
Dewleta Kor
Xebat
Şakir
Van rojan dewleta tirk bûye
wek kesê ku xwîn bi xweve
dîtî har û dîn bûye ji ber
van destkeftinên gelê kurd
çi li bakur û çi li başûrê
Kurdistan.Hero yek ji
girirekên dewelta tirko
radibe û zirt û gefan li
gelê me dixwe.
Wer xweya dike yan
rêvebiryeke ku qet haya wê
ji pêşketinên diniya yê
tuneye û yan jî pişta xwe
bi dewltên hevalbendên xwe
xurt dike,bi taybetî jî
Amerîka û Eurupa.
Lê turk jî baş dizanin ku
dinya ne ew dinya berê ye û
kurd jî ne ew kurdên berê ne
Ku tirk wan bera hevbidin.
Tucara mina îro kurd nêzîkî
hev nebûne û xwe li dor
nirxên xweyî netewî
necivandine.
Weke hunermendekî kurd van
hewildanên dewleta tirk û
gef xwarna li gelê me û
siyaset medarên me bi tundî
şermezar dikim,
û her wiha hêvîdarim ku
rayedarên dewleta tirk ji
dêvla zend û bendên xwe
mejiyê xwe bi kar bînin û
baş zanbin ku serokê hêrema
kurdistanê birêz Meshûd
berzanî ne binavê gelê me
li başûrê kurdistanê tenê
di axife herwiha ew li ser
nave gelê kurd bigiştî
diaxife.
Her dest dirêjayek li ser
başûrê welat dest
dirêjayahîa li ser şeref û
xîreta her kurdekîye.
Divê dewleta tirko baş vî
tiştî zanibe ku Gêrilayên
welatê me tev birayên mene
zarokên mene şerf û xîreta
mene,hêdî îro hemî kurd
vîtiştî dibînin û dibêjin.
Ger dewleta tirko bixwazê
biratiyê kesî wek gelê kurd
destê biratiyê dirêj nekirye
û ger bi xwazê şer jî, ez
behwer dikim ku kesî mina
kurda bi mêranî şer jî
nekirye,
îca ya herî baş ewe ku evî
destê biratiyê yê kurda yê
ku ji zu de ber bi tirka ve
dirêj dike bihejîne û
pirsa kurd di rên çareseriya
dîmoqratîk re çareser bike
yan naxwe wê wiha bibe wek
yê çûyî heyfa bavê qûn jî li
ser kir,perçebûna tirkiyê wê
misoker bibe.
Bijehrdana birêz Ocalan û
bi zextên li ser
siyasetmedarên kurd li
bakurê kurdistanê dewleta
tirk benzenê bi agir dadike
û bihevçûneke demdirêj
dinavbera kurd û tirkan de
dest pê dike.
Ev jî nîşana têkçûna siyaset
û hilweşandina dewlet tirke.
19.04.2007 Elmanya