mercên kesayetî û wateyên nirxdar ên
nasnameya me ya neteweyî û astên berbiçav ên çarenivîsa çand
û zimanê me, ku rewşenbîrê kurd naxwaze li wan mikur were,
pirsgirêka tunebûna gotareke hevgirtî û piralî ya rewşenbîrî
ye.
Gotara rewşenbîrî ya ku di vê qonaxê de bikaribe asoyên
hişmendiya me berztir bike, li derveyî kultura tirk û ereb û
farisan, bikaribe bersiva hinek pirsên der barê bûneweriya
me, dîroka me, pêşeroj û paşeroja me bide. Bikaribe hindek
çarçoveyên teorî yên ku beşdarî xwenasînê bibin, pêşkêşî me
û cîhana me ya rewşenbîrî û civakî bike.
Dîsa jî mebesta min ew gotar e ya ku bikaribe jiyana kurdê
ku bi salan bindest e, jiyana ku hê jî di kargeh û
fabrîkeyên buhujîn û asîmilasyonê de tê çêkirin û tê
çewisandin û ji alî hest û nest û mêjiyê xwe ve tê şûştin,
ji hemû wateyên xwe wekî mirovekî taybetmend û ji mercên
mirovahiya xwe ya xwezayî tê valakirin û talankirin,
bikaribe bi rola xwe ya hişyariyane rabe, bikaribe hinek
nirxên cihêwaz, hinek çemkên cihêwaz, hinek baweriyên
cihêwaz, hinek hizr û felsefeyên cihêwaz û hinek têgehên
cihêwaz biafirîne, guftûgo bike, vejîne, biteqîne û me
nêzîkî derûn û giyan û hebûna me ya rasteqîne bike. Gotara
ku dibêjim, gotareke cegerdar be, ji paşxaneya xwe ya dîrokî
şerm neke û bi dijwarî xwe berde kûrahiyên dîroka bindestiya
vî bûnewerê kurd.
Mebesta min bi wê gotarê ew e, gotara ku bikaribe ji kaneyên
vê trajedyayê derbiçe, li îstegehên şîn û şad ên mêjûya me
raweste û hişmendiya xwe, zanîna xwe, naveroka xwe, sîma û
stûnên xwe ji perwerdeyî, xwendin û ji zimanê serdestan
rizgar bike.
Gotara ku bikaribe pêwîstiyên vê qonaxê pêşkêşî me bike û ji
me re neynika xwedîtinê be, ji me re bibêje ka çi bi serê me
hatiye? Rola sînoran, zaravayan, devokan, rêxistinan, olan,
êlan, mîratgirî û şûnşopan, derve û hundir, şer û aştî û
rola hizra me ya neteweyî ji me re destnîşan bike, ji bo her
gavekê di bûneweriya me de felsefeyekê biafirîne. Gotara ku
me hînî hizirîn, têramandin, fikirîn û dahênana bi kurdî
bike.
Gotarek e rewşenbîrane ku bikaribe têkçûna me ya bi sedan
salan ron bike, şîrove bike, vekole, rexne bike, şermezar
bike, rût bike, riswa bike, bilerizîne, bihejîne û di şûna
wê şikestinê de bikaribe projeyeke şaristaniyane, dewlemend,
berfireh û kûr û hêjayî bejna mirina me be biafirîne. Ango
hinek pirsên bingehîn yên ku bi rewşa me ya civakî, siyasî,
derûnî ve girêdayî ne li pey xwe bihêle: Em kî ne? Em
serencama kîjan û çi kulturan û zimanan in? Em hetanî kîjan
ast û pileyan ji hişê xwe û ji bîra xwe hatine dizîn? Em
çawan dikarin dîsa di jiyanê de careke din em bi xwe em bin?
Gotarek e wisa be ku rû bi rû ji min re bibêje: Ka çi ji
kurd di min de maye?