|

Ta
kînga gelê Kurd li
Kurdistana Rojava wê
alîkariya serketinên
şanoyên dewleta Sûriyê bike
?
Dr.Ebdilmecît Şêxo
Di rastiyê de hêdî pir kesên
zaniyar, siyasetvan,
dîrokzan helwestên gelê Kurd
li hember Sûriyê baş zanin,
jerkî beşek ji Kurdistanê li
gor hevpeymana Sayiks –Pîko
ya bêzar bi Sûriyê re kete
bin destên koledra Firansa,
gelê Kurd bi hemû hêzên xwe
li gel gelê Ereb li dijî
Firansa rawestiya ye.
Jerkî tevgera azadîxwaza
Kurd li Kurdistana Sûriyê di
sala 1957 an de bi navê
"Partiya dêmokrata
Kurdistanî" li Sûriyê dest
bi xebata xwe ya netewî
kiriye, tevgera me li rex
gelê Ereb têkoşîn ji bo
pêşketin û avahiya Sûriyê
kiriye, û ewê jî herdem li
gel gelê Ereb berevaniya
Sûriyê li dijî dijminên
dervayî kirî ye. lê mixabin
hemî hukumetên Sûriyê û ta
niha nikanîn hebûna netewa
Kurd mîna neteweke serbixwe
bipejrandana, û bi ser de jî
ewanan gelê me herdem bi
hemû cureyên ne mirovane
bindest kirine û ew
çewsandine.Tevî van
rûreşiyên destladarên Sûriyê
û bi taybetî ya rêjîma Bes,
gelê me di beşdarbûna
hilbijartinên encumena gel û
encumena parêzgehên Sûriyê
amdebû ye. Bê guman, eger
hilbijartinên encumenan vîna
gel derbibirin, ewanan dibin
şêweyek ji alavên
dêmokratiyê ye, û nûnerên
gel dikanin nirîn û
pêşniyarên xwe li pênavê
berjewendî û pêşketina welêt
di perlemanê de pêşkêş
bikin.
Bi kêmasî ji sala 1963 an de
gelên Sûriyê, Kurd , Ereb û
kêmnetewên din dêmokratî û
azadiya xwe ne dîtine û eger
gelê Ereb carekê di bin nîrê
zordestiyê de dijî, lê gelê
me bi du rengên dijwar dijî,
yekem mina miletekî serbixwe
bê xudî mafên netewî, siyasî
û rewşenbîrî tête
bindestkirin, duhem, mîna
hemwelatiya Sûriyê, dîsan ew
bê mafên dadmend e. Lewra jî
ji bo gelê me herdem pir
giring e ku ew bi riya
perlementan kanibe derd û
daxwazên xwe yên netewî û
hemwelatî hûne zimên.
Tevgera me ya azadîxwaz tevî
dijwariyên mezin, bi awaya
ne rasterast, yanê ne bi
navê xwe yê rastîn di hemû
xoleyên hilbijartinê de
beşdar bû, lê mixabin
partiya "Bes "û hevalbendên
wê di -"Eniya pêşketî de "-
herdem perlemêntarên xwe
pêşda amede dikin.Tevgera me
di vî warî de xawên
serbûriyên pir dewlemend e.
