
Xweziya
Rêzan Dilbirîn
Xwezya qîr û girî neba
Lêvên zarokan zîz neba
Çav ji hêsıran şil neba
Tehil û zilindarî neba
Derd û keser kul rabıba
Zor û sıtemkarî neba
Jar û belengazî neba
Birîn di dil de veneba
Kezeba dê rehet biba
Her dê û bav dil şabiba
Xweziya aşıtî her heba
Demuqrasî belav biba
Mırov aza serbixwe ba
Hemî mirov wek hev biba
Reş û sipî tev hev biba
Dara jiyanê şîn biba
Kaniya jînê derbiba
Kulîlkan rengê xwe veda
Her gulekê bînek bida
Bilbil awazê xweş bida
Xweziya hêvî belav biba
Li her derê wê kat bida
Reş û tarî ronî biba
Kêf û xweşî belav biba
Dilê birîn derman biba
rezandilbirin@gmail.com
rezan.dilbirin@hotmail.com