Dr. B. Elesed bi rêya ne
rewa ji sal 2000 î de
seroketiya komara Sûriyê
dike, ew jî rêbertiya Sûriyê
ji bavê xwe rindtir
nekiriye, hemû sozên wî ji
bo serrastkirinên siyasî,
aborî û civakî li badilhewa
firiyane, bi sedan dêmokrat
û aştîxwez hîn di zîndanên
"Besiyan" de ne, rewşa
Sûriyê hîn xeraptir dibe û
navê wê li cîhanê û bi
taybetî li nik welatên
ewropî û Emêrîka û hemî
hêzên dêmokratîxwez bi
xerapî deng vedaye. Li bin
sîtava van rastiyên jorîn,
beşeke mezin ji tevgera me
li gel hin partiyên Ereb di
"Ragiyandina Şamê " biryar
istandin ku ewanan di
hilbijartina xola 9 an ya
encumena gel li Sûriyê
beşdar nebin, lê li aliyê
din du, sê partiyên din
kurdî dîsan dixwazin di vê
şanoyê de beşdar bin , tevî
rêza min ji baweriyên wan
re, lê di nirîna min de
"Eniyê " û "Hevbendiyê"
helwesteke rastir di derbarê
vê şanoyê de istandine, ji
ber ku ev herdu layan û bi
sedan rewşenbîr û
siyasetmedarên serbixwe
gihane vê baweriyê ku hêdî
bes e, gelê Kurd xwe bike
lîstikên siyaseta partiya
"Bes, "ewê(Tevgerê) vê carê
xwendinek baş ji siyaseta
partiya "Bes" re kiriye, ewa
dixwaze ji raya giştî ji
Sûriyê û ji cîhanê re bêje;
va ye hêviya me jî bi vê
destlata zordar û şovînî
nema ye, dewleta "Bes", hemû
saziyên wê yên peyrew û
dûvik nikanin xwe biguhêrin,
ewanan li dijî dêmokratiyê û
li dijî tevgera azadîxweza
Kurd hîn pirtir çav sor
bûne. Lewra ez jî dibînm ku
tevgera me di vê helwesta
xwe de rastir çû ye. Li
aliyê din wek me gotiye; du,
sê partiyên din bi awakî din
li vê pirsê temaşe dikin ,
ewanan dibêjin; em jî zanin
ku destlata Sûriyê xwe pêşda
nabe, lê em dixwazin hebûna
xwe û tevagera xwe ji
destlata Sûriyê re mêlag
bikin. Bi ya min be ev nirîn
hêdî kevin bû ye, çimkî
tevgera me li Sûriyê ne nû
ye, tevgera me bi dehên
salan xebatên xwe kiriye,
ewa bi navê gelê Kurd herdem
beşdarî hilbijartinan bû ye,
ango, gel û tevgera me
hebûna xwe berê ji destlata
Sûriyê û raya giştî re mêlag
kirine. Lewra jî ez dibînim
ku ev sedeman li nik wan
partiyan hinekî kevin bûne,
divê tevgera me li hin
alavên din bigere û şêweyên
din ji bo xebata xwe bibîne.
ji ber vê jî tevgera me
xwestiye vê carê bi alavek
nû nerazîbûna xwe li dijî
hukumeta kevneperest û
riçperest ji raya giştî re
bide diyarkirin. Li rexberî
vê jî dîsan tevgera me
dixwaze nameyeke siyasî xurt
ji hukumeta Sûriyê re bişîne
û ji wê re bêje; em mîna
tevgera kurdî baweriya xwe
bi te nakin û em hêdî rolên
xwe di şanoyên we de bi
neyênî nalîzin û em hêdî
naxwazin di şanoyên we de
yên li dijî vîna gelên
Sûriyê hevpar bin. Bi ya min
be, ev nameya di vê wextê de
baştir e, gelê Kurd li
Kurdistana Rojava bi hêvî ye
ku tevgera xwe di pêşeroj de
nameyên din baştir û bi
hêztir ji rêjîma şovîn re
bişîne, û alavên din nûhtir,
dengdartir û bi awayên
aştîyane li gel hêzên gelê
Ereb yên dêmokratîxwez û
pêşketî biduzîne.
Xaziya tevgera me di roja
22.04.20007 an de bi awayên
aştiyane li gel hêzên Ereb û
hemû sazî û dezgeyên mafên
mirovan li bajarên mezin bi
dengên bilind lîstikavanên
şanoya pêkenok şermezar
bikirina, û herweha jî bi
dengên bilind û vekirî
encamên xebat û karên
encumenên berê jî bidana
xûyakirin. Çimkî eger
tevgera me û hêzên
"Ragihandina Şamê"nerazîbûn
û nama xwe tenê bi danîştina
di malan de yan bi deranîna
daxûyan derbibirin, belkî
helwesta wan ya rastir
hinekî kulek bibe û bandora
wê kêmtir bibe.
Ma ez bi bûneya roja
22.04.ê, cejna rojnamegeriya
kurdî, tevgera me ya
rizgarîxwaz û hemû weşanên
kurdî pîroz bikimû bêjim;
her bijî pênûsên rastgo! Û
bila pênûsên keysebaz û
xwefiroş bimrin ! Hezar
silav û rêz ji giyanê
pakrewanê rojnamegeriya
kurdî MÎR MIQDAD MEDHET
BEDIRXAN RE .
19.04.20007
